Hevpeyvîna Nivîskarên Jin: Narîn Omer (1)

Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Narîn Omer *-Nivîskar û mamoste yê rêzdar û bi rûmet Lokman Polat:  Ji kakila dilê nivîskaran, û ji bîroka şadîmaniya hunermendan, û ji şarezayî ya bawermendan, ez guldaneke sipasî diyarê te dikim li ser kar û xebata te ya bê dawî.

Narîn Omer Seyfedîn, di rojeke nasîn û nenas de malzaroka dayîka min ez sipartî buhêşta sing û berê wê kirim e, li bajarê (Dêrika Hemko). Min ji şîrava dilovanî û pakmendiya wê çîçekên evîniyê û bawermendiyê afirandine, heta îro jî  wan di dilê derdorên xwe de û jiyan û mayîna xwe  û gelê xwe de diçînim û belav dikim.

Pêvajoyên xwendina min li Dêrikê derbas bune, paştre min xwendina xwe li bajarê şamê (Dîmeşq) ê paytexta Sûriya yê bi dawî kiriye. Di zanîngeha Adab de, beşê zimanê erebî di sala (1995)an de. Ez mamoste ya zimanê erebî me di dibistanê Dêrika Hemko de. Ez dayîka sisê firîşteyê gerdûnî me (Dastan, Sazîn, Şêrîn).

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e?

Narîn Omer *-Bi rastî dema ez fêrî zimanê xwe yê kurdî bume, min ji çand û huner û wêje ya kurdî hez kiriye, ango di zarokiya xwe de min ji wan hez dikir, belê ez bi bawerim evîniya wan bi şîrê dayîka min re derbasî dil û raman û bîroka min bu ye, çimkî bi sitranên kurdî re em mezin bune, û çîrok û cîvanokên serpêhatî û filiklorî em bi zar û ziman kirin e.

Ji puçûkaniya xwe ve ez bi zimanî kurdî û erebî dinivîsînim, di dibistanê de ez fêrî zimanê erebî bume, lê zimanê kurdî yê resen ez li malê fîr bume bi alikariya xwîşka min (Perîxan) û birayê min yê mezin (Adil Omer Seyfedîn) ew jî helbestvane, û sitrana (Azada şêrîn) ya nemir (Mihemed şêxo) helbesta wî ye.

Berhema min ya pêşîn bi navê (Perîxana min) bi zimanê kurdî hatye çakirin û ya dî bi zimanê erebî ye bi navê (Hinga bêdengî can dikêşe).

 

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi tirkî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî ne?

 

Narîn Omer *-Eger nivîskarê kurd rewşa gelê xwe bi zimanê tirkî diyar bike, û taybetmendiya gelê xwe û wêjeya kurdî bîne ziman û zelal bike, xem nake. lê dema ew bi tirkî yan bi zimaneke dî binivîse û xizmeta wî zimanî bi tenê bike, ew ji rêza nivîskarên kurd û ji ferhenga zimanê kurdî der dike ve.

Em kurdê başûrê piçûk  bi erebî jî dinivîsînin. Ezê li ser xwe bibêjim ku dema ez bi zimanê erebî divîsînim tenê bi tîpên erebî mijara min tête weşandin, lê raman û coş û hestên min  kurdî û kurdewarî ne.

Lokman Polat – Pirs : 4 – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Narîn Omer *-Ez herdem dibêjim: xwezî ez fêrî hemî zimanê cîhanê û yê hemî netew û miletan bibim da ez êş û janên miletê xwe û doza me bigihînim wan bi awayeke rast û dirust, û wan bi çand û hunerû ramanên kurdî bidim nasîn û ji wan re şîrove bikim.

Bi rastî ez nivîskarê kurd nabînim gunehbar dema bi zimanên dî dinivîsîn e û berheman di weşîn e, lê belê ew gunehkare dema tenê bi zimanê biyanî dinivîse û xwe fêrî zimanê xwe yê zikmakî û dayikî nake, ji ber ko ziman nasnameya mirov û gela ne. Em kurd weke mileteke bindest zimanê me yê kurdî em parastin e û heta niha jî me ji belavbûnê û wendayî yê di parêze.

Omêdarim kû nivîskarên me li zimanê xwe vegerin û li ser tevna wê rewş û cinav û hestên xwe û civaka xwe bi rêsin.

Lokman Polat – Pirs : 5 – Tu çi cure pirtûk dinivîsî? Di warê edebî de çi diafirînî? Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?

Narîn Omer *-Ez ji hemî celebê wêjayî hez dikim, çimkî hezkirina çand û wêje di demar û rayên min de dijîn û bi xwîna min re digerin.

Ez helbest û çîrok û roman bi zimanê kurdî û erebî di nivîsînim, û tevlî ku ez gotaran jî dinivîsim bi taybet yên civakî, li ser rola jinê di civakê de û doza jinê û pirsgirêkên wê. û pir gotarên min li ser rewşa zarokan û perwerdiyê hene. û ez çîrok û helbestên zarokan jî dinivîsim, û min du pirtûk amadekirine bo zarokan (helbest, çîrok).

Weke min diyar kirî ez romanan jî divîsim, û romanek min bi kurdî ye, û didu bi erebîn e.

Lokman Polat – Pirs : 6 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Narîn Omer *-Rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî başe li gor pirsgirîk û astengiyên me yên netewî û civakî û abûrî. Ji ber kû heta vê gavê jî axaftina me bi zimanê me yê kurdî qedexe ye, û fêregeh û dibistanên me yên fermî nînin, û her wiha pirtûk û rêzimanên me yê yekbûyî û yekser jî nînin, û her yek ji me ji xwe û ji mala xwe destpê dike û xwe fêrî zimanê xwe yê kurdî dike, lewra ez sipasiyên ji dil û can ji hemî nivîskar û hezkiriyê zimanê kurdî re dişînim, û serkeftinê ji hemiyan re dixwazim.

Lokman Polat – Pirs : 7 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Narîn Omer *-Beriya çend salan nemaza di pêncîsalên dawî yên sedsaliya bîstan de guhdan pirtirîn bi helbest û çîroka kurdî hebî, lê ji destpêka sedsaliya bîst û yekan ve û belkî beriya wê bi çend salan guhdan bi roman û şano ya kurdî jî tête kirin, û bi dehên roman û şanowan tîne çap kirin û weşandin. Ev tişteka gelek başe û hêviyên min di vî warî de pirin.

Lokman Polat – Pirs : 8 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Narîn Omer *-Di nerîna min de pêşketina edebiyata kurdî bi rewşa gelê kurd ve girêdayî dimîne, û  em hemî dizanin rewşa me çawa ye û çawa derbas dibe, heta îro jî venasîn nehatiye kirin bi zimanê kurdî weko zimaneke serbixwe û kevnare, bihtirî pêncî (50) milyon kes pê diaxivin, nemaze ji aliyê rijîmên ku welatê me bindestî xwekirîn e û ew parçe parçe kirine. Lewra alozyên me, êş û janên me pirin, lê tişta herî baş ewe ku gelê kurd li hemî hêlên cihanê li zimanê xwe dibe xwedî û guh dide çand û raman û dîrok û wêje û filoklorê xwe, ji dev wan nagere. nivîsandina xwe berdewam dike. Ji ber vê yekê ez herdem dibêjim wê edebiyata me pêş bikeve û dewlemend bimîne, û pêşeroj li benda me û zimanê me û rizgarkirina me ye.

Lokman Polat – Pirs : 9 –Li gorê te helbest çiye? Tu dikarî hinek helbesta kurdî bidî ber helbesta cîhanê? Îro tu helbesta kurdî di çi astê de dibînî, helbesta nûjen di çi warî de ye?

Narîn Omer *-Helbest, xwarin û vexwarina can û rewan e. Helbest pşûkdan û pşûkêşana ksê bêhêvî ye. Dost û hogirê evîndar û mirovê yekane ye. Helbest awaza dil e û newaza giyane.

Belê em dikarin helbesta kurdî bidin ber helbesta cîhanê. Helbesta kurdî ji kevin de û heta niha di asteke mezin de dijî, ji ber ku  guhdan pê heye, û ya girîng ewe kû miletê kurd hestyar e û coş germ e û dil tenik e û nazike di hemî derfet û waran de. diyare helbest ji hest û nest û dilovaniyê tête afirandin.

Helbesta nûjen di warê bilindahiyê û pêşveçûnê de ye, çikû bêhtirîn helbestvanên me helbesta nûjen di nivîsînin, û gelek dibêjin dem dema wê ye, lê di nerîna min de dem herdem dema helbestê ye çi kilasîk û kevneşop be, çi nûjen be, û tu caran helbesta nûjen nikare çareseriya helbesta kilasîk bike, ji ber kû ewe bingeh u binyad.

Ez ji hemî celebên helbestê hezdikim û dinivîsînim, lewma pirtûka min ya bi kurdî bi helbestên kilasîk û kevneşop hatiye çapkirin, û ya bi erebî bi helbestên nûjenin.

Lokman Polat – Pirs : 10 – Mijarên berhemên te çin in? Di nav wan mijaran de mijara evîn û evîndariyê jî hene? Dibêjin; yên nebe evîndar derdê evînê nizane. Gelo tu buyî evîndar? Yanî tu aşiqê kesekî buyî? Yan jî kesekî aşiqê te bûye?

Narîn Omer *-Mijarên berhemên min cor bi corin wekî min beriya niha diyar kir. Belê mijara evînî û evîndariyê jî di helbestên min de heye. Min helbest ji şîrava evîniyê vexwartiye, û di nav mey û mesta wê de ez şadîman û mestyar bîme. Ez bîme dilber û hezkiriyê min biye dildareke hest germ û bextewar.

Lokman Polat – Pirs : 11 – Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Narîn Omer *-Rexne tête nasîn weke celebek girîng ji celebên tor û wêje, pêwîstiya wê ewe kû cudabînê têxe nav bera tiştên baş u yên nebaş de, yan tişta pak ji ya ne pak di hilbijêre. Helbet ev tişt di warê çand û wêje de jî tête bi cihanîn.

Lewma kesê rexnevan ewe yê kû li ser berhema nivîskar disekin e, û demeke baş pê di fikir e, û paştre nerîna xwe li ser dide piştî kû tiştên pak ji yên nepak di veqetîne, û wêneyên rast ji yên ne rast yan çewt di neqîne. Beriya niha min gotiye kû rexne weke neynikê ye, û kesê nivîskar, hunermend, lêkolîner neçê û erêkiriyê nivîsa xwe têde dibînin. Li ba min kesê rexnevan weke miroveke endizyar e, ka çawa ew rê û rêwazên avakirina rast û bingehîn li pêş host e ronî dike wisa pêwîste rexnevan derbarê nivîskar de bike. Ew weke mamoste yê fêrgeh û dibistanê ye, Ji piçûkaniya mirov ve mamoste wî fêrî alîfba yê (A.B) yê dike, û wî bi şêweyên çand û huner û zanînê dide naskirin, welê ji rexnevan tête xwestin kû bi vî karî rabe.

Eger em pirs bikin kû rexnevanê me kurdan hene yan na? Mixabin emê bêjin: na, ew nînin, eger hebin jî ew kêmin û li ser tiliyan têne hijmartin, çimkî yê li ser bermeman di sekine û dixwaze wan bi nerxîne, belê ew nerîn û têbîniyên xwe yên kesayetî diyar dike, û belkî pêwendiyên wî yên kesayetî bi wî nivîskarî re hene, yan jî şadîmaniya hestên xwe derbarê berhema wî de eşkere dike. nivîsa wan derbasî hola rexnan û rexnevaniyê de nabe.                                                                                                                                                                                                                         

Lokman Polat – Pirs : 12 – Gelo di nav eniya edebiyata kurdî de valahiya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn? Tu çi difikirî?

Narîn Omer *-Bi rastî, rexne dimîne celebek ji celebên tor û wêje. Helbet merc û yasa û rêzimanên rexne û nirxandinê hene, kesê bixwaze keleka xwe di derya ya herduan de bi şopîne bi awayeke rast û rêwaz pêwîste ew melevaneke jîr û têgehiştî be, û bi hestên zelel û bi mejiyeke ramyar derbasî hola berheman bibe, da ew encamên hişmendî û serkeftî ji karê xwe wergirîne. Şêweya zanistî jî merceke pêwîste û erkeke xuya ye ji mercên rexnavanê zanyar û torevan. Em bi hêvîne di pêşerojê de ev rexnevan û nirxevan ba me peyda bi bin û pir bibin, da nivîsên me pêş ve herin û ser bi kevin.

Lokman Polat – Pirs : 13 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Narîn Omer *-Belê ev kovare pêwîste, û em hewceyên wêne, da her nivîskareke kurd asta berhemên xwe û nivîsên xwe bizanibe û nas bike.

Sedemên kêmbîniya van kovar û pirtûkan pirin. Ji aliyê abûrî ve,  pêwîste bi asteke bilind derkeve, û gelek şên û ravaştin jêre dive. Helbet nirxevan û rexnevanên jîr û bawermend jî jêre divin. Belê ji ber kû em bi van tiştan bi bawerin hêviya me mezine kû di demeke nêz de em wan amade bikin li ser xaka cîwar û rastiyê.

Lokman Polat – Pirs : 14 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî? Û herweha Tu ji berhemên (roman, çîrok, helbest û şano) kîjan nivîskarên cîhanê hez dikî?

Narîn Omer *-Ji piçukaniya xwe ve ez tevlî xwendinê bîme, xwendina hemî celebên pirtûkan, ji ber kû di mala me de pirtûk xaneyeke mezin hebî, pirtûkên cor bi cor têde hebîn bi zimanê kurdî û erebî. Çimkî birayê min (Adil) rewşenbîr û xwendevaneke jêhatî bî, û di wî çaxî de şagirdê zanîngehê jî bî.  Dema ez baş fêrî xwendina kurdî û erebî bîm min bi dest xwendina wan pirtûk û govaran û rojnameyan kir, û hezkirina min ji xwendinê re ez bero nivîsandinê ve jî dam. Ez dikarim bêjim bandora gelek nivîskaran li min heye, û ez ji hemî şêwaz û reng û celebên çand û wêje û raman hez dikim.

Lokman Polat – Pirs : 15 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Narîn Omer *-Hemî nivîskar û rewşenbîr û rojnemevanên kurd li ba min rêzdarin û ez xwe nêzîkê wan dibînim û ew nêzîkî minin ji ber kû jana me hemiyan yeke, doza me yeke, û armancên me yên netewî û civakî û abûrî û rêzanî û polotîkî weke hevin û ji hev cuda nabin.

Lokman Polat – Pirs : 16 – Te qet pirtûkên min xwendiye?

Narîn Omer *-Belê min berhemên te yên li ser malperan belevkirî  xwendine û ez wan herdem dixwînim, ji ber kû tu nivîsarek û romannivîseke jîr û serkeftiyî.

Ez serkeftin û pêşveçûnê ji te re û ji karê te re dixwazim.

Lokman Polat – Pirs : 17 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Narîn Omer*-Ez li ser nivîsa xwe di xebitim, min deh pirtûk amade kirine, sisê roman. du pirtûk çîrok, du pirtûk helbest yên (kilasîk û pexşan). Du pirtûkên zarokan (Helbest, çîrok). çend pirtûkên kurt û piçûk li ser rewşa jinê. Li benda çapê û çapxanê ne, mixabin ji min nayê ez wan çap bikim û biweşînim, çi ji aliyê abûrî ve be, çi ji aliyê wêrînî û emnî ve be. jİ aliyên dî ve ez berhemên xwe li ser malper û kovar û rojnameyên kurdî û erebî di weşînim, û ezê binivîsim heta kû xwîn di ra û demarên min de bigere.

Lokman Polat – Pirs : 18 – Gotina te ya dawî…

Narîn Omer *-Qeftên sipasiyê ez diyarî te dikim, û kulîkên rêzdariyê di dilê te diçînim, û mûmên hêviyan di giyan û ramanên te de ronî dikim. Herdem serkeftî be nivîskar û mamostayê hêja Lokman Polat.

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply