5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê duh 09-09-2017, bi nîşandana fîlma Zer, dest pê kir. Di çarçoveya festîvalê de îro jî dê 18 fîlm werin nîmayîşkirin.
5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê berdewam e. Îro duyemîn roja festîvalê ye û biryare îro li 4 holên cuda yên sînemayê 18 fîlm werin nîşandan.
Demjimêr 11:00ê sibê dê Î DuhokMollê 3 film û herwiha li Hola Kongreyan jî fîlmek were nimayîşkirin.
5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê tê sazkirin kir.
Festîval dê heta 16ê Îlona 2017an berdewam bibe û 131 fîlmên kurdî û biyanî dê werin nimayîşkirin.
Di çarçoveya festîvalê de jî çalakiyên cûr bi cûr dê hebin.
Rudaw