Hinek Pêşnîyarên Pedagojîk (Zaroknasî)

Ji bo ku zarok di dibistanan da serkeftî bin û di nav civakê da bibin takekesên rêzdar û qenc divê malbat bi tu awayî li cem zarokan şer nekin, dijûnan hînî wan nekin,
fîlmên tûndîyê bi wan nedin temaşekirin, bi dengê bilind yan jî bi awayê qîrkirinê ne bi hev ra biaxivin ne jî bi zarokan ra, di nav kom yan jî qelebalixê da wan nexeyîdînin û rencîde nekin,
bi zarokan ra cidî biaxivin, bi nêzîkatîyên ecêb nêzî wan nebin ji bîr nekin ku zarok jî mirov in û xurûra wan heye, bi tu awayî nav û nûçikan li wan nekin, zarokên ku bi nav û nûçikan mezin bibin serkeftî nabin û ji bîr nekin ku dê heta mirinê wan gotinên çors ku mirovan biçûk dixin ji bîr nekin,
ji bo zarokên xwe fedekarîyê bikin,
bi sebir wan guhdarî bikin û pirsên wan bibersivînin ji bîr nekin ku zarok hê di qonaxa hînbûna gelek tiştan da ne, loma jî divê hûn alîkarîya wan bikin.

Têbinî: Ev du meh in min her roj şeş saetan çavdêrîya zarokên dibistana seretayî û yên pêşdibistanê kir.
Min dît ku malbatên ku têkilîyên germ û xurt bi zarokên xwe ra danîne, ew zarok bêhtir rûken, bextewar, bêtirs û serkeftî ne. Heke mirov dixwazin zarokên wan bextewar û serkeftî bin, divê van xalên jorê ji bîr nekin.

Bawer Agiri

Derbar Çand Name

Check Also

7 Celeb Malbat

Gotara jêrîn, 7 celeb celebên malbatê vedibêje. Pêşî gotarê bixwînin û fêr bibin ka hûn …

Leave a Reply