HELBEST Û ÇAVKANÎ

Çavkaniya helbestvana, sereke welatê ku lê jiyaye. Gund û kolanên zaroktiya wî ye. Xweşî û nexweşiyên jiyanê ku li derûdora civaka ku ew jî yek ji wanê li wî warî mezin bûye. Eger piştî demekê ku ji şert û merc ew ji welat dûr xistibe, şertê welat û netewa wî jî xerab be helbest dibe çîrok û dîroka van mijaran. Herwiha ku merev li jiyana tevahiya hozanvanên ku destan afirandine dinêre ev rastî derdikeve holê. Dema tê şîrovekirin ev hestên hozanvana di şîroveyên wande tên xuyanî.

Karê helbestê ne karekî hêsane û tenê bi xatirat û xwestekên cûrbecûr pêknayê. Zanistiya ziman derdikeve holê û giringiya wê diyar dibe. Her wiha hemî kesên ku rahêjin pênûsê, nagihêjin kûranî û wateya helbestê.

Helbest, Hemî xwestekên jiyanê ye.

Hemî dîmenên erdnîgariyê ye.

Hemi kul û kovanên civaka ye.

Deşt û çiya, erd û asîman e.

Helbest li gorî demê di dilê helbestvanan de difûre, dibe benê.

Dem heye pesindana destanên şervana ye, dem heye xweşbîniya azadî û serbestiyê ye.

Dem heye dijberî zordariyê ye, dem heye doza mafê mirova ye.

Carînan dibe kul û birîn di cobara dilê hozanvana diherike û dibe berhem.

Piştî serkeftinên netewî, helbest dibe qada azadiyê û dibe şahî û dîlan.

Di çanda me Kurdan de, di vî sed saliya dawîn de bûye kilama dengbêja û bûye destan.

Kilamên şer û cengên giran kul û kederên giran e.

Serborî, çîrok metelok dibin mijara helbestê û dixemilin.

Helbest gelek cara hêvî û mîraze, xwestekên jînanek aram e.

Helbest li welatê weke me ku bindestî bûye çarenûs, dibe holika şûn û girî.

Di helbestên hozanvana de gelek caran, Xweşbînî, delalî û dilşadî dibe mijar.

Koçberî û perîşanî, şert û mercên xerab, li xerîbiyan dibe derbederiya mişextan li kolanan bi derbederi dimeşe.

Helbest gelek cara di nabêna dahlên şîn û bax û bostana de dibe hêşînî û di biharan de dibe gul û beybûn.

Helbest ji hinava hozan derdikeve û dibe balînde, ji xerabiyên li ser erdnîgariya pêk tên ber bi ezmanên şîn de baskê xwe dihejîne û difire

Helbest gelek cara li heremên wêran rast tê û li kolanên vala bi derbederi dimeşe û hawariyê dike.

Dem dem dibe giyana pak ya cangoriya, xemgîn dibe û carînan dilopên xwînê ji çavan dibarîne.

Helbest geh holike, geh sitargehe, geh kozike, û geh war e.

Helbest beşek ji çanda millete, folklore adet û tore ye.

Helbest, tevger û têkiliyên civakî ne, hawar û gaziyê ku netew pê tê nasîn.

Helbest karekî erêniyê û derûnî ye, hisret e, kul û êş e, azar û xem e.

Di cobarên jiyanê de helbestê bi gelemperî kul û xem diherikin.

 

Mamoste Baqî

Derbar ziman

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply