Çend gotin li ser ”Çîrokên Rengîn” û “Du Dilî ” ya Lokman Polat

Di meha cotmehê de pirtûkek Lokman POLAT di weşanên çandnameyê de wek pdf derçû. Polat ji bo pêncî saliya xwe çîrokên ku di pîrtûkên wî yên cur be cur de derçûne kom kiriye û di sala 2007 de li weşanên Helwest forlagê de weşandiye.

 

Ez jî temenekî dirêj û tijje ji bo wî dixwazim.

Polat bi zimanekî ji kompleksa akademîkiyê! dûr, bi zimanê nav gel bi zimanê gundê xwe çîrokên xwe nivîsîne, ji ber vê yekê jî zimanê çîrokên wî xîtabê temmamê tebeqeyên gel dike. Herkes bi hêsanî kare wî bixwîne. Çîrokên xwe wek serpêhatiyan dinivîse ev jî dibe mîna ku bi xwendevan re sohbetek bike.

 

Pirtûk ji heşt çîrok û hin nivîsên ku di derbarê polat û çîrokên wî de hatine nivîsîn pêk tê. Emê danasîna çîroka “Du Dilî” bikin.

 

Çîrok behsa keçikek dike, navê wê Narîn e. Narîn keça bavek welatparêz e. Narîn û Mehsûm ji hev dikin, Mehsûm di nav tevgerek welatparêz de ye û bi hawayek Narînê jî tev li tevgerê dike. Li Stenbolê jî kovarek vê tevgerê heye, berpisyarê kovarê tê girtin û di şûna wî de Narînê tînin ser kovarê. Di vê navberê de Narîn û Mehsûm bi hev re dibin û Narîn ducanî dibe lê ji ber ku Mehsûm vedigere welat haya wî ji vê bebikê çê nabe.

 

Narîn li vir him ji ber rêgezên civakî him jî ji ber rêgezên tevgerê fedî dike ku ji kesê re  him behsa evîna xwe û Mehsûm bike him jî behsa zarokê zikê xwe bike.

 

Narîn ji bo jiber girtina zarok dikeve du diliyek mezin. Dilek dibêje biçe ser tixtor û bebikê bigir, dilek jî dibêje negir û bebika xwe eşkere bike û banê Mehsûm bike bila vegere ba te. Evîn di dayîna biryarê de zehf tengasiyê dikişîne.

 

Mirov dema bêgav dimîne mirov nizane çi bike. Mere xwe wek ku di navbera du keviran de bimîne hîs dike. Ev neçarî hiş û bîr û aqilê mere ji serê mere digire û mere di mijarên herî sivik de jî dibe weka dînan û diltengiyek reştarî xwe li mere asê digire. Bi vê diltengiyê re mirov biryarên girîng digire ku jiyana mirov an sero bino dibe an jî mirov  ji vê rewşa bêgaviyê xelas dibe,herçiqas mere xelas bibe jî bandora vê rewşê zû bi zû ji ser mirov ra nabe.

 

Di dawiyê de Narîn ji biryara ji ber girtina bebikê vedigere û li ser biryara zayîna bebikê disekine. Lê ji ber ku Narîn qutiyek giran bilind dike diêşe û bi pêhesîna mirina Mehsûm jî êşa wê lê zêde dibe û bebik ji ber diçe. Narîn bi îzna hevalên xwe vedigere mal.

 

Mamoste li vir dêhn û bala mirov dikêşe ser wê du diliya ku dema mirov bêgav dimîne. Mamoste bi serkeftî lehenga xwe ji vê bêgaviyê xelas dike lê şert û mercên jiyanê nahêlin lehenga wî bigihêje miradê xwe.

 

Yên bixwazin karin çîrokê ji vê lînkê daxînin û bixwînin.

www.candname.com

 

Dilbirîn Dilo

Derbar ziman

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply