Monthly Archives: Îlon 2018

Îlon, 2018

  • 30 Îlon

    halim ew e

    ez li ber deriyê dilê te mirina xwe dipêçim li stuyê te bi laveya gezikek hezkirin, dilopek ava firmêskan dirêjim dibim sêwîyê te çi bikim ne dibînî ne pirs dikî bê halim evdalê xwedê bi çarînek helbest qîrîneke bi dizî wek gerokekî westiyayî li ber deriyên biyan li te digerim çi bikim dinixumînim çavan qe nebe direvînim awiran ji tirsa …

  • 30 Îlon

    Pirtûka bi sê zimanan ” Diyarbekir Dest Li Ba Dike”

    Nivîskar û lêkolînvanê hêja Şeyhmus Dîken şarezayekî şarzanîst ê bajarane. Di derbarê bajarê Diyarbekirê (Amedê) de herî pir wî lêkolîn kiriye û pirtûk nivîsiye. Ew nivîskarekî berhemdare. Wî heta niha sêzdeh -15 – pirtûk nivîsiye û pirtûkên wî hatine çapkirin. Wî li ser bajarê Amedê, li ser Amedîyên ku ji alî dewleta dagirker a kemalîst ve hatine sirgûnkirin, li ser …

  • 30 Îlon

    Dewr û Gera Kurdistanê

    DEWR Û GERA KURDISTANÊ Mela Ehmedê Palo Amadekar: Mehmet Yıldırımçakar Mela Ehmedê Palo, helbestvanekî bi eslê xwe Kurdê Zaza ye lê berhemên xwe bi Kurdiya Kurmancî nivîsîne. Helbestên wî ji hêla şeklî ve klasîk in, lê naveroka wan modern e. Palo di hunera helbestê de gelekî serkeftî ye; wezn, qafiye, rîtm û hunerên edebî yên din bi zimanekî şayik û …

  • 29 Îlon

    Keçekê Teza Xwe li Dor ‘Konê Reş’ Amade Kiriye

    Keçekê bi navê Semîra Mistefa qutabiya (Zanîngeha Rojava Fakulteya Wêje/ Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî), teza xwe li dor Konê Reş û berhemên wî bi navê: (Min Konê Reş Evîndarekî Welat Dît/ كونى ره ش عاشقاً للوطن), amade kiriye ji zanîngehê re.. Semîra Mistefa di pêşgotina teza xwe de li dor bijartina xwe ji Konê Reş wiha dibêje: “Di rêka …

  • 28 Îlon

    Nema

    Modernîzma Kapîtalîst, hestên te mijand, xwîna teyî mirovî bi ya robotan guhert. Di başîyê de alîkarî, di tengasîyê de pêveçûyîn, di êşan de berketina te nema. Ne kes li te dipirse ne tu li kesekî dipirse. Kom û kuflet dev ji hertiştî qeriya û bû namzetê bajarvanîyê. Gundê bê rez konê bê pez, mirovê ku herdem bibêje ez û ez …

  • 28 Îlon

    Girr û Gallî Mindallanî Kurd

    GIRR Û GALLÎ MINDALLANÎ KURD

    GIRR Û GALLÎ MINDALLANÎ KURD Dîrokçeya Çapemenî û Medyaya Kurdî ya Zarokan Amadekar: Kenan Subaşı Ji bo ku zarokek bibe mirovekî serkeftî û xwedî wijdan û xwedî exlaqeke paqij, divê bixwîne û bizanibe ku dê çi bixwîne. Ji bo ku bizanibe dê çi bixwîne, divê bibe xwedî estetîkek û bikaribe muhakeme bike û bifikire. Ji bo ku bibe xwedî estetîkek …

  • 28 Îlon

    Kaniya Edebiyata Devkî Stran

    Di edebiyata Kurdî ya devkî de cûreyê ji hemiyan dewlemendtir stran e. Peyva “stran” ji gotina “strîn”ê tê. Strîn ji bo gotinên birîtm û selîqe tê gotin.

  • 28 Îlon

    Xwendevan Yan Xwiner?

    Ez zimanzan nînim, lêbelê hertiştên ku hinek kes li ser navê zimanzaniyê di zimanê kurdî de pêk tînin û peyvên kurdî li ser navê zimanzaniyê yan jî li ser navê ‘kurdîya akademîk’ digehurînin, taswîp nakim, rast nabînim. Hınek kesên ku xwedêgiravî xwe zimanzan dihesibînin, li ser navê zimanzaniyê peyvên çêker dixine nav kurdî û bi wan peyvên çêker ku ti …

  • 27 Îlon

    Rapora Xebata Roja 1ê ya Kongireya 84 a PEN International, Pune Hindustan

    Kongireya 84 a PEN International, roja 25.09.2018 li bajarê Pune, ciyê ji dayîkbûna rêberê efsaneyî yê Hindistanê, Mahatma Gandhi destpê kir û biryare heya roja 29ê mehê berdewam be. Şanda Navenda PENa Kurd, ku pêk hatibû ji hevseroka PENa Kurd, Dr. Bêrîvan Dosky û endamê PENê Abdullah Hicab di kongireya îsal de beşdar bûn. Di roja yekê ya rûniştinên kongireyê …

  • 27 Îlon

    Ne Helbest e

    Nizanim di kevera dile kê ve daliqandî ma me Ew kê ye dest tavêje destê min da min ji keverê bifirîne Firîneke, mîna beybûneke bi per û bask.. Kî ye ew min ji erafa hebûn û nebûnê rizgar bike Kî ye ew mil dide milê min ê ji hev ketî Nizanim hêvî û diayên kê min ji  dojeha xwedawendan rizgar …