În , 4 Hezîran 2020

Evîna Zimên Evîna Welêt e

Her gel xwediyê mafê (heqê) jînê û azadbûnê ye. Lê hin ji wan, ji vî mafê bingehî hatine bêpar hiştin û bindest dijîn.

Bindestiya xelkekî, pirîcar, ji kêmasiya yekîtiya wî, ji paşdemayîna wî ya çandî û zanistî û ji qelsahiya wî ya leşkerî tê. Pirr gelên îro azad û serbixwe di demeke dîroka xwe de, ji ber sedemên wisa, bindestî û işxala hêzên biyanî dîtine. Bindestî, işxal û qelsahî ji bo xelkekî mûsîbeteke mezin e. Lê mûsîbeta hê mestir ew e ku endamên xelkekî U hemberî zimanê xwe, çanda xwe, wêbêya xwe laqeyd, bêxem û dilsar bimînin.

Gelê ku li çanda xwe xweyî dernakeve mîna dara ku qirn û rîşeyên wê hew tên avdan, ji hev dikeve, dirize, winda dibe. Parastin û pêşvebirina çanda xelkê pareke serekeya şerê welatparêziyê ye.

Ziman dilê jîndarê çandê ye, hîmê zanava (huwiyeta) neteweyî ye. Di nav sedsalan de, di nav jiyanê de, bi xebat, tevbûnî û tevkariya bi milyonan kesan çêbûye, dewlemendiya hiş, hest û nêrînên mirovên xelkê nîşan dide. Ziman şahidê şehrezayî û bajarvaniya gelekî, neynika giyan û bîra wî ye. Sermayê wî yê dîrokî ye.

Ji xelkekî hiz kirin, bi hizkirina zimanê wî dest pê dike. Evîna zimên, di cihkî de, evîna gel e, evîna welêt e. Em hemû dizanin ku îro zimanê kurdî di talûkê de ye. Zimanên resmî (tirkî, erebî, farisî), bi riya xwendegeh, qişle, radyo û televîzyonan îndî ketine bajarok û gundên welatê me. Koça gundiyên kurd ber bi bajarên mezin, ên ku navendên (merkezên) çandên serdest in, siyaseta bêgidîya dewletên ku dest danîne ser welatê me û dixwazin bi hemû awayan rêç û şopa kurdîtiyê, çanda kurdî ji riyê erdê rakin, veguhêriniyên ciyakî, dikin ku roj bi roj peyivandina kurdî di nav neslên nû de paş ve diçe.

Iro em ketine rewşeke wilo ku pirîcar hêzên welatparêzên kurd, têkoşerên kurd, di civînên xwe de, di nav hev de, bi tirkî dipeyivin, bi tirkî dinivîsin. Welatparêzên ku bi salan ji bo doza kurdî di zîndanan de mane, zimanê xwe hînî zaroyên xwe nekirine, zimanê ku ji bav û kalên xwe fêr bûne, negihandine neslên nû. Hin welatiyên me yên din bi salan li derveyî welêt mane, çend zimanên awrûpayî hîn bûne, lê serê xwe ne êşandine, di nav serbestî û azadiya Awrûpayê de jî zimanê xwe yê dê hîn nebûne.

Ev meşa han, ku pêşî lê neyê girtin, dikare di nav 40 – 50 salan de me têxe rewşeke trajîktir: neteweyek ne tenê bê dewlet, bindest û bêxweyî lê wisa jî bê zar û ziman, mehkûmê ji rûpelên dîrokê windabûnê. Wezîfa dîrokî û acîla hemû ronakbîrên kurd e ku li zimanê gelê xwe xweyî derkevin, wî biparêzin û pêş ve bibin.

Lê xweyî derketin : divê ku ronakbîrên kurd, di peywendî û danûstanên xwe yên devkî an nivîskî de zimanê kurdî bikar bînin, rûmet bidin kurdîyê, bawerî bidin karker û gundiyên perçiqandiyên Kurdistanê. Bila bi kurdî peyivîn îndî mîna nîşana «gundîtiyê» an «paşdemayînê», wekî tiştekî şermezarî, xuya neke ; bi tirkî an erebî axaftin jî ne be îşareta «medenîyetê».

Divê ku em bawerî bidin keç û xortên şoreşgerên kurd, bi wan bidin fehm kirin ku «enternasyonalîzm» bi zimanê neteweyê serdest peyivîn nîne ; dijane, li rûmet û çanda gelê bindest xweyî derketin e, wan ji gefa windabûnê rizgar kirin e. Divê ku ronakbîrên kurd dewlemendiyên zimanê kurdî, delalî û şîrînî, ronakî û zelaliya wî diyar bikin, biparêzin, pergalekê têxin nav rêziman û rastnivîsîna kurdî.

Heçî pêşvebirina zimên, ew pêwistiyeke jiyanî ye : zimanê ku xwe nû nake, ku nikare bersiva nûyîtiyên jiyanê, yên ramanê, yên zanistî û teknîkê bide ji rûmetê dikeve û dibe pêbilîya folklorvan û heweskarên tiştên kevnare. Riya pêşveçûna zimanê me di nêzandina zarava û devokan de derbas dibe. Di milê din de, me divê kurdî ji zanîn û pêkahiyên sedsala XXa re vekin, wî dewlementir bikin, zimanê gelerî berebere bibe zimanekî edebî û zanistîyî fireh, zengîn, bedew, ahengdar û zelal.

Kovara «HÊV1» ji bo vî şerê çandî derdikeve. Rûpelên wê ji bend û nivîsarên li ser pirsên zimanê kurdî, ên dîrok û civaknasî, ên pîşe û zanistî re, ji çîrok û helbestan re, ji lêgerînên folklorî û ji wergerandinên nivîskarên biyanî re vekirî ne. Hemû welatiyên me, yên ku di van waran de tiştekî wan ê gotinê heye, dikarin tê de, bi kurmancî, bi dumilî an bi kurmanciya xwarê binivîsin. Bêgûman berpirsiyarê her bendekê xwediyê wê ye û di rûpelên «Hêvî» de propaganda an şerê hêzeke siyasî kirin mimkin nîne.

Di dîroka gelê kurd de, «Hêvî» yekemîn kovar e ku bi sê zaravayên serekeyên zimanê kurdî derdikeve û dixwaze riya yekîtiya wan veke. Tê de xweydan, ked û xebata endam û hevkarên Enstîtuyê, yên nivîskarên kurdên ji hemû parçeyên Kurdistanê heye. Ew di van demên dijwarî û bindestiyê de pêtiyeke piçûka hêviya azadiya gelê me ye û roniya xwe ji agirê ku berî sê sed salan zane û kurdperwerê nemir Ehmedê Xanî vêxisti bû, ji tîrêjên «Kurdistan», «Rojî Kurd», «Hetawî Kurd», «Gelawêj» û «Hawar» ê distîne. Geşandin û gurkirina vê pêtiya welatparêziyê barê hemû ronakbîr, hemû azadixwazên kurd e.

Nivîskar: Kendal Nezan

Ji Kovara Hêvî-Hejmar-1

About baweri

Avatar

Check Also

Çend gotin li ser ”Çîrokên Rengîn” û “Du Dilî ” ya Lokman Polat

Di meha cotmehê de pirtûkek Lokman POLAT di weşanên çandnameyê de wek pdf derçû. Polat …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.