HANÎ: Ez dixwazim hem kurd hem jî azadperwer bijîm

Hunermenda dengxweş Hanî, di meha adarê de bi strana xwe ya nû ‘Democracy’ derket pêş hunerhezan. Hanî, di ‘single’ a xwe de rexne li dewletên ewropî û yên cîhanê ku xwedêgiravî bi pergala demokrasîyê têne rêvebirin dike; balê dikşîne ser binpêkirinên mafên mirovan û xemsarîya wan a li hember şer û trajedîyên ku rê li ber vedikin. Di klîba strana navborî ya ku bi binnivîsa îngilizî hatî amadekirin de, hunermend, li kêleka dîmenên şerrî yên bandorker, bi performans û hesteke xurt balê dikşîne ser karesatên civakî’ yên wek wêrankirina wêlatan, birçîbûn, koçberî û penaberîyê. Hem bi boneya strana nû û hem jî ji bo ku em wê hinek din ji nêzîktir ve nas bikin, me bi hunermend re hevpeyvînek çêkir. 5.jpg görüntüleniyor

YC: Hanî xan tu hunermendeke nexasim li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek tê naskirin î. Lê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dibe ku ne ewqas. Tu dikarî di derbarê jîyana xwe de çend agahîyan bidî me.

HANÎ: Ez ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bajarê Sinê me. Heta 24 salîya xwe li Sinê jîyam. Min li bajarê xwe dest bi karê hunerî kir. Di warê stranbêjî, wênesazî û nivîsandina helbestan de. Min perwedahîya xwe ya hunerî li Tehranê qedand. Min yekem komî muzîkî keçan li Rojhilat ava kir. Me tevî vê grûbê, li Sinê û li Tehranê konser dan û em tevlî mihricanên hunerî bûn. Me di hundirê salekê de gelekî deng veda û em li Îranê nasraw bûn. Dûre, ji ber têkilîyên siyasî û nebûna azadîyê ya li Îranê, min biryar da ku welêt biterikînim. Lewra, hunerê ku min dikir, hunereke neteweyî bû û êdî nedibû ku li wê derê bidim meşandin.

YC: Hunera kurdî, nexasim musîqîya kurdî bawer im li şarî Sinê gelek pêşketî ye, ne wisa ye?

HANÎ: Belê, di warê wênesazî, şano, helbestî û muzîqê de gelek hunermend ji Sinê derketine. Di warê hunerî de mistewaya wê gelekî berz e. Elî Eskerî Kurdistanî, Bahmanî Qubadî, Îbrahîm Seîdî, Nasir û Marzîye Rezazî, Dr. Sadiq Eyûbî, Kamkaran û gelek kurdên din yên navdar derketine ji Sinê. Sinê, zor bi quwet e, lê Kirmaşan jî ne xirab e (dikene).   

YC: Di malbata te de kesên hunermend hebûn ku tu bi tesîra wan rêyeke wiha bibijêrî?

HANÎ: Ez di malbateke zor zor mezhebî de mezin bûm. Mamê min, îmamê mizgefta bajarê Sinê bû. Lê di malbata min de, di heman demê de komunîst jî hebûn. Malbateke tezat bû. Çendî şehîdên me hene. Li ser navê Hizbî Komeleyî Kurdistanê. Van hemû kontrastan li ser min tesîr çêkirîye. Ji bilî wê, di binemala me de nûser hebûn, helbestvan û zor kesên siyasî jî hebûn. Ji hêlekê ve malbateke mezhebî, lê ji hêla din ve zor zor modern bû. Mamê min herçiqas îmam bû jî, lê dîsa qet li dij min derneket ku ez bisitirim. Lê bi tevahî ne hêsan bû ji bo min ku ez rêyeke wiha hunerî bidim meşandin. Min tekoşînek da ku ez vê rêyê ji bo xwe xweştir bikim.

YC: Te heta niha çend album derxistine?

HANÎ: Yekem albuma min bi navê ‘Cinderella’ derket. Bêrhemhênanî aîdî Helkewt Zahir bû. Wek biraderekî ez bêşdarî vê projeya xwe kiribûm. Lê albuma min ya duwem ‘Dayîk” bi giştî ji berhemên min hatiye çêkirin.  Ji ber wê, ez dibêjim yekem berhemî min, albuma ‘Dayîk’ e.  Cindrella, ne aîdî cîhana min bû. Yanî, min heta niha du album derxistine, lê ‘single’ên min gelek in.

YC: Te bi hunermendên wek Şivan Perwer, Dilşad Saîd, Hesen Şerîf û Xêro Abbas re di strana ‘Pêşmerge’ de cîh girt. Herhewa, te bi  Memet Akbaş re strana ‘Berde’ got. Li hêla din, bi Omar Dîzayî re ‘Birîndar im’.  Tu bi hunermendên din re ji bo duetan dilxwaz î? An jî hunermendên din ku tu bixwazî bi wan re duetên nû çêbikî hene?

HANÎ: Ez nikarim biryara vê yekê bidim. Li gor wê demê, wê projeyê û asta wê berhemê dikarim biryar bidim. Ez ji bo duetan li navdarîya hunermendan nagerim. Heger konseptekî baş be, beşdar dibim. Ji bo xatir, di projeyan de cîh nagirim.

YC: Li gor te krîterên hunermendîyê çi ne?

HANÎ: Yên ku karê hunerî dimeşînin, divê xwedî şiûrî hunerî û şiûrî însanî bin. Ev yek gelekî muhîm e. Hunermend, divê xwedî raman be, fikrên wî yên nû hebe, girêdayî welatê xwe be, li cem civaka xwe be, bi xweşî û nexweşîyên wê re hemhal be. Heger hunermend li gel civaka xwe û miletê xwe nejî, ew dîwarê di navberê de her qalind dibe. Heger wisa tevbigere, dikare hunereke ezîm û berhemeke baş derxîne meydanê.   

YC: Heger meriv bi salan ji wê civakê dûr be, dikare berhemên xurt bide?

HANÎ: Bo nikare? Bi rêya medya û înternetê hemîşe dibînî ka çi diqewime. Wextê ti fotoyek, resmek dibînî, ew qat hestekî wijdanî bi te digire. Te nerihet dike. Lê heger ew hesret û hezkirina welêt hebe, wê demê ew hest berhemên te bi qewettir dikin.

YC: Tu demekê li başûrê Kurdistanê jî mayî, te hunera xwe meşand. Çavdêrîyên te yên ji bo Başûrê Kurdistanê çi bûn?

HANÎ: Başûrî Kurdistan cîgaheke tenha bû ku ez bikaribim ji bo hunerê xwe lê ceng bikim. Li ser boçûnên xwe sor bibim. Tozek jî bi netîce gihîştim. Li wê derê, tevlî çend bernameyên televizyonan bûm. Gelek rexne hatin ser min. Ji kulturekî kurdî zêdetir, kulturekî jêrdestî Baas û Seddam min dît. Di Korek TV de bernameyeke pêşbirkî ya stranan hebû. Ez û du piya em jurî bûn. Gelek kes dihatin bernameyê û ji bo afretanî beşdar dibûn rexneyên min dîrekt û sert bûn. Dema min ew kandîdat tuj rexne dikirin, derûdor jî ez rexne dikirim. Ji tişt û pêşkêşîyên seretayî hez nakim. Ne pêwîst e ku tu ji her tiştî re bêjî ‘baş’ e û li çepikan bidî. Yekem car min gotî wisa nabe. Helwesta min ya di bernameyan de, rê li ber gelek alozîyan vedikir.  Ji hêla din ve, ew qatê ku em li Hewlêr bûn, em diçûn bi dehan restorant, lê me yek afret nedidît. Tu bi navgînê bi kîlometreyan di kolanê de erebe dajoyî, yek afret nabînî li ser cade. Makyaja min, stîla min ya por û şêwaza  min, di çapemenîyê de bûn sedemê rexneyan. Lê tu dixwazî hem kurd û hem jî azadperwer bijî. Ez qasî salekê mam, lê gelek tiştên bi vî rengî qewimîn. Balafirgehên modern dirûst bûn, dikanên cilfiroşîyê yên luks peyda bûn, avahîyên gewre çêbûn, lê di warê bingeheke çandî, hunerî û civakî de gelek lawazî hebûn.  

YC: Rewşa Rojhilatî Kurdistan dişopînî?

HANÎ: Fişarî rejîmî Îran nahêle tu nefesê bigirî. Di warê îktîsadî û siyasî de xwedî sîstemeke gelek pîs e. Lê kurd di hundirê Îranê û Rojhilatî Kurdsitanê de, di gelek waren de zor aktîv in îro. Xwepêşandin hene, lê di raginadina Îranê de cîh nagirin. Bi dehan, fîlmsaz, nivîskar û rojnamevan li zîndan in…

YC: Zor spas

 

Hevpeyvîn: Yado Ciwan

Kovara Şemamokê de hatiye weşandin

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply