Nivîskar di navbera du şeran de…

Ji bo nivîsandinê pêwistiya nivîskar pê nîne destûrê ji tu kesî bixwaze. Min tu carî destûr ji kesî nexwestiye ji bo nivîsandinê, bi taybetî nivîsandina helbestê. Pêwistiya nivîsandina helbestê ne bi destûrxwestinê û ne jî bi demeke destnîşankirî heye.

 

Hertim nivîsandina helbestê weke yekem çûna lehiyê ye, tu rêk û formeke wê ya diyarkirî û pêşdem nebû û nîne. Ez dinivîsim çimkî min ezmûna nenivîsandinê ceribandiye û biser neketime. Hertim kesên ku di dinyaya edebiyatê de kûr çûne, eger nenivîsin û nexwînin, nexweş dikevin.

 

Hest dikin ne saxlem in, hest dikin ji karwanê jiyanê li paş dimînin. Bi başî hest bi tiştên li derdora xwe nakin. Ez jî hest dikim “xwe”yeke mezin di hundirê min de heye ku, “xwe”yeke taybet bi nivîsandinê û mirovekî din e di hundirê min de dijî û mezin dibe. Ev “xwe” hertim di geşbûnê de ye, “xwe”yeke wek mugnatîsê, wan hemû tiştan dikşîne ku bi riya têfikirîn û dîtingehên cuda dikevin pêşiya wê û li gor karîna kişandina xwe, wan dikşîne nav xwe.
Guman jî tê de nîne, gava dikişîne û ev kişandin berdewam dibe, kirdeya geşekirinê jî ku girêdayî kişandinê ye, geşe dike û hertim bi ser “xwe”yên min ên din de serkeftî dibe û hecim û giraniya wê mezintir dibe.
Ez dinivîsim û nikarim nenivîsim! Ez dinivîsim da bizanim dikarim dijî mirinê rawestim. Da ku bêtir bijîm. Çawa gihiştime wê raya ku da ku em bijîn yan divê em bibin stûxwarê rewş û sîstema tije berjewendî ya desthilatê yan jî divê em şer bikin.
Nivîskar bêyî ku bi xwe û derdora xwe re şer bike, nivîskarekî mirî ye. Jiyan ji bo nivîskar şerekî ji zemîn mezintir e, lewma divê em biaqil bin û lezê nekin di vî şerî de. Aramî û berdewamî, baştirîn hêz e li dijî hemû kelem û berbendan.
Ez tu carî baweriyê bi nerîna wan nivîskaran nakim ku bawer dikin encama vî şerî, yan windakirin an jî birin e. Ev şer, şerekî berdewam û bê navbir e û tu carî bidawî nayê. Şerê nivîskar şerekî pêşî bi xwe re û dûre bi hawirdora xwe re ye.
Lewra nivîsandin cureyek e ji mihandina kesayetiya nivîskar û geşekirin û perwerdekirina wî “xwe”yî ye ku di nava “xwe”ya nivîskar de heye. Diyar e gelek nivîskaran jî di vî warî de kar di nav xwe de kirine û nivîskar bûye du parçe. Parçeyek wek mirovekî asayî, parçeyek jî wek mirovekî nivîskar. Romana Keleha Spî ya Orhan Pamuk pêkan e ku bibe mînakeke bedew a vê dubeşbûnê yan romana Şevên Hindî ya Antonio Tabucchi ku nivîskar bi riya beşekî bi dû parçeyê xwe yê din dikeve û di nav bajarên Hindistanê de digere.

Xemgîn Bolî-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply