Gundên Me Tev Şêrîn in

Vê havînê ez çûm gundê xwe, gundê min, gundê kalan û pîrên min, gundê min ku bê av, bê dar û ber be, bi kevir û axa êşk jî be gund şîrin e çimkî war û gundê kalanên me ne.

Gundê min, gundê we, gundên me gelek xweş in û tev şîrîn in, mirov li gundê xwe rehê xwe, dîroka xwe dibîne û xwe nas dike û bi hêwa, avê… jî bi aram û dil fireh dibe. Gundê welatê me tev xweşin û gundê me şîrîn in.

Gund welate, welat gunde. Gund warê kalanên me ye. Her tişt û karên gund xweza ye û keda her meriv têde heye.

Wexta ku çum gûnd, çûm ser girekî mezin li ser quçek runiştim. Li erd, ziyan, bexçe…mêze dikir, fikirîm û ketim nav xeyalan;

Dema ku bihar dibû herkes diçû bane ji bo pez, dewar û zeviyê xwe, mala xwe bar dikir û diçûn cîhê holan nêzeka kaniya û ber avê, holika xwe çê dikirin, dar di erdê de cik dikirin û çardak çê dikirin. Darê çilo û gîha davêtin ser û dora çardakan digirtin. Cîhê mitbax û xwarinpêjê erd dikolandin mina kozikê çê dikir û bi rêxa dewar û pez dora kozikê bilind dikirin û kozik berive pê bilind dibû.

Serê  sibê zu kal û pîra me, carna diya min bang dikir û radikirin ji xewa şîrîn, pîra min hê zu radibû nimêja xwe dikir, darê çatmê dida berhev, mast dikirin meşkê û dew dikiya, bi dengê çilqîn û kulpîna meşkê xewa me yê giran sivik dikir mîna dengê ‘elbanê, pîra me du sê meşk dikêya.

Serê  sibê bi dengê ‘urîna golikan, bi “me me..” ya pez û berxan li alêyek jî dengê pîr û xaltiyê me digotin “rabin ha rabin…” di hûnikayî ya sibê de ji xewa xwe ye şîrin dibûn, em ra dibûn. Di hunikayê sibê bayê xweşik rûyê me mist dida.

Di taştê de nanê tezeyê tenik li ber runê malê û mast bû, herkes zu dixwar ku herin karê xwe. Hinek diçûn paliyê, hinek diçûn baran, hinek nan dipêjand hinek karê argun xweş dikir, ez jî bi xalanên xwe re diçûm ber golik û berxan.

Min bala xwe da Çola Mala Osmîn; gundiyan û mala kalê min li wêrê palî dikirin bi das û kîlîntiyê, dibû qirçîna dasan û xişxişa puşê genimê… Wexta ber qedandina zeviyek dihat kêfa wan pir dihat û selawet dikşandin pê coş dibin xîret û hewl dihat me pali diqediya.

Min bala xwe da mêrga Beyro ku naxiran li mêrga Beyrê gihayê şîn dixwarin û  diçiriyan. Dewarên me diketin mêrg û beyaran, êvar dibû ku berve hola dihatin guhan û lemê mangan bi tijî dihatin mal, me re neqeyîlêbûn ku lê mêzekirana.

Rojek min di kozika hola de serşok dikir. Dengê kalê min ji dûr de hat û bang dikir, digot “pez ketiye nav garisê me, seriyan dixwin” Min zu bi zu çekê xwe li xwe kir, bê îşlig û sol beziyam di rê de diriyên zer û reş nexembû, bi lez û bez reviyam çûm min pez derxist û gelek dûr xist. Car jî vegeriyam hatim kozikê serşoyê xwe dewam kir. Qîrînek din jî hat car jî bavê min bû car jî dewar ketibû nav garis…

Min bala xwe da mêrga Hecsimo; mêze kir ku kal û xalê min di nav gêris de nin û sapê radikin, zeweş biribûn nav garis de dixwarin. Li bîstanê zeweşan mêze dikir zeweş mîna pez ku têde mexel hatibe, tev sipî û reş dikir.

Carna dora naxirê kalê min bû, serê sibê roj davêt di wexta beyanî de me naxira xwe rast dikir, rêxa deweran berhev dikir bi lez û bez, me digot em çawa zu topkin ku herin cem naxira xwe, rêxa dewera bi zukî berhev dikir û danî ber holê. Car jî em diçun pey naxirê. Me mêze dikir ku dewarên me ta çûnin Betêl, cihê dûr di çêm de derdiket. Heta me dewar komê serhev dikirin wext ber nîvro dibû, germahî destpê dikir û diketin rê, naxir danî av didan û dibir bin siya daran de mexil dikir…

Piştê  qedandina paliyan bêder destpê dikir. Li nav erdan girîşên genim, ceh…dikşandin ser bêderan, hinek bi keran, hinek bi piştiyê dikşandin.

Girîşên ser bêderê qasek xanîkî mezin û bilind dikirin, ga dibirin ser bêderê bi ga hol dikirin û digerandin, kîjan ga ku diwestiya carna ker dikirin ber ga. Wexta ku bêder dadiket qirme bi haletê ga ve dikirin û bêder digerandin bi rojan. Ku bêder hûr dibû, bêder komê serhev dikirin û li benda bayê bêderan dihewiyan carna bi rojan.

Paşê jî genim, ceh, ka.. barê çewal û xirar dikşandin malê. Mirovên xebatkar û hesp, ker çiqas pir biba pir zu diqediya. Karê hinekan carna heta şiliya zivistanê dima li ser erd. Mirov li alê hev dikirin ku kar zu biqede. Karên berê hêm pir bû hêm jî gelek bi zehmet bû.

Êvarê dê û xaltiyê me pez û mangê xwe ê bidotana, dewar û keran girêdana. Pez jî bibirana li nêzeka garanê mexel kirana..wext dereng dibû şîva xwe dixwarin û bi halê westiyayê her kes li ser nivînên xwe, xwe dirêj dikirin. Di bin heyvaronê de li stêrkên ezmanê rêya kayê me temaşe dikir me digot “ka çawa hatiye rijandin,” carna stêrk dibjartin carna jî çîrok ji hev re digot, di bin xweşikahiya hêwa û çiriskê stirkan de xeve diçûn.

Bi xişîna kosiyê xiyalê min winda bû, rabûm ser xwe min xwe berda jêr çûm ser kaniyê ava sar vexwar û ketim rêya mala gund.

Paşa Amedî

Çavkanî: Hejmera Nûbihara 109. an

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply