Monthly Archives: Sibat 2019

Sibat, 2019

  • 24 Sibat

    Pirtûka “Rêbera Rastnivîsînê” derket!

    Zimanzanên Kurdî yên li çar aliye dinyayê bi ked û xebatên xwe yên li ser zimanê Kurdî tên naskirin ji bo gelê xwe yê Kurd û Kurdewar berhema bi navê “Rêbera Rastnivîsînê” derxistin. Amadekarên “Rêbera Rastnivîsînê” di pêvajoya amadekirina berhemê da li Stenbol, Amed û Mêrdînê bi qasî du salan bi dehan carî civîn kirin. Di komisyona amadekirina berhemê da …

  • 24 Sibat

    NIRXANDINEK LI SER ROMANA LOKMAN POLAT ​ ”KEWA MARÎ / MÊKEW”​

    Berê min berhemên edebî tenê li gorî pîvana zimanî dinirxandin. Lê ev têr nake. Di romanê de ya herî girîng sê tiştin. Ev sê tişt jî ev in: Form, teknîk û temaya romanê. Bi van hersê tiştan ve girêdayî karanîna zimanî li gorî naverokê giring e. Nimûne, naverok destan be, ziman divê li gorê wê be. Berhemeke destanî divê bi …

  • 24 Sibat

    Zarok û Gul

    Dema ku ez li parqê û di bin siya darê de rûdiniştim û min pirtûka xwe dixwend; li derdorê min ti kes tune bû. Haya min ji vê dinyayê tune bû û navçavên min girê bû, bêmede û rûtirş. Xemgîn, têkçûyî û bi zêdekirina wechên jiyana xwe ya raborî ku bi paşmayîn û poşmaniyan ve dorpêçkirî di nav pirtûkê de …

  • 23 Sibat

    PIRTÛKA DR. NÛREDÎN ZAZA HAT ÇAPKIRIN

    Weşanxaneya Sîtavê û Pirtûka Konê Reş Li dor Rojbûna Dr. Nûredîn Zaza Dr. NÛREDÎN ZAZA (Kurdê Nejibîrkirinê 1919–1988) JI ALIYÊ WEŞANXANEYA SÎTAVÊ VE HAT ÇAPKIRIN Pirtûka nivîskar Konê Reş ya ku li ser jiyan û têkoşîna Dr. Nûredîn Zaza nivîsiye ji aliyê weşanxaneya me ve ji çapê re hate amadekirin. Pirtûka ku ji bo 100 saliya jidayîkbûna Dr. Nûredîn Zaza …

  • 23 Sibat

    Resma mêvandarîya Kurmancîyê

    Wekî dizanin tenê heyveka erdê ya me heye û bi şev û rojan di dora wê da digere. Lê lêkerên me ya di nav hevokan da du heyvên wan hene berkar û ya din kirar. Ew du heyv di dora lêkeran da digerin û di her demê da form an jî şiklekê digirin. Carinan sîya berkarê dikeve ser lêkeran û …

  • 22 Sibat

    Çîrokên hezar û yek şevê

    Çîrokên hezar û yek şevê bi nav û deng in, navdar in, meşhûr in. Qet dawî li wan nayê. Di demeke qedîm de qralek hebûye. Ev qral digel her qîza ku razaye, di a din î rojê de qîz kuştî ye. Bi vî awayî qral ji xelkê xwe bêhejmar qîzan dikuje. Şevekê bi navê Şahrezat dora razanê digihê qîzekê. Qîz …

  • 21 Sibat

    Zewac Çîma Bûye Keleme Çavê Ciwanan?

    Tê bira min di zarokatîya me de keçên ku panzdeh salîya xwe derbas dikirin, ji wan re digotin “keça gehîştî” xortên bist salî êdî wextê zewacê derbas kiribû. Herçendî mirov niha li çavek cûda li wan salan binêre jî, li gor şert û mercên wê demê ev nêrin nêrînek gelek di cihê xwe de bû. Sal û dem borin. Şert …

  • 21 Sibat

    Pîrozbahiya Roja Zimanê Zikmakî

    Pîrozbahî!!!! 21ê Sibatê “Roja Zimanê Zikmakî” Pîroz Be! Roja 21ê Sibatê ji hela UNESCOyê ve wek ‘’Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî” hatiye qebûlkirin û li gelek deverên dinyayê jî ev roj her sal tê pîroz kirin. Li çar aliye dinyayê fermî û nefermî bi hezaran zimanên zikmakî hene lê di nav van zimanan pir ziman bi awayekî fermî nayê axaftin …

  • 20 Sibat

    Ji Xwedê Re Nameyeke Eşkere – Faik Öcal

    Ev çil sal e zimanê min di nav xwînê de gevizî, hezar sal e  dilê min xwewendakirî. Zimanê min diyariya dayika min, dilê min xelata Xwedeyê min bû. Zimanê min hawar û qêrîna miletê min, dilê min ezmûna Xwedayê min bû. Ev çil sal e zimanê min li ber tîrên zaliman, hezar sal e dilê min  ber gulleyan. Her bombeyek  …

  • 20 Sibat

    Roja Zimanê Zikmakî

    Di sala 1999an de UNESCO, ji bo pêşî li ber mirin û wendabûna zimanan bigire, li hemberî zext û hewildanên tunekirina zimanan, 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî îlan kir.  Ziman bêşeke girîng ya nasname û kesayetiya mirovan e. Ziman ji şertên bingehîn yê netewbûnê ya gelan e. Ew kilîta deriyê çand, huner, kevneşopî, evîn, kêfxweşî, êş û azarên gelan ya …