Yearly Archives: 2019

Sibat, 2019

  • 12 Sibat

    Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û “Nemerdan”)

    Romana Mehmed Dehsiwar Çepera Giran (Apec, 2018, 426 rûpel) cildê duwem a rêzeromana wî pêk tîne. Cildê yekem ê rêzeromanê di sala 2017an de bi navêŞopa Xeterê hat weşandin. Di derbarê vê romanê de danasîneke min him di malpera Rûpela Nû û him jî di kovara Bîrnebûn de derketiye (Bîrnebûn, nr 70/2018). Vê gavê em nizanin wekî ev rêzeroman ê ji çend cildan pêk bê. Belkî di …

  • 11 Sibat

    Guhertoya Ceribandinê ya WordPress 5.1ê Weşiya

    Bo WordPress 5.1 guhertoya ceribandinê amade ye! Dema weşandina WordPress 5.1 nêzîk dibe. Di vê rewşê de ev guhertoya ceribandinê gaveke girîng e. Guhertoya ceribandinê bo bikaranînê amadeye. Lê ji ber ku WordPress bi milyonan tema û pêvekan tê bikaranîn, dibe ku hin tişt kêm ma bin. Tê plankirin WordPress 5.1 21ê sibatê werê weşandin lê bo heta wê rojê …

  • 11 Sibat

    Kovara ‘Şermola’ dest bi weşanê kir

    Hejmara yekemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî (her wiha bi tîpên latînî û erebî) weşanê dike, derket.

  • 11 Sibat

    Dilê mirov

    Dil ango dilê mirov, bi eslê xwe dişibe pompeyekê ku ji masûlkeyan pêk tê. Ji boy berdewamiya jiyanê, divê xurek, hormon û oksîjen, bigihîje hemû şane û xaneyên laş. Madeyên paşmayî yên wekî karbona dîoksîd, ure, av, xwêy jî divê ji xaneyan bên dûrxistin. Ango ji boy bicihanina erka xwe divê xwîn li her aliyê laş de bigere. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike, lê xwîn bi tena serê xwe nikare biherike, pêdivî bi pompeyek …

  • 10 Sibat

    Ehmed û Fayiq

    Em ê herin Entabê tiştan hilgirin bo malbatên xwe. Di nivê şevê de di hûdûdê Kîlîsê re darbasî Azezê û li Azezê jî derbasî Efrîna xwe bin. Yanî rêyekê dûr û dirêj, zor û zehmet li ber me ye. Belkî em di vê rêye de bimirin, canê xwe, jiyana xwe jî bidin. Tû tiştî diyar li ber me tuneye. Her …

  • 10 Sibat

    Merwan Berekat: Romana Kurdî li dûrî pênûsa rexnevanan e

    Nivîskar, helbestvan û romanivîsê Kurd ê ji herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) Merwan Berekat zêdetir ji 35 salan e dîrok, helbest, roman, gotar û lêkolînan bi her du zimanan (Kurdî û Erebî) dinivîse. Nivîskar Merwan Berekat ta niha bêhtir ji 32 berhemên wî yên bi her du zimanan hene û hejmarek baş jî jê hatine çapkirin, yan wek pirtûkên elektironî hatine …

  • 9 Sibat

    Celal Emîn Ferhengeke yasayî bi 3 zimanan belav kir

    Parêzer û nivîskar Celal Emîn li Almanyayê ferhengeke taybet bi gotinên yasayî û îdarî ve bi her sê zimanan Kurdî – Almanî û Erebî belav kir. Celal Emîn li ser ferhenga xwe ji K24ê re got: “Di ferhengê de mirov dikare li sê beşan de bigere. Peyvên di ferhengê de peyvên yasayî û kargêrî (îdarî) ne. Têkiliya mirovê li Almanya …

  • 7 Sibat

    Aqîbeta Lazan

    Xwedê eqîbeta Laz’an neynê serê tu neteweyî. Laz netirk in, xelkekî din in. Lê, dewleta Kemalîst wan wisa asîmîle kiriye ku, êdî doza heqê xwe yên netewî û demokratîk nakin. Zimanê Lazan bi serê xwe zimaneke, lê ji bo ku Laz wî zimanî napeyivin ew ziman berbi wendabûnê ve diçe. Li anadoliyê û Kurdistanê çend gelên cuda hene. Ji xeynê …

  • 6 Sibat

    ‘‘Mîrê Bilûrê’’ Egîdê Cimo

    “Bilûra min, Dengê xwe berde Dinya, Mîna zarokekî berşîr, Ket dergûşa xwe; Dengê xwe berde bilûra min, Û jê re bilorîne Xema wê birevîne! Bilûra min î tu…” (Celadet Alî Bedirxan) Ez, Mîrê Bilûrê di zarokatiya xwe de dizanim. Zarokatiya xwe de; Çimkî bavê min evîndarekî dengbêjiyê û dengê bilûra wî bû. Hinek rojan bavê min bi saetan guh dida …

  • 6 Sibat

    “Hunermend dikare bi rêya hunera xwe dostan ji bo doza gelê xwe çê bike”

    Şêwekar Bedran Barî Kî Ye? Di sala 1971ê de, li gundê Bor Se’îd yê navbera Hesekê û Amûdê ji dayik bûye, zaroktîya xwe li gund derbaskir, piştî ku xwendina xwe ya seretayî li gund kuta kir,  ya navendî û sanewî li bajarê Hesekê gihande serî, û ji peymangeha amadekirina mamosteyan derçû, ji sala 1992an ve wek mamoste li dibistanên Hesekê …