Konê Reş

Nivîskar Pêşmergeyên Bajaran e û Hin kul û Xem

Ezbenî! Roja îro, çi kesê ku bi kurdî binivîsîne mêr e.. Erê, ez kesên ku bi kurdî dinivîsînin mîna pêşmergeyên bajaran dibînim.. Eger dîroka berxwedana me a man û nemanê bi pêşmergeyên serê çiyayan hatibe naskirin, îro hewcedariya me bi pêşmergeyên bajaran heye.. Ewên ku zimanê me diparêzin; bi zimanê …

Read More »

Ûsivkê Çelebî, kurtejiyan û strana Zeîm Silo

Bi min xweş e ku di vê nivîsê de kurtiyekê ji jiyana (Ûsivkê Çelebî: ?-1962), û deqa strana wî (Zeîm Silo) ji we re raxînim ber çavan. Ew li gundekî ji gundên çiyayê Omeriyan, bi navê Cibilgirawê, ser bi bajarê Nisêbînê ve çêbûye.. Li ber destê Melayê gund xwendiye û …

Read More »

Sala nû (2021) li min û we pîroz be!

“Sal bi sal xwezî bi par” Belê ezbenî, di serê vê sala nû de, ji pirbûna pirsan tu xwe di nav bersivan de winda dike, zimanê te li hev diherbile û tu nema zane çi bêje û çi nebêje.. Tu dixwaze derewekê bike û ji derewa xwe bawer bike.. An …

Read More »

Gotinek di 35 saliya oxirkirina bavê min de

Di roja (24/12/2020)an de, (35) sal di ser roja koçkirina bavê min (Osmanê Evdo) re derbas dibe. Sed mixabin, wî encamê ked û westandina xwe ne dît.. Dayika min li şûn mabû û berî dor salekê, wê jî daye pey.. Car caran wê di ber xwe de ji me re …

Read More »

Ûsivkê Çelebî û Strana Kirîva Hinê

Nizanim çima vê Beriya Mêrdînê, bela xwe di min de daye.. an min bela xwe tê de daye?! Em herdu bi hev re hatine girêdan û qederê em li hev banandine.. Qey qedera bav û kalên me ye ku ku ji sedê salan ve hêlînên xwe li ser xaka wê …

Read More »

Careke din Bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan

Ezbenî! Di roja 04.12.2020an de, 42 sal di ser roja koçkirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re derbas dibe.. Ew jî, wek bav, piraniya ap, bira û pismamên xwe di mişextî û zîvariyan de miriye.. Werin.. Erê werin em lehengekî din ji lehengên welatê birîndar bibîr bînin.. yê ku tev jiyana …

Read More »

Ezbenî! Ev bajar, bajarê min û te ye

Ezbenî! Bajarê te, ji bil dengê şer û pevçûnên rexistinên me, bajarekî bêdeng e.. Rêxistinên me; bi şer, pevçûn û qerebalixin û bajarê me, kerr û bêdeng e.. Rêxistin li cihekî dijîn, bajar û welatî li cihekî din, jana hala Korona û xelayê dikşînin.. Erê ezbenî, ev bajar, bajarê min …

Read More »

Gotinek û Helbestek Zarokan

Di rojek wek îro de 20.11.2020an de, berî 31 salê, Netewên Yekbûyî peymana parastina mafê zarokan mor kiriye.. Bi vê helkeftê û Cejna zarokên cîhanê, min ev helbest nivîsandiye.. Ev helbest min di vê dîwana min a ku di sala 2013an de li Amedê hatiye çapkirin, belavbûye: Em zarokên Kurda …

Read More »