În , 23 Cotmeh 2020

Çend roj Remezan mane?!..

Bahlûl alimek mezin ji yên Kurd ê  Hewreman e. Ji ber ku wî dixwest di bin sîbera Şîatîyê de ola Zerdûştîyê ji nû ve vejîne, Harûn Reşît ê xelîfê Ereban yê Ebasî ew tişt bihîst û fermana girtina wî da ku wî bikujin. Ji ber hindê, Bahlûl xwe li dînîtî danî û carnan wek dînan û carnan jî wek aliman tev digeriya.

Ji ber ku xwe bi dînîtî danî û her kes jî bi dînîtîya wî bawer bûn, Harun Reşîd ê zalim ew efû kir û li cem xwe hişt. Têkilîyên wan wisa pêşte çûn ku êdî herkesî Harûn û Bahlûl bra dizanîn û digotin Bahlûl brayê Harun yê biçûk e. Niha jî di wê bawerîyê de nin û dema behsa Bahlûl tê kirin dibên “ Bahlûlê brayê Harun Reşît wiha kir û wiha got”Lê rastîya wê Bahlûl Kurd e û Kurdê Hewreman e. Harun Reşît jî Ereb e û Ebasî ye.

Gelek pêkenokên Bahlûl hatîne dizîn, Ereb, Tirkan û farisan ji bo pêkenokvanên xwe kirine mal û xezîneya çanda xwe pê dewlemed kirine. Yek ji wan  pêkenokan ku Tirkan ji bo Mele Nesredîn ê xwe kirine mal ev e.

 Bahlûl ji bo meha rojîyê dîskek/cer datîne cîhekî û 30 keviran dike nav û her roj piştî fitarê kevirekî jê derdixe da ku bizanibe çend roj remezan mane. Dema Harûn Reşît an jî camêrek din jê dipirsî “ çend roj remezan mane?”  wî digot: “Ka ez biçim mal û bêm ezê ji we re bêjim çendroj mane”.

Bahlûl diçu kevirên di nava dîskê de dihejmartin û ji wan re digot hinde roj mane .

Rojekê ku Bahlûl kevir ji dîskê derdixe, kurê wî dibîne û ji bo muqelîtî herdu lepên xwe tije kevir dike û tavêje diska bavê xwe. Di heman rojê de hinek ji Bahlûl dipirsin ka çend roj ji rojîyê mane?

Bahlûl dibê: ”Ka ez berê biçim mal û bêm ezê ji we re bêjim çend roj man e”.

Bahlûl diçe mal kevirên nava dîskê dihejmêre tam 120 kevir di dîskê de nin. Tê cem wan mirovan û ji wan re dibê: “45 roj mane”.

Dibe pîqêna wan, dikenin û dibên:” Malava Bahlûl, ma ne remezan hemî 30 roj in, vêcar 45 roj ji kur derketin?”

Baklûl:” Kuro nê min ji bo we kêm gotin, li gor hisabê keviran 120 roj bûn”.

 Îcar çanda Kurd bûye malê dizîyê. Tirk, Ereb û Ecem li vî malê bêxwedî xwedî derdikevin û xezîna xwe dadigrin, bi xêra çanda Kurdî ji xwe re sermayê çêdikin.

Û Kurdên me?

Kurdên me jî qîmeta pîvazekê bi vê çanda dewlemend nadin û tew bi ser de jî ji dijminên xwe re dikin mal.

Îcar ma ev bû!? 

Xalidê Hekarî-yuksekovahaber

Derbar baweri

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Ciwan Haco: Kes nikare vîna Kurd bişkîne

Ciwan Haco got: “Kurd neteweyek 50 milyonî ne. Îro em çend di rewşek xerab de …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.