Bikarhênerên Gmailê gihişte milyarekê

Google eşkere kir ku bernameya wê ya peyamên elektronîk a bi navê Gmail  gihîşte milyareke bikarhêneran.

Rêvebirê şîrketa Googleê Sundar Pichai encamên çaryeka dawî ya 2015an diyar kir. Li gor vê encamê, bikarhênerên Gmail’ê, mehane nêzî 1 milyar e. Sundar Pichai eşkere kir ku Gmail bi piranî ji aliyê bikarhênerên cîhazên mobîlê ve tê bikaranîn. Her wiha Pichai destnîşan kir ku bandora herî mezin a bikaranîna Gmailê ew e ku di nav de xizmetên Google, Chrome, Android, Youtube, Maps û Google Play jî hene.

Berê jî hatibû diyar kirin ku şîrketa Alphabet a ku Googleê jî di nav xwe de dihewîne, şîrketa Appleê derbas kiriye.

Çavkanî : zamankurdi.com

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply