Roja Zimanê Zikmakî

Di sala 1999an de UNESCO, ji bo pêşî li ber mirin û wendabûna zimanan bigire, li hemberî zext û hewildanên tunekirina zimanan, 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî îlan kir. 

Ziman bêşeke girîng ya nasname û kesayetiya mirovan e. Ziman ji şertên bingehîn yê netewbûnê ya gelan e. Ew kilîta deriyê çand, huner, kevneşopî, evîn, kêfxweşî, êş û azarên gelan ya bi hezaran salan e. 

Gotin, herî zêde bi zimanê pê hatiye nivîsandin bi wate ye. Helbest, çîrok, stran, gotinên pêşiyan, destan û berhemên din, herî baş û watedar bi zimanê dayîkê ango bi zimanê ku pê hatiye nivîsandin watedar û xweş in. Ji vê yekê jî ziman dewlemendiya gelan-netewan ya herî bi wate ye. Ew jiyan û mirovatî ye. Gelê kurd jî xwediyê vê hebûnê ye, lê di sedasala 21an de jî barbarî û çavnebariya li hemberî zimanê kurdî hê jî bi biryadarî û israr, bi azîneyên sîstematîk berdewam dike. Hê jî li sê parçeyên welatê me, miletê me ji vî mafê rewa bêpar e. Hê jî kurd vî mafê rewa û însanî nikarin di hemû qadên jiyanê bikarbînin. Ji ber ku azadiya ziman azadiya çand, wêje û mîrasa gelan e, sîstema nîjadperest nêzîkê çareseriyên demokratîk û însanî nabe.

Îro li hemû dinyayê 7000 ziman dijîn, lêbelê ji vî 7000 zimanî, li gorî lêkolînên UNESCOyê 2300 ziman di bin xeteriyê de ne. Zimanê kurdî jî di nav vê lîstê de ye. Bi taybetî jî zaravayê kurdî zazakî(dimilî) bi tunebûnê re rûbirû ye. Dîsa li ser coxrafya Kurdistanê ji bilî zaravayê zazakî(dimilî) gelek zimanên din jî an mirin an jî li ber mirinê ne. Ango ji kulîlkên bêhnxweş yên coxrafya welatê me gelek çilmisîn û gelek jî bi çilmisandinê re rûbirû ne. Siyaseta nîjadpereset wek seyê har bi keft û left ji bo tunekirina çand û zimanê gelan serî li hemû rêbazên derveyî mirovatiyê, serî li rêbazên hovane dide. Lê gelê me bi biryardarî li ber xwe dide, serî hildide, li hemberî van rêbazên hovane roj bi roj sazî û dezgehên xwe yên pêdivî pê dibîne, dadimezirîne û bi pêşve dibe.

Ji bo ku zimanê me; hebûna me têk neçe, bi trajediya tunebûnê re rûbirû nemîne, divê em xwe li xwe xwedî derkevin. Jin, mêr, mezin û piçûk, divê em mecbûriyeteke bi berpirsiyarî bidin ser milên xwe ku bila pêşeroja me şêlû û tarî nebe.

Zimanê me hebûna me, hebûna me jî vîna me ye. Kurdî îro zimanê ji çil mîlyonî zêdetir kesan e. Çawa ku heta îro bi hewildan û rêbazên curbecur yên derveyî mirovatiyê, bi înkar û lîstikên bi qirêj zimanê me ji hole nehat rakirin û tunekirin, wê bi berxwedan û xwedîderketina me, ji vir pêve jî neyê tunekirin. 

Wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd em her tim bi hêvî, bawerî û coş in ku wê gelê me zincîrên zilm û zordariya li ser zimanê me bişkîne. Azadiya zimanê me azadiya gelê me ye. Û gelê me jî bi biryar e ku azadbe. Ev jî wek saziyek kurdistanî coşeke mezin dike dilê me. Li gorî baweriya me, wê gelê me jî di salên nêzîk de, wek gelên cîhanê yên azad Roja Zimanê Dayîkê pîroz bike. Û em vê rojê li gelê xwe û li hemû gelên cihanê pîroz dikin.

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply