Pêncşem , Sermawêz 14 2019
Destpêk / Wêje / Hevpeyvîn / Hamid Omerî: Ez jî nikarim debara xwe bi zimanê xwe bikim

Hamid Omerî: Ez jî nikarim debara xwe bi zimanê xwe bikim

Rexnegir û helbestvanê ji Bakurê Kurdistanê Hamid Omerî di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re behsa rewşa zimanê kurdî û nemaze rexneya edebî ya kurdî li Bakurê Kurdistanê dike û dibêje: “Li bakur çawa partiyên siyasî pirr bin û siyaset lawaz be, rexnegir jî pirr in lê rexne hindik e! Çimkî îro herkes rexnegir e! Rexne jî her wekî janrên din her wekî însanên me zû mezin dibe.”

Omerî herwiha behsa proseya guhastina berhemên wêjeyî yên soranî bo kurmancî dike û dibêje ev kar dihêle kurd bêhtir ji hev nêzîk bibin û hev baştir nas bikin.

Besam Mistefa: Helbest û rexneya edebî du warên hinekî ji hev cuda ne, te çawa karîbû herduyan bîne ba hev?

Hamid Omerî: Bi raya min helbestvan xwedî wijdan e û dikare gotina jidil vebêje. Çawa T. S. Eliot wek helbestvanekî mezin gotina xwe derbarê edebiyata ingilîzî de gotibe, ez jî dixwazim di derbarê ya kurdî de kelam û qenaetên xwe vebêjim. Ji bilî helbest û rexeneyê ez bi zimanê tirkî li ser rojev û siyaseta Kurdistan û Tirkiyeyê dîtin û ramanên xwe dinivîsim.

Te çima navê “Keser” li yekem pirtûka xwe ya helbestan kir?

Bi rastî navê dîwana min ne Keser bû. Dosye bi sernavê “Hinek Şima û Hinek Zencefîl” xwe gihand weşanxaneyê, lê ji aliyê edîtor û xwediyê weşanxaneyê ve pêşniyareke wiha hat. Balkêş e bi qisset û hîkayeta xwe ev nav û kiras lê hat. Çîroka weşana Keserê bi xwe bi kul û keser e dibe ku navê wê gazî wê kiribe! Bo naverokê mafê gotinê ji dest min derketiye lewra ew maf êdî bêtir mafê xwîner e. Eger zimanê kurdî ne ji lewheya mehfûz bûya dibe ku zûde ji holê rabibûya. Lê hîn heye û em qala edebiyateke zimanekî wisa dikin ku hîn jî bê dewlet û bê pergal e! Bes ev bi tena serê xwe mezinatiya vî zimanî nîşan dide. Ev mûcîze ye. Û bi raya min çîroka vê mûcîzeyê helbet ew ê bi keser be, lê eger di vê çîrokê de hêvî nîn bûya dê ev mûcîze jî pêk nehata. Çimkî di mûcîzeyan de keser û estetîk jî heye.

Rexneya edebiyata kurdî li Bakurê Kurdistanê gihîştiye çi ast û qonaxekê?

Rexne karekî zor û zehmet e! Xwendin e beriya her tiştî û pişt re dîtin û famkirin e. Bi raya min rexnegir ne dozger û mamoste ye û qelema sor jî di dest de nîne. Te dît hin mamoste hene bi qelemên xwe yên sor li kêmasî û qusûran digerin! Ji xwendinê bêtir notgirtin û notdayîn! Di sûreyê Qelemê yê Qûr’anê de qala “hemazîn”an tê kirin. Karê wan tenê ev e ku kêmasiyan bibînin, şexsiyetan biçûk bixînin, gotinan li derûdorê bigerînin. Lê wexta ku rûberî wan kesên ku biçûk dixînin dibin maskeya xwe ya din derdixînin! Li bakur çawa partiyên siyasî pirr bin û siyaset lawaz be, rexnegir jî pirr in lê rexne hindik e! Çimkî îro herkes rexnegir e! Rexne jî her wekî janrên din her wekî însanên me zû “mezin” dibe; bû. Xortaniya “şoreşgerên” Bakurê Kurdistanê tune ye, ha te dît kamil bûn. Rexnegir jî wiha nin, zû gewre dibin. Bi giştî, rewşa rexneyê ne pirr xirab e û bi demê re dê pêşketîtir bibe.

Eger em Hamidê rexnegir bi ekoleke rexneya edebî ve girê bidin, tu xwe di kîjan ekolê de dibînî gelo?

Rexnegirên cîhanê di kîjan ekolê de ne gelo? Çiqas cara ku ev pirs ji min tê pirsîn mezheb tên bîra min. Şafî, Henefî, Henbel û Malik û yên din. Wan negotiye ev mezheba min e û riya min e lê tabiê wan çêbûne. Niha kesê nizanibe ayetên Xwedê bixwîne û ji sunneta pêxember ne haydar be ew ê zanayek jê re bêje tê wiha nimêj û taetên xwe bikî û wiha tevbigerî. Lêbelê ger tu zanibî bixwînî û fahma te hebe bi riya xwendina Qur’anê tu dikarî bibî misilmanek qenc. Helbet em ê ji mezheb, alim û ekolan sûd werbigrin lê em ê jî her wekî nivîskarê ku berhema xwe piştî xwendinên xwe yên cihê afirandiye, bi xwendinên xwe yên berê û niha (felsefe, sosyolojî, psîkolojî htd.) li gor dîtin û zanîna xwe qenaeta xwe derbarê wê tekstê de bêjin.

Wek mînak ez musilman im lê ne şafiî ya jî henefî me. Wek mînak M. Bakhtîn di berhemên xwe an jî di dersên xwe de çawa nêzîkî berheman bûye piştî xwendinê em dikarin têbigihên. R. Barthes ji haikuyan dest pê dike û qal û behsa afirandina romanê dike. Psîkanalatîk, sosyolojîk, feminist…bi xwendinên din yên li derveyî edebiyatê em dikarin li edebiyatê binêrin lê helbet li gor metna li ber dest. Bi dîtina min eger berhem li holê nîn be jixwe em nikarin qal û behsa rexneyê û rexnegiriyê jî bikin. Lewma ji girî û kenê li gor rê û rêbazên sînorkirî hez nakim. Divê bê zanîn ku Kurdistan mustemlekyek klasîk e heta ji klasîkiyê jî wirdetir e. Lewma bi postên nû nihêrtina li edebiyata kurdî eger ez ya dilê xwe bêjim ji min re rijî û xav tê çimkî pirr sar in.

Ez bi hewl û xwendina xwe bi pey diyarokên di nav metnan de ne dikevim û bi ger û lêkolîna xwe ya li ser metnê di bin her nivîsê de li “ziman”ê veşarî digerim. Bi vê riyê li ser kêşeyên fiêlên edebî gotina xwe dibêjim.

Rewşa zimanê kurdî hem di warê axaftinê û hem jî di warê nivîsandinê de li Bakurê Kurdistanê çawa ye? Gelo bawerî di navbera mirovê kurd û zimanê wî de dirust bûye?

Bakurê Kurdistanê hem têgehek heqîqî ye hem jî xeyalî ye. Wek navlêkirinek be jî Kurdistanek heye û bakur jî parçeyek ji wê Kurdistanê ye. Lê piştî ku rêvebirên parçeyê mezin destê xwe ji Kurdistana navlêkirî şûştibin îjar bakur dibe bayekî surr yê ku ji aliyê çiyê ve tê. Nexwe bakur çi ye başûr çi ye! Li gund û navçeyan kurdî, zimanê axaftinê ye, lê ne yê nivîsandinê ye lê belê li bajaran jî zimanê kurdî bes li cem nivîskaran bi kêmî yê xwendinê bi pirranî jî yê nivîsandinê ye! Zimanê kurdî hîn jî ne zimanek ‘erêkirî’ ye: A ha mînor û major hat! Yaşar Kemal (Xwedê rehma xwe lê bike) di edebiyatê de çawa dibe kurd kî dikare ji min re bêje ku em rabin ji bo edebiyata wî qala mînorî û majoriyê bikin. Yaşar Kemal bi edebiyata xwe tirk e û daxilî edebiyata tirkî ye ti eleqeyek wî bi kurdî û kurdan re tune ye! Siyaset jî siyaseteke bi tirkî û Turkiyeyî ye çimkî ne bi kurdî ye ne Kurdistanî ye. Dibistan tune, zanîngeh tune! Bê medrese û te’lîm ji nişke ve çûndin û qedandina teza bilind zimanê kurdî nake zimanê axaftin û nivîsandinê. Lewma xwendin jî kêm e nivîsandin jî kêm e! Dilgirtin bi pirranî bi tirkî ye, xewn bi tirkî ye. Ma çi? Ma nifşên nû. Ew jî niha bi pêşnûmaya “Me Kurdistan avêt ser sergo!” perwerde dibin. Mela û mamoste û serokên Bakurê Kurdistanê bi kîjan zimanî biaxivin dê zimanê wir jî di pêşerojê de dê ew ziman be. De êdî zarokên me û nesîbê xwe!

Niha bizaveke berçav a guhastina berhemên edebî yên soranî bo kurmancî li Bakur tê dîtin, bi baweriya te karekî wiha dikare xizmeta edebiyata kurdî bike û çima?

Gelo kurd bi destê xwe hev ji hev bi dûr dixînin? An pirr demokrat û pirralî ne! Em dibêjin zimanê kurdî lê soranî, kurmancî û zazakî bi awayek ergonomiya xwe hema bêje bi temamî dîtine û ji zaravayek wêdetir zimanek in. Kurmancî, Soranî û Zazakî…Bi her sê zimanan jî helbest, çîrok û roman tên nivîsandin. Lê her sê ziman jî wek zimanê kurdî tên bi navkirin! Ji van her sê zimanan zimanek standart! Ya rast dibe ku her wekî wî dengbêjî em bêjin “emrê çû gerî nayê”. Siyasetê û dagirkeran em ji hev bi dûr xistin lê bi riya edebiyatê em carek din dibînin ku em yên hev in. Ziman(!) cuda be jî jan yek e. Weka ku heman dil biavêje. Bi riya vê guhastinê em ê nêzîktirê hev bibin. Haya me bi xêra te û çend navên din ji edebiyata soranî çêbû lê divê hay ji edebiyata kurmancî jî çêbibe. Ez bêjim Sewsen û Las…Di her du romanan de jî di hêna xwendinê de leheng zindî bûn û piştî min roman xwend û danî min dît Sewsen hêj jî li nexşeyan dinihêre…

Gelo li gorî çi hîm û bingehan tu pirtûkekê hildibijêrî û li ser dinivîsî?

Heta deh saliya xwe ez li Kurdistanê jiyam wa emr ha ma biqede ez li derveyî welêt im. Li vir carnan hevalên min dibêjin em ê herin derveyî welêt! Ji vir qesda wan Ewropa ye lê asîmîlasyona fahmî tiştek wiha ye. Ne li Kurdistanê ye li Tirkiyeyê ye lê dibêje ez ê herim derveyî welêt! Xwendina metnên edebî! Ez neçûm ti qursên ziman… Min bi wî zimanê ku bi min re bû dest bi xwendin û xebatê kir. Wek her nivîskarê kurd ez jî nikarim debara xwe bi zimanê xwe bikim. Li ber keresiyên dagirkerên xwe û qewmê xwe bi zimanê wan dijîm…Ji bo xwendin û rexnekirina berhemên bi zimanê xwe ez ji emrê xwe didizim, ji kêfa xwe, ji xewa xwe! Çimkî di hefteyê de şeş roj ji serê sibê heta êvarê xebat heye. Ji kar vegere malê; xwarin, paqijî û pişt re xwendin eger di te de hal mabe! Ya ku kurd dikin mûcîze ye! Ti ji heqê kirêya xanî, ji keda xwe digrî… Jiyan ne ew qas rihet e axir. Berhemên nû dişopînim bêtir bala min li ser romanê ye. Pirranî ez berhema ku li ser dixebitim du car dixwînim. Hemû berhemên ku min dest bi wan kiriye îlim hatine xwendin; nîvco nahêlim. Bes ji bo ku neheqiyê li wê kedê nekim. Piştre wateya ku ji berehmê dipijiqe (eger hebe) xwe bi min dide nivîsandin.

Bextiyar Elî di gotareke xwe de dibêje “Kurd bê wergêrtirîn miletê cîhanê ne!” nerîna te çi ye?

Bextiyar Elî mafdar e lewra rewşa reel tespît kiriye. Em di qesreke xerab û xemgîn de ne. Heta ku ev qesr ava nebe û bi xwe re der û dora xwe jî şên neke, çûkên ku dê di hewşa vê qesrê de bixwînin dê bi erebî, tirkî û farisî bixwînin lê ku em rojek bi aqilê serê xwe firiyan û derketin jor nexwe ew çax ben û hevsarê me dê ne di destê xelkê de be û em ê serdestiya bê jî qebûl nekin.

Kîjan nivîskarê kurd hêjayî wergirtina xelata Nobelê ya edebiyatê ye bi dîtina te?

Vîtrîn tune be nobel jî zor e lê helbet mumkin e. Nivîskarên ku vê xelatê stendinên bi berhemên xwe li holê ne. Lijneya Nobelê sibe biryar bide bêje em ê xelata nobelê bidin …nivîskarê kurd kî dikare çi bêje. Ew çax ew ê zimanê kurdî li ba hinan; xwediyên xwe şîrintir bibe û meşrû bibe. Wekî din kesên ku ji vê edebiyatê bihay in ji xwe xelata xwe didinê û yên ku jê bêxeber in tu rabî vê edebiyatê bixî nav ava zêr û derînî jî heta ku tu wan ji wê nexweşîn û zindana wan a bindestiyê xelas nekî boş e! Nobel derfet e. Ji bo nivîskarê kurd xelata nobelê îro ev e: xwîner û xwendin

Carekê dema me behsa çand û edebiyata kurdî dikir, hevalekî min yê ji Bakur got: “Bakur zêrekî veşartî ye, hîn xwe dernexistiye!”, tu çi ji vê gotinê fam dikî?

Kurd bindest in. Welatê kurdan dagirkirî ye li çar parçeyan jî. Parçeyê herî rihet parçeyê ku herî pirr bedêl daye ye. Rexne jî, edebiyat jî, berhem jî,…çi dibe bila bibe wexta ku bê nirxandinê aliyê wê yê estetîk û edebî çawa tê dîtin divê li gor rastiya wê ya ku tê de dijî û xwe ava dike jî bê dîtinê. Weşangeriya kurdî…Qedexe ye bi awayek, tirs û xof heye li bakurê Kurdistanê. Di bin vê tirs û tahdeyê de ti weşangeriyê dikî digel ev çend salên ku piçek xwedêgiravî ‘rihetî’ heye em radibin bi pîvanên ewropî weşangeriya xwe dinirxînin. Hêviyek me di vî warî de bila hebe û daxwazên me jî. Lê bi raya min eger ti bê welat bî ev nêzîkbûna “ewropî” bi awayek neheqiyek e jî! Neheqiya li nivîskar, li weşanger û li xwendekar! Çimkî neheqî li Kurdistanê tê kirin. Lewma hemû tiştên ku bi awayek bi Kurdistana ku hîn nîn e lê wek ku heye tê dîtin û nirxandin tûşî neheqiyê dibin. Ne tenê bakur, Kurdistan zêr e û helbet zêr dê her zêr be. Li deverek ku jiyan hebe edebiyat dê hebe. Jana her jinek ku Enfal dît û jiya, êşa her zarokê ku ji çîroka Mehabadê haydar e, ew kesê welatê xwe wek binxet û serxet dabeş kir û derbasî binxetê û serxetê bû ma çi ye…Edebiyata kurdî îro jî û di pêşerojê de jî pêdivî li ger û geşta mesele û mijaran dê nebîne bi raya min. Çimkî bîreke pirr kûr e…Dibe ku edebiyat di vê kûrbûnê de bifetise jî lê baweriya min ev e ku Kurdistan bi hebûna xwe ji bo edebiyata dinê eger derfet bibîne dê bibe zêr.

Niha li seranserê navçeyê şer û bûyerên mezin diqewimin, wek Şingal, Kobanî û deverên din. Gelo divê bi nerîna te nêzîkahiya rewşenbîrên kurd ji van bûyeran çawa be? Nivîskar divê têkildarî siyasetê be yan baştir e xwe jê biparêze û dûr bigire?

Nivîskarê kurd mecbûr e daxilê nav jiyanê bibe. Nikare ji jiyanê îzole bijî. Yên ku bîr dibin rewşê! Gotineke mezin e. Nexwe ev zilma ku li ‘fahmê’ tê kirin çawa nayê gotin! Yê ku bikaribe bîr bibe tiştan çawa dikare sergirtina heqîqetê qebûl bike û li dij vê nixamtinê kistîn ji xwe neyne!

Çi berhem û proje û karên te yên siberojê hene?

Dîwana min a duyem hazir e.Wekî din xwendin, xwendin, xwendin û belkî carinan jî nivîsandin.

Hamid Omerî

Di sala 1977’an de li Mezrêya Bismilê hatiye dinyayê. Bi eslê xwe ji Omeraya Farqînê ye. Li Stenbolê rojnamevanî xwend. Şi’rên wî di Tîroj, Nûbihar, Çirûsk, Kovara Wenda û Kovara W yê de weşiyan. Dîwana wî ya bi bi navê Keser ê di nav weşanên Nûdemê de derçûye. Di rojnameya Tarafê de û di malperên wek netkurd, îlkhehaber û kulturnameyê de nivîskarî kir.

Çavkanî: Rudaw

Derbar çandname

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Zimannas Elî Paksirêşt: Kurdên soran kar dikin û yên kurmanc jî tenê sloganan didin

Metirsiya li ser kurdî roj bi roj zêde dibe.  Pisporên zimên di wê baweriyê da …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *