Ankîlozan Spondîlît (AS)

Ankîlozan Spondîlît (AS), nexweşîyeke ba (romatîzma) û movikan e. Bi êş e, domdar (kronîk) e, pêşve diçe, sedem nayê zanîn. Bi kurtasî “kulbûna hestîyê piştê (stûna bi movik)” ye. Ankîloz, “bi pevkelîna movikan re hişkbûna hestîyê piştê” ye. Spondîlît jî “kulbûna movikan” e.

Sedemeke taybet ji bo ASyê tune ye lê pêkerên rakendî (genetîk/irsî) kartêker e. Ji nav pêkerên rakendî jî bi taybetî gena HLA-B27 xetereya ASyê zêde dike. Herî zêde di temenên ciwan da derdikeve.

Ankilozan Spondilit: Kimlerde görülür, nedenleri, belirtileri, nasıl oluşur, tanısı, tedavisi - - Sağlık Haberleri

Herî zêde di piştê da êş û qerimîn di ASyê da xuya dibin. Êş, bi tevgerê re kêm dibe û bi rûniştin û bêhnvedana demdirêj zêde dibe. Êş herî zêde serê sibeyan zêde dibe û tevgerên movikan asteng in.

Her ku AS pêşve biçe kêmasî (deformîte) û piştxûzî (kîfoz) xwe didin der. Êşa pişt û navê (navpişt) ya ji 3 mehan zêdetir didome ji bo êşnasîya ASyê girîng e.

Xuyanîyên (Nîşanên) ASyê:

  • Êşa pişt û navpiştê ya di navbera salên 20 û 40î da
  • Piştî xew û bêhnvedana dirêj di navpiştê da êş û hesta qerimînê
  • Bi tevgerê re kêmbûna êş û qerimînê
  • Êşa movikan ya ji xewê re dibe asteng
  • Kêmbûna tevgerê
  • Ji 3 mehan zêdetir domandina gilî û gazinan
  • Bi ber pêş ve xwarbûna hestîyê piştê

Başkirin/Terapî:

Başkirina ASyê %100 ne pêkan e. Rêbazên heyî ji bo rêlibergirtina pêşveçûna nexweşîyê ne. Ji bo başkirinê di destpêkê da dermanên dijromatîzmal (antîromatîzmal) tên bi kar anîn. Herwiha divê di bin çavdêrîya fîzyoterapîst jî bernameyeke fîzyoterapîyê birêkûpêk bê sepandin. Ji ber ku bi tevgerê re kartêkirinên ASyê kêm dibin, egzersîz (rahêna/werziş) wekî rêbazeke girîng derdikeve pêş.

 

Fzt. Mustafa Önal

Fîzyoterapî & Rehabîlîtasyon

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply