Ehmed û Fayiq

Em ê herin Entabê tiştan hilgirin bo malbatên xwe. Di nivê şevê de di hûdûdê Kîlîsê re darbasî Azezê û li Azezê jî derbasî Efrîna xwe bin. Yanî rêyekê dûr û dirêj, zor û zehmet li ber me ye. Belkî em di vê rêye de bimirin, canê xwe, jiyana xwe jî bidin. Tû tiştî diyar li ber me tuneye. Her tişt dibe ku bibe, her bûyer rû bide.

Îro bi sibê re em hatin Kîlîsê. Ez û kurê xalê min Fayîq. Navê min jî Ehmed e.

Dîsa di nivê şevê de em ê derbasî Azezê bibin û şunda derbasî vir bûne.

Mecbûrin ku di nîvê şevê de herin û vegerin. Çimkî hidûd di nîvê şevê de vedibe, hinge kes ji me re tiştekî nabêje. Na pasaport û na jî tiştekî din nayê pirsîn.

Di nivê şevê de em diçin û tên. Em, du qeçex, du heval, du ahbab; Ehmed û Fayiq.

Heta ber harbê min di zanîngehê Halebê de beşa erdnîgarîye de dixwand. Min di zanîngehê de sala sisêyan dixwend, yanî saleke min ma bû ku ez zanîngehê xilas bikim. Lêbelê zaliman fersend neda min û şer dest pê kir.

Fayiq bakalorya dixwend, salê paşî bû ku mekteba xwe xilas bike. Nesîb nebû. Yanî salê harb derketî, 2011an, Fayiq dikirûbû mektebê xwe xilas bike. Harb derket û mektebê wî jî di nîvî de ma.

Min xeyalê mamostatîya erdnîgarîye dikir, ji çîya û zozanan hez dikir. Min dixwest hemû çîya û zozanên Kurdistanê bigerim, bizanim û binivîsim. Ew xeyala min di nîvî de ma, mîna pirr tiştên din.

Efrîna me di cihê xwe de bimîne, wê besê me be.

Em tu caran hêvî ji xeyalên xwe nabirin; bes, Efrîna me yî şêrîn û delal di cih û warê xwe de bimîne.

Kevir, li ser kevir; av di rêye xwe de; dar li ser kokê xwe…

Ne em têkevinî nav agirê harbê ne jî agirê harbê bi nav me keve.

Em ji berê de elimî qaçaxîye bûne.

Di nîvê şevan de, di nav berê hidûdan da diherin û tên.

Wê tu caran canê me neêşînê, tu canê me yê biêşê jî nema.

Di wexta dûhayê de em gehiştinî Entabê.

Me pirr tişt û miştên mal û malbatê hilgirtin.

Me xwe xisûsî hîşt derengî ye. Me xwe êgla kir. Em gerîn. Me tişt û miştên ûciz û erzan hilgirtin. Sewa malbata xwe tişt û miştên xwerin û kirine û sewa firotine jî cixara stand. Perê lazim ê me ye. Perê lazimê her kesî ye. Têr pirr jî lazimê me ye. Em dikin wan cixaran bibin Efrînê li wir bifroşin. Perêyan qezenc kin, berhevkin û bikin sermaye û paşê pê danûstendinê bikin. Heta wextakê debara xwe wiha bidominin.

Şev e.

Seat neh û nîv e.

Heta nîvê şevê em dikin wexta xwe derbas bikin, xwe êgla bikin. Em tim xwe êgla dikin. Hemû xortbûn û ciwantîya me bi êglabûne derbas bû/dibe. Hemû xewn û xeyalên me dereng ketin û zû bihurin. Hemû hebûn û pêşerojên me ketin ber destên welatê me. Xwedê bike ku ber tiştekî bigire.

Xwedê bike ku em poşman nebin.

Xwedê bike ku zar û zêçên me mîna me nebin.

Efrîna me di dilê me de dijê; Efrîna me di canî me de mezin dibe; Efrînê me di ruhê me de dihêrike.

Şev e û sar e.

Ez û Fayiq, em tenê ne.

Hidûd me dipê û em jî li benda hidûdin.

Erê malbata me heye. Malbata me, xwişk û bira, dê û bav, kal û pîr, hemû welat e.

Erê Fayiqê min, bêwextê min, bêdemsalê min, ronahîyê min.

Em çawa nebin qaçaxçî!

Serê xwe radikin ku şev e, reş e û di hemû taritîye xwe de.

Serê xwe datînin ser erda sar û li ser hemû belangazîya xwe.

Kesî me tuneye. Ser vê dinyeyê bêwefa û derewîn de bêxwedî, bêkesin.

Erê Fayiqê min, çavên xwe megire, tim dor û paşa xwe mezêke û bibîne.

Me tu tim çavvekirî zanîbû.

Yanî pê gehîştî, yanî mîna Efrîna me, tijî dar û ber, av û kanî, ewr û ezman.

Em ê dîsa mîna berê di kuçe û kolanên Efrînê de bilizin, birêvin, biçin û werin.

Efrîna me, çiya û zozanên me ne.

Em ê dîsa hilkişin çiya û biçin zozanan.

Em ê dîsa guh bidin kal û pirên xwe.

Di çîrokan da winda bin, di serpêhatiyan de xwe bibînîn û di sitran û kilamên xwe de olan bidin.

Sebr bike Fayiqê min, bîhna xwe fireh bike; ez ji xwe dizanim, ew rewş û hal pirr girane, belkî bîreke bêbinî û kûr e.

Min sê sal beşa erdnîgarîyê xwend; lêbelê ew rewş û hal wiha nadome.

Bîr meke!

Wexta payîzê bû.

Bavî te didu bafîrok çêkirî bûn; yekê min bû û ya din jî ya te bû.

Me di hêlekê de dirêviya û di hêlekê de jî bafîrokên xwe difirandin.

Û tim jî di ser rûyê ezmanê Efrîna me de.

Rengê ezmanên Efrîna me tim şînbû.

Şînbûn, rengê hêvî ye.

Hêvî, yanî xewna azadîyê.

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply