Facebook televîzyonan tehdîd dike!

Facebook ji roja ku ketiye nav jiyana mirovan gelek tiştan pêşkêş dike û hê jî nasekine. Lê vê carê wisa tiştek dike ku dê bandora wê gelek li ser televîzyonan hebe: Beşa “ji ser face re weşana zindî û ‘hilbijêre-temaşe bike’ tê.”

Ev taybetiya nû ku navê Facebook Watch (Facbook Temaşe Bike) lê kirine temaşevan çi demê bixwazin dê li rêzefîlm, fîlm û bernameyan temaşe bikin, kengê biwazin weşana ku dil lêhebe dê bigirin nav lîsteya xwe ya şopandinê. Her wiha bikarhêner d3e bikaribin tiştên hevalên wan jî lê temaşe dikin bişopînin.

Dîrektorê Berheman ê Facebookê Daniel Danker wisa gotiye: “Hêviya me ew e Facebook Watch ji reality Show heta komedî û heta yekser weşandina sporê di eniyeke berfireh de bernameyan pêşkêş bike.”

Bi vê yekê ligel weşana normal a televîzyonan, dê bandorê li şîrketên wekî Netfliks û Amazon Prime ku ji ser întenetê re weşanê dikin jî bike.

Niha facebook bi vê qubê dixwaze, dema bikeve jiyanê dê eleqeyek çawa bibîne hê nayê zanîn. Lê ev yek, niha mehê de 2 mîlyar kes Facebookê bikar tînin û Facebook bi wan bawer e.

Diyarname

Derbar Çand Name

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply