Pirtûka “Rêbera Rastnivîsînê” derket!

Zimanzanên Kurdî yên li çar aliye dinyayê bi ked û xebatên xwe yên li ser zimanê Kurdî tên naskirin ji bo gelê xwe yê Kurd û Kurdewar berhema bi navê “Rêbera Rastnivîsînê” derxistin.

Amadekarên “Rêbera Rastnivîsînê” di pêvajoya amadekirina berhemê da li Stenbol, Amed û Mêrdînê bi qasî du salan bi dehan carî civîn kirin.

Di komisyona amadekirina berhemê da ji Kurdistana Tirkyeyê bigir heta ya Sûriye, Iraq û Îranê jî di nav da pisporên vî karî yên li dîasporyê dijîn jî bo Kurdiyeke rast û durist hewl dan û xebitîn.

Bi armanca ku bila gelê Kurd di dema nivîsandina zar û zimanê bav û kalen xwe da zehmetiyê nekişînin û bibin xwedî rêberekî rast û durist, biryara çapkirina “Rêbera Rastnivîsînê” hat dayîn.

Di amadekirina vê berhema girnabûha da zimanzanên wekî Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmîsanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mikaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî, Zulkuf Ergun xwedî ked in.

Pirtûka ku ji hêla Weqfa Mezopotamyayê hat çapkirin jî ji ser malperên înternetê yên pirtûkan difiroşin dikare bê temînkirin.

Hemû kesên bi Kurdî ra eleqedar in, dixwînin, dinivîsin û dixwazin ji serî va hîn bibin û yan jî hînî zarok û neviyên xwe bikin divê wekî rêber vê pirtûkê li pirtûkxaneya xwe bi cih bikin.

Hûn dikarin telefon bikin Weqfê û pirtûka xwe bixwazin.

  • Weqfa Mezopotamyayê
  • Telefon: 0549 440 2220
  • Emaîl: mezopotamyavakfi@gmail.com
  • IBAN: TR74 0003 2000 0000 0064 8411 49

Etîket: Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, dilawer zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Mahmûd Lewendî, malmisanij, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mikaîl Bilbil, Mistefa Aydogan, Newzad Hirorî, Polylang KMR, Rêbera Rastnivîsînê, Samî TAn, Şoreşvan Adil, Weqfa Mezopotamyayê, Zana Farqînî, Zulkuf Ergun xwedî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Tarîtî û Ronahî

“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

Şîrove (1)

  1. Bi rastî jî berhemeka bêhempa ye. Kesên ku bi kurdî dinivîsin, ji wan re şert e. Gelek kurdînivîs gava metnekê dinivîsin, em dibînin ku ew metin ji alîyê nivîsînê ve gelek xeletîyan dihewîne. Loma divê her kurdînivîs pêşî rêzik û qayîdeyên nivîsînê bizanin dûre karê nivîsînê bikin. Heke na, yekrengîya nivîsînê nayê rûniştandin.

Şîroveyekê bihêle