Ezbenî! Nivîsandin Siltanê Demê Ye

Belê ezbenî! Bela zarok û neviyên me sosretmayî bimînin! Erê sosretmayî bimînin, dema ku nivîsên me yên îro bixwînin û nas bikin ku, dew ne birayê mast e, birayê avê ye! Hingê wê sosretmayî bimînin..

Ezbenî! Nîtşe, feylesofê Elmanî bingehê felsefeya xwe li ser du hîmenên ku di hundirê mirov de diçing û tên ava kiriye. Yek jê, belû û eşkere ye, yek nepen û veşartî ye.. Di baweriya min de Orhan Pamuk jî di nivîsên xwe de li gor felsefeya Nitşe liviya ye, ta ku wî xelata Nobel wergirtiye. Ew di hundirê qehremanên romanên xwe de, li wan tiştên veşartî geryaye.. Tiştên diyar her kes bi wan zan e, lê ez heyranî wî mirovî bim yê ku karibe wan tiştên ne diyar, bi hunereke ciwan û bawerî diyar bike..

* * *

Ezbenî! Bîranîn ji serketinan xweştir û zindîtirin. Serketin kêlîkeke û derabs dibe, lê bîranîn her dem û gav bi mirov re dijîn û pêre zindî dimînin.. Erê ezbenî, tiştên xweş temen kurtin û tevî ku her tişt bi demê re têne guhertin, lê xewnên kevin her xweş dimînin.

* * *

Ezbenî! Ji dema ku çemê Ceqceq miçiqîye, zeviyan xatir ji me xwestine û di kolanên Qamişlo re derketîne.. Ji dema ku ewa koçer sermê û germê li xwe dike, dêmên dayikan li ber rivîna agirê tenûrê diqemire, ji wê hingê ve ezbenî sozên me li darin..

Erê ezbenî em herdû- Ez û dem- li ber hevin û di kevinbûnê de perrixîn e. Em ji wan dîwarên ku di biçûkaniyê de, me xêzik li ser wan çêdikir, pîrtir bûne.. Gelo ew zarokbûn winda bûye û êdî, em nema bi ser vedibin? Çendî dixwazim nêçîra zaroktiyeke din bikim.. Gelo tu jî wek min î? Te divê ku tu nêçîra zaroktiyeke din bikî, careke din di beriya Mêrdînê de bibezî, ji nav toz û ecacoka gundên pir belav, derkevî û berê xwe bidî Qamişlo..?! Mane Çemê Ceqceq miçiqiye, nema Serxetî û Binxetî bi ava wê têr vedixwin.. Qamişlo xerîb bûye û em bûne xerîb..!! Gelo em xwe bidin ber pala kîjan çiyayî, kîjan zinarî? Kîjan bajar dikare me biparêze? Em destên xwe ji kê re dirêj bikin?

Erê ezbenî, em herdû -Ez û dem- ji kevinbûnê rizyan e..! Bêtir ji Nebîza tiriyê rezên Omeriyan, bêtir ji çîrokên Dêwê heftserê, bêtir ji şax û paxên dara Çinarê..! Tevî ku, em herdû wek du rêwiya ne. Payîz jî, ji ser pişta me danakeve; her kêlîk, her roj, her sal ji me qut nabe.. Bi me re dikulkule û pelê darên xwe yên zer bi ser dil û huşê me de dadiweşîne..

* * *

Erê ezbenî, dem bi dûv me de dibeze.. Em jî ji ber baz didin, ta ku em li hev rast bên, li hev biterpilin û bibêjin em hev nasnakin.. Em li stranên Mihemed Arif Cizrawî guhdarî dikin, ew dengê nêr, ku çiya, zozan û geliyên Kurdistanê tîne ber çavên me.. Dema ku strana Gula Etrûşî dibêje:

Gulê mehrûmê, çiya bilind in.. Gulê.. Berfê spî kir..

Welle malxerabê, çawa qaz û qumriyan lê hêlîn çêkir..

Gelî gundiyan û cîranan, Gula Etrûşî ya min bû..

De çawa bi xelkê şû kir..

Erê ezbenî! Bi guhdarîkirina stranên Mihemed Arif re, dem xwe dide alî û winda dibe.. Sînor xwe ji nav nifşan vedidize û nebedî dibe. Û wiha her tişt disekine; rojên îro, sibe û doh tev disekin in.. Erê, dem disekine bi tenê gotina nivîsandî dimîne.. Nivîsandina kul û derdan, kêf û şahiyan dimîne.. Xwe eşkere dike ku ew siltanê demê ye.. Erê ezbenî, nivîsandin siltanê demê ye.

Konê Reş
Qamişlo

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply