Dersên Kurmancî (2)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) YA DUYEMÎN:

ALFABEYA KURDÎ:

3)Cc:

Di tîpên erebî de ciyê tîpa جyê digire.

Mînak: catir, conî, cobir, cindî, conega, cîran (cînar), cot.

4)Çç:

Di erebî de ciyê چyê digire. Tîpa “ç” hem kirpandî (derblêdayî) û hem jî nekirpandî tê bilêvkirin (telafûzkirin).
Mînak:
Kirpandî Nekirpandî
Çil Çar
Çira Çêl (çêlek)
Çem Çend

5)Dd:

Di tîpên erebî de ciyê دyê, di tirkî de jî ciyê “d”yê digire.
Mînak: der, Dêrsim, direng (dereng), das, dayîk, dexil, badan, sîdar.

6)Ee:

Dengdêreke kurt e. Di tîpên erebî de texer (piranî) ciyê ه‌yê digire. Lê belê (belam) bo peyvên ku bi binyata xwe ve erebî ne û ketine di nav zimanê kurdiyê de jî, ciyê tîpa عê digire. Dema ku ciyê عê digire, hindek kes apostrofê (‘) didanin pêşiya “e”yê (hote; ‘e). Bes texer apostrof nahê (nahête) bikaranîn (emelkirin).

Mînak: erzan, erdnîgarî (coxrafya), ewr, Elî, ezbenî, ez, der, ser.

7)Êê:

Di tîpên erebî de ٧ (heft) dikeve ser یyê û wisa;”ێ” tê nîşandan. Di tirkî de nîn e (tune). Di navbera “e” û “i”yê de tê telafûzkirin. Dengdêreke dirêj e.

Mînak: êk (yek), êş, êvar, êl, êriş, mêvan, mêr, gêzer, şêr, Şêxan.

Hûn jî dişên (dikarin) mînakan lê zêde bikin.

Dewama vê sibehî dê bê (bêt)…

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply