Pençşem , Nîsan 19 2018
Malper / Agahî-Nûçe / Êş û birîna mezin: Helebçe

Êş û birîna mezin: Helebçe

16ê Adara 1988an li Herêma Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas a din bin îdareya dîktatorê Iraqê Sedam Husên ve ji hovtirîn jenosîdên cîhanê hat pêk hat. Li gor amarên fermî di vê jenosîda di bin îdareya ‘Eliyê Kimyewî’ ku weke Qesabê Kurdan jî tê naskirin de hat kirin de 5 hezar Kurd hatin qetilkirin.

30 sal di ser kimyabarankirina Helebçeyê re derbas bûn lêbelê êşa wê hê jî nû ye.

Bi fermana dîktatorê rejîma Baas a Iraqê Sedam Husên bajarê Helebçê 16ê Adara 1988an bi çekên kimyewî hat bordûmankirin. Di vê êrişê de piraniya wan zarok û jin zêdetirî 5 hezar Kurd hatin qetilkirin.

Bandora vê êrişa kimyewî di salên piştî êrişê de jî xwe nîşan da. Ji ber bermayîyên gazên kimyewî gelke kesan canê xwe ji dest da û niha jî tedawiya 500 kesan berdewam e.

Li gor lêkolîneran gazên kimyewî yên li Helebçê hatin bikaranîn tenê têkilî ax û avê nebû û ket nav genên kesên ku rastî vê êrişê hatin û ji ber vê yekê gelek zarokên ku hatin ser rûyê dinê kêmendam bûn.

Xelkê Helebçê ku rastî êş û zilmeke mezin hatin, ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku vê ne tenê weke êrişeke kimyewî, weke ‘jenosîd’ê nas bikin.

Êrişa kimyewî çawa pêk hat?

Dîktatorê Iraqê Sedam Husên sala 1980an bi Îranê re ketibû nav şerekî ku 8 salan berdewam kir. Di dema şer de Kurdan jî bergirî li bajarên xwe kirin. Lêbelê Sedam û Elî Hesen el Mecîd ku weke ‘Eliyê Kimyewî’ tê naskirin, ferman dan ku jetên artêşa Iraqê li dijî Helebçê êrişên kimyewî pêk bînin.

16ê Adara 1988an di demjimêr 10.55an de bombeyên kimyewî li ser bajarê Helebçê û derdorê hatin barandin. Kesên ku şahidiya wê komkujiyê kirin ragihandin ku ew gazên ku ‘bêhna sêvan’ jê dihat di demek kurt li bajar hemûyê belav bûn.

‘Helebçe bajarê hinaran e lê wê rojê bêhna sêvan ji her derê dihat’

Ji şahidên komkujiya Helebçê PîroZ Qadir Mihemed sibeya 16ê Adara 1988an wiha vegot, ‘Di dema ku êrişa kimyewî li ser Helebçê pêk hat û ez û zarokên xwe, em reviyan bo wî cihê ku me di jêrzemîna xanî de çêkiribû. Helebçe bajarê hinaran e, lê wê rojê bêhna sêva ji her derê dihat. Hawar, qîr û giriyê destpê kir û me newêra ku ji wî cihî derkevin heta saet 4an û paşê em derketin ji wir. Me qet newêra bisekinin û em derbasî Sazanê bûn, me sînorê Îranê bi peyatî derbas kir û ji wir jî em hatin rakirin bo nexweşxaneya Kirmanşahê.’

Mihemed dibêje du sal piştî êrişa kimyewî bandora wan gazên kimyewî li ser laşê wê xwe nîşan da û wiha pê de diçe: ‘Rewşa min her ku diçe xerabtir dibe, ez nikarin çavên xwe vekim û rîska wê heye ku çavên min kor bibin.’

Mihemed dibêje her tim çûye nexweşxanê lê çareyek jê re nehatiye dîtin û wiha dewam dike: ‘Êdî taqeta min nema. Gelo mirin baştir e an ev halê ku tim bi du rêya nexweşxanê ve me? Carna dibêijm xwezî ez jî di wê êriş de miribam û min ev êş ne kişandiban.’ Bêhna Pîroz Qadir Mihemed teng dibe û neçar e ku rojê 10 saetan oksîjenê bigire.

‘Min hemû hevalên xwe ji dest dan’

Aras Abîd Tavaneyî jî weke gelek Helebçeyiyan hemû malbat û hevalên xwe di wê êrişa kimyewî de ji dest dane.

Tavaneyî roja êrişan li derveyî bajêr bû û ew bi xwe ji wê êrişê xilas bû lê hemû malbat û xizmên xwe ji dest dan.

Tavaneyî ew roja tarî wiha vegot: ‘Di dema êrişa kimyewî de ez li derveyî navneda bajêr bûm. Her çiqas yekser bandor li ser min nekirie jî ez birîndar bûm. Ez bi derfetên xwe derbasî Îranê bûm û li wê derê 3 rojan di nexweşxaneyê de hatim dermankirin û paşê vegeriyam Helebçê. Ez hatim malê lê ti kes li malê nebû. Min ti kes ne dît, lê piştre hîn bûm ku dayika min û hinek xizmên min di jêrzemîna malake li taxa cihûyan xwe veşatine, ez hatim ber deriyê wê malê û min dît ku yê terma ji wê malê derdixînin û li traktorê bar kirin.’

Tavaneyî dibêje wî ji cil û bergên wan zanî ku ew termên kesên malbata wî ne û axaftina xwe dewam dike: ‘Dema ku ez nêzî traktorê bûm min bav, dayik û xwîşk û birayên xwe ji cilên wan nas kirin. Min ji ber bandora gazê rûyên wan nas nekirin. Dema ku termê zarokekî çend mehî ji wê derê derxistin min destê xwe avêt tiliya wî û paşê min zanî ku birakê min ê biçûk ‘Lihon’ e. Ez li cihê xwe ketim û min çavên xwe vekirin ku ez li nexweşxanê me. Me xatir jî ji malbata xwe nexwest, hemû li cihekê bi lez û bez veşartin. Min malbata xwe hemû ji dest da. Xwedê sabrekî mezin da min û ez jî her tim şikûr dikim.’

‘Di wê êrişê de ji sedî 70 kesên hatin qetilkirin di din temenê 18ê de bûn’

Kesên ku bi birîndarî ji wê êrişê xilas bûn bi derfetên kêm û şert û mercên xirab ên wê demê kes û karên xwe yên li jêrzamînan, malan, baxçe û zevî û ber derî canê xwe ji dest dane, li wesayîtan barkirin û bi awayekî komî veşartin.

Ji neçarî û bêderfetiyê piraniya kesan di gorên komî de û bi cil û bergên wan ve hatin veşartin.

Serokê Komeleya Qurbaniyên Êrişa Kimyewî ya Helebçê Loqman Abdulqadir radigihîne ku 35 gorrên komî yên qurhaniyên êrişa kimyewî hene.

Abdulqadir li ser venekirina wan gorran piştî 30 salan jî dibêje, ‘Metirsî heye ku ew gorr werin vekirin, ji ber ku îhtîmal heye w gazên hatinebikaranîn li ser term û cil bergan mabe. Kesên ku van terman derbîxînin jî wê bikevin bin bandora van gazan. Xelkê ji neçarî hemû di gorên komî de veşartin.’

Abdulqadir radigihîne ku ji sedî 70yê qurbaniya li jêr temenê 18 saliyê bû û dibêje: ‘Ew gaz ne tenê li ser av û erdê ketiye nav genên mirovan jî. Ji ber wê yekê gelek zarokên kêm endam çêdibin ku di genên miravan de guhertin çêbûye. Bandora êrişê hê jî berdewam dike. Ji ber bermayîyên wan gazan nêzî 100 kesan canê xwe ji dest da di salên piştî êrişê de jî. Niha 500 kes tedawî dibin ku divê 10 saetan okjîsenê werbigirin.’

Serok Mesûd Barzanî ji bo ku birîn û êşên xelkê Helebçê sivik bike di 16ê Adara 2016an pêşnûmeya ku Helebçeyê weke parêzgah destnîşan dike pesend kir.

Li parlamentoya Iraqê weke her parêzgahê ji bo Helebçeyê jî budce hat veqetandin lêbelê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ev yek qebûl nekir û ew yasa red kir.

Piştî rûxandina rejîma Baas Sedam Husên û Hesen Elî Mecîd ji be rkomkujiyê hatin darizandin. Sedam Husên ji ber komkujiya Duceyl lê cezayê îdamê hat birîn û hat darvekirin. Mecîd jî 25ê Çileya 2010an ji ber tawanên dij mirovahiyê hat darvekirin. Ew pênûsê ku pê fermana darvekirina Mecîd hat îmzekirin û benda ku pê hatibû darvekirin di muzeya Helebçê de ne.

Helebçe piştî Hîroşîma û Nagasakî ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi bombeyên atomî hatin rûxandin, weke mezintirîn komkujiya sêyem ket nav rûpelên dîrokê.

Bas news

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Serkeftiyên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî diyar bûn

Encamên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya yekemîn diyar bûn. Di cûreya helbestê de bi …

Leave a Reply

%d bloggers like this: