Hamîyet û Xîreta Milletê Me

Ê nîyet xerab ji bo ku berjewendî û qencîyan ji xwe re rakin dixwazin te û we bikşînine zexelî yê. Ji bo wê divê em tim û tim hişyar bin. Kes bila nebê ma mira çi. Kî çi dike bila bike, tu nekî jî ya te kirin bidin. Lê heger tu xwe xebatan bikî jêhatbî berjewendî ya xwe zanibî kes nikane te û we bixapîne û ji bo xwe bişuxlîne.

Heger em wan xebat û tevgerên xwe ser fîkrekê xerc bikin wê demê ew xebatên me heba nabin û betalî narin. Ez mînake kê bidim ku hûn hîn baş fehm bikin. Dema ser her çiya yê  av tê û dikeve cokan/qenelan û heger tu pêşî yê bendavekê çêkî ya ew awa betalî nare û derekê kom bê û tuyê pê wê avê him zêvî yan avdî him jî bibê ceyran e û him jî ji bo keskayîyan werê bikaranîn.

Wiha jî enerjî yê mîlletekî jî heger ser tiştekî nê bikaranîn û derekê nê komkirin wê demê ya ew enerjî bi betalî herê û her kes gor xwe bixapînê û bikar bînê.

Divê mîlletek çawa malê xwe zekatê dide wiha jî bi zekata zekawet û hîmmeta xwe jî bo mîlletê xwe xerc bike ku dibe ku milletê me jî rêde bigihîje milletên din. Em pir dereng û paşva mane. Enerjî û xebatên me gîşkî ji bo îxtîlaf û dijminî ya hev têye xerc kirin.

Divê kesê hêja derkevin û van xebatan re riyekê vekin û bila betalî nere.

Bi fikra millîyetê di cewfê gel de hewzekî me’rîfetê û muhhabbetê wek hewzê kewserê vekin. Em qulêk ê ku derwa yî wî hewzî de hamîyeta me dinizile em bi me’rîfetan bigrin. Mecrayên/qenelên jor ku avê berdidin nava wî hewzî bi fazîletê Îslamî vekin. Kanîyeke mezin heye; heta naha bi suîstîmalan, li erda şorax belav dibû û sûd dida hin parsek û bêxîretan. Îca îro ji vê kaniyê re qeneleke baş çê bikin, bi mesayiya şer’î bedrin vî hewzî. Peyre jî avê bedrin bostanê kemilînên xwe. Ew çavkanîyeke mezin e ku ne diqede ne jî diçike. 

(Bedîuzzeman Saîd Nursî, Dersên Civakî, r. 121-122)

Her dem her millet ji bo menfeatên xwe dixebitin û îttifaqê ava dikin û dest didin hev. Lê va rewşa ji bo milletê me gelek zor û zehmet e. Çimkî nav milletê me de gelek parçebunê fikrî, mezhebî, siyasî, olî û meşrebî hene. Lazime em jî wek milletê din dema ku ji bo menfaatên xwe werne cem hev û ji bo yekitîyê çareserîyan bibînin.

Gernas Bawerî

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply