Zarokno, yê ku ji xwe bawer e bila van zûgotinokan zû bi zû li ser hev heft caran dubare bike.
Derziya min qul,
derziya te qul
derziya te di qula
derziya min de
* * *
Darê min qul,
darê te qul
darê te di qula darê min de
* * *
Tevr û tirr
min tevrê xwar
tirr ma li cî
* * *
Gû germ,
hirmê gêr bû,
min hirmê xwar
hirme germ,
gû gêr bû,
min hirmê xwar
* * *
Vîjik û guvîj
min guvîjê xwar
vîjik ma li cî
Tirşik.net