Konê Reş

Rêbendan, 2018

  • 30 Rêbendan

    Çûna Başûrî Kurdistanê 1976an û Festîvala Bedirxan 2006an

    Piştî 30 salî ji çûna min î pêşî a başûrî Kurdistanê sala 1976an, di roja (19/4/2006) de careke din, bi rengekî fermî çûm başûrî Kurdistanê, bajarê Hewlêrê. Ez yek ji wan kesên gerok im, ji mêj ve kêfa min ji ger, geşt û guzariyê re tê.. Ez baş li cihên dîrokî li Sûriyê, li welatên Rojhilata Navîn û Misirê geriya …

  • 12 Rêbendan

    Ezbenî! Nivîsandin Siltanê Demê Ye

    Belê ezbenî! Bela zarok û neviyên me sosretmayî bimînin! Erê sosretmayî bimînin, dema ku nivîsên me yên îro bixwînin û nas bikin ku, dew ne birayê mast e, birayê avê ye! Hingê wê sosretmayî bimînin.. Ezbenî! Nîtşe, feylesofê Elmanî bingehê felsefeya xwe li ser du hîmenên ku di hundirê mirov de diçing û tên ava kiriye. Yek jê, belû û …

  • 6 Rêbendan

    Di 113 Saliya Rojbûna Apo Osman Sebrî de, Girtin û Zindankirinên wî

    Wek ku diyare roja 5/1/2018 (113) sal di ser rojbûna Apo Osman Sebrî re derbas dibe, bi min xweş e ku ez girtin û zindankirinên wî ji we re bînim ziman.. Bi damezirandina Al-Partî (P.D.K.S) re, di nav Kurdên Sûriyê de, şiyarbûn û zanînê serê xwe rakirin. Kurdan doza mafên xwe yê netewî û rewşenbîrî kirin.. Lê ew daxwaz û …

  • 5 Rêbendan

    Ez Sersala Mîrzade Sînemxan Celadet Bedirxan Pîroz dikim

    Mîrzade Sînemxan Bedirxan kî ye? Ew neviya mîrê Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî ye, yê ku di sala 1802 an de li Cizîrê çê bûye û sala 1868 an di sirgûniyê de, li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê. Mîr Bedirxan ê ku di tîrmeha 1847 an de ji Cizîrê hatiye bi dûr xistin û tev jiyana xwe, tevî zarok û neviyê …

  • 4 Rêbendan

    Ez û Mamoste Sabahattin Kayhan û Mîr Dr. Kamîran Bedirxan

    Mamoste Sabahattin Kayhan ji Enstituya Kurd a Parîsê li Fransayê, bursiyerê Enstituyê û li ser dîrokê doktorayê kar dike. Ji salekê ve lêkolîna xwe li ser Mîr Kamîran Bedîrxan dike.. Ji berî dor 20 rojan ve, ev pirsên xwe ji min re şandibûn, min jî nemerdî nekir, wek ku min zanîbû, bersiva pirsên wî daye. Fermo pirs û bersivan bixwînin: …

Hezîran, 2017

  • 28 Hezîran

    Saeta Bavê Min

    Li gor tê bîra min, di nav wan çil malên ku di gund de hebûn, bi tenê sê- çar kes bi saet bûn; bavê min, Evdê Gedo, Hecî Elî û Hecî Îbrahîm û Melayê gund. Hecî Mihemed (Hecî Kevir) saeta wî nebû, nizanîbû bi saetê.. Ji ber rewşa feqîrtî, hejarî û nezaniyê saetên gelek gundiyan tine bû.. Saet bidestxistin tiştekî …

  • 27 Hezîran

    Serdana Ezîzê Temo: Ezo, Zirnevanê Bi nav û Deng li Amûdê

    Sebaretî parastina zimanê Kurdî di nav kurdên Beriya Mêrdînê de, dikarim bibêjim; eger şêx û melayên me karîbûn dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî, helbestên Feqeyê Teyran, Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî, di hicrik û tekiyên olî de parastin, stranbêj û dengbêjên me jî, zimanê me ji talan û bişaftinê parastin. Rola wan di parastina zimanê Kurdî de …

  • 25 Hezîran

    Werin, em Botan Mihemed Arif Cizîrî Bibîr Bînin!

    Wek ku diyar e Mihemed Arif Cizîrî di roja (17/12/1986)an de li Kurdistana başûr, bajarê Duhokê çûye ber dilovaniya Xwedê. Anku di roja 17.12.2017 an de 31 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe. Werin, em wî bibîr bînin?! Mihemed Arif Cizîrî an Cizrawî: Di havîna 1912an de, li bajarê Cizîra Botan, taxa Mîr Elî, çav bi gewrika dinyê …

  • 22 Hezîran

    Zeyneb Bedirxan, malbata Alsulih û çîroka vekirina Civata Kurdî Ya Lubnanî ya Qenciyê li Libnanê

    Zeyneb xanim Bedirxan kî ye? Ew keça Osman Paşa Bedirxan e û kebaniya Ahmad Muxtar Alsulih e. Osman Paşa Bedirxan yek ji kurên mîr Bedirxan yên mezin bû. Di sala 1878an de di gel birayê xwe Husên Kinan Paşa bi tevgerek serxwebûnê li herêma Botan rabûne û bajarê Cizîra Botan kirine bin destê xwe de.. Sebaretî pêwendiyên di navbera malbata Mîrê Cizîra …

  • 15 Hezîran

    Birayê Axretê

    Di zaroktiyê de, em ji mezinan fêrî (Birayê Axretê) dibûn. Me dibihîst ku filankes û bêvankes di gund de bûne birayên hev û din yên axretê.. Me zarokan jî, nola wan dikir.. Her du zarok ji me, ku me hez hev û din dikir, em dibûn birayên hev yên axretê..! Her yekî ji me bi serê derziyê, tiliya xwe birîn …