Giştî

Cotmeh, 2020

  • 2 Cotmeh

    Dengê muzîkjenê Kurd Osman Xwafî li tevahiya Îranê belav bûye

    Osman Xwafî muzîkjenekî Kurdê Xorasanê ye. Kêm kes li Rojhilatê Kurdistanê û temamiya navçeyên Îranê hene ku Xwafî nas nekin. Bêtirî 80 salî ye dutarê dijene. Wek akter jî beşdarî çend fîlm û rêzefîlmên dramayê bûye. Niha temenê Osman Xwafî 91 sal e. Bi dahata muzîka xwe çend dibistan ava kirine. Dengê muzîka Osman Xwafî li tevahiya Îranê belav bûye. …

  • 1 Cotmeh

    Gelo Me 5 Salan Çi Xizmet Kirin?

    Merheba xwînerên ezîz û delal! Me pênc sal berê roja îro (01.10.2015) dest bi weşanê kir û ser de jî tam pênc sal derbas bûn kete 6an. Me di vê pêvajoyê de pir zehmetî derbas kirin lê şikur ji Xwedê re me meşa xwe neterikand. Hûn jî dizanin di weşanên Kurdan û Kurdî de pirsgirêka herî mezin domandin tune. Ku …

Îlon, 2020

  • 22 Îlon

    Nirxandina Pirtûka Helbestên Occo Mahabad ”RONDIKÊN BINEVŞÊ”

    Nirxandin nirx e, qîmet dayîn e. Li cem mirov tiştên bi nirx/qîmet girîng in. Mirov qîmet bide tiştek, berhemek wê dinirxîne, şîrove dike. Herçiqas derbarê hunera helbestê de zanîna min pir tuneye jî, bi qasê ku ji destê min hat, li gor zanîna xwe min xwest ez pirtûka hêja birêz Occo Mahamad binirxînim, şîrove bikim. Occo Mahabad helbestvan, bernamenûs, wergêr …

Tebax, 2020

  • 8 Tebax

    Bi Rûmet Onur Kaya re hevpeyvîn – Vedat Yeler

    Sînemaya Kurdî hebûna xwe li ser ziman û jiyana Kurdan ava dike. Divê mirov têkîliya gelê Kurd û Sînemaya Kurdî, li ser van bingehan û li gorî guherîna cîhanê bifikire û binirxîne.    Li Ser Sînemaya Kurdî û xebatên Sînemaya Serbixwe bi edîtorê Sînemaya Serbixwe Rûmet Onur Kaya re hevpeyvina Vedat Yeler. Ez ê bi edîtorê Sînemaya Serbixwe Rûmet Onur Kaya …

Tîrmeh, 2020

  • 1 Tîrmeh

    Kurd Araştırmaları e-Dergisi – 3

    Kovara Kurd Araştirmalari bi arîkariya gelek lêkolîner, nivîskar û akademîsyenan û bi naverokek dewlemend, li ser înternetê bi awayekî .pdf dewamî weşana xwe dike. Kovar bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî weşana xwe dike û bi awayekî akademîk bal dikişêne ser meseleyên kurdîstanî. Koma Kurd Araştirmalari bi sermijara “Îslama Kurda” jimara xwe ya sêyem belav kir. Kovar ji xeynî ser …

Hezîran, 2020

  • 22 Hezîran

    e-Kovara Kurdiyatê Derket

    Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Wanê di qada akademiyê da ji bo pêşketin û belavbûna Kurdî e-Kovara akademîk a Kurdiyatê derxist. Kovara Kurdiyatê ku wê salê du caran bê weşandin di navxwe da gotarên bi zimanên Kurdî û Tirkî wê bihewîne. Gotarên bi zimanên din nivîsandî ku ji kovarê ra bên şandin jî wê çaxê Lijneya Hakeman wê meseleyê binirxîne …

Gulan, 2020

  • 21 Gulan

    Dîroka Muzîka Kurda

    Îro hûn ji kê pirs bikin, wê bêje destpêka muzîka Kurda dengbêjî ye, bi rastî, heta ku min çend çavkanîya li hev nexist, min jî wisa dizanibû.  Lê ne wisa bûye, dîroka muzîka Kurda di kûrahîyên dûr û dirêj yên sedsalan de ye. Gorî çavkanîyan, di serdema qiraltîyê de ku di navbera B.Z. 280-P.Z. 130 salan de xwedî hukim bûye, …

  • 16 Gulan

    Kanîzar – e-Kovara Zimanê Kurdî (1-16 Hemû Jimar)

    Kovara Zimanê Kurdî Kanîzar ji 2015an ve weşana xwe dike. heta îro(16.02.2018) bi tevahî 16 jimar hatine weşandin. Kovara ku wek e-kovar ji ser înternetê di formata .PDF de tê belavkirin wek fermî ji ser malpera https://zimannas.wordpress.com ve tê belavkirin.

  • 15 Gulan

    Vejîn êdî  e-kovar e

    Merheba xwînerên hêja yên Çandnameyê Piştî demeke dirêj bi terzeke nû û li mecrayeke nû, Kovara Vejînê dîsa dest bi weşana xwe kir. Weke tê zanîn xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî yên Zanîngeha Mardin Artukluyê vê kovarê diweşînin.Vejînê bi fanzînê dest bi weşanê kiri bû, piştre bûbû kovar û niha jî piştî jimara 6em bi jimara xwe ya 7em …

Sibat, 2020

  • 16 Sibat

    Dr. Tosinê Reşîd: Ji dîroka Alfeba (ABC) Kurdî

    Bi sedsalan kurda alfaba aramî (erebî) bi kar anîye û heta îro jî li Rojhilat û Başûra Kurdistanê ew alfeba tê bi kar anîn Bi wê alfabê gelek berhemên giranbaha hatine nivîsarê, ku bûne dewlemendîya çanda kurdî. Du pirtûkên ola êzdîya: ‘Mesheba reş’ û ‘Kitêba Cilwe’ bi alfabêke taybet hatine nivîsar. Lê dûarojê zêde berhem bi wê alfabê negihîştine me …