Yekşem , 27 Îlon. 2020

Di Roja Cil û Bergên Kurmancî de: Şerefo were kumê xwe

Stranek pesin ji berxwedana gotinê re… Stranek evînê ji vê rojê re… Silav û stranek ji vê qonaxê re.. Ji ilim û zanînê re, ji hezkirin û mirovahiyê re, ji pesin û qenciyê re… Ji evînê re… Evîna ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e, ji hezkirina jin, zarok û welat bi hêztir e.. Evîna ku me ji şîniyê diparêze, geşbîniyê bi ser me de dibarîne… Erê, gotin ronahiye û evîn siya gotinê ye.
Bi helkeftina roja cil û bergên kurmancî, di vê buhara rengîn de mirov dikare her tiştî bike û her gotinê bibêje.. Li ber dergehê vê rojê, vê qonaxa nû, werin em bi hev re stranek evînê bibêjin, bi hev re bilivin, bi pêş de herin û di bin tava heyva vê adarê de govend û dîlanê, bi cil û bergên kurmancî bigerînin.. Û bi dengekî bilind bibêjin; (Şerefo were kume xwe.. Ev kum, kumê min e..)

Çîroka Şerefo were kumê xwe! Di sala 1928an de dema ku Kemalîstan divîbûn kesayetiya gelê kurd nema bikin, cil û bergên kurmancî jî qedexe kirin.. Hingî dengbêjê çiyayê Omeriya yê zîrek Ûsivkê Çelebî, bi vê strana xwe (Şerefo were kume xwe.. Ev kum, ne kumê min e..), di ber reqsa kurmancî re digot û ev kiryara Tirko protesto dikir..

Bêguman, bijartina Roja Cil û Bergên Kurmancî, xweş bersive ji wan Kemalistan re û bervedêriye di ber hebûn û reseniya gelê kurd de..

Şerefo, were kumê xwe!

Şerefo, were kumê xwe!

Ev kum ne kumê min e, Kumê hevalê min e.
Silêbînê bi av e, Siwar û peya da nave,
Şeref lawê Eyşikê, Kum qetandî bi şilfjkê,  Avêtin qeza Dêrikê.
Silêbînê bi tehtik e, Şeref ban kir: Ev kum ne kumê min e,
Kumê min ji hiriya berxik e.
Silêbînê bi rê ye, qetandin bi kêrê ye,
Avêtin qeza Dêrê ye,  Lo Kurdo! Were kumê xwe…

Konê REŞ

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

Wê Ev Jî Derbas Be

Di demek gelekî dûr û kevnare de mîrekî bêhnteg û ji halê xwe aciz hebû. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.