Kaniya Edebiyata Devkî Stran

KANIYA STRANAN!
Di edebiyata Kurdî ya devkî de cûreyê ji hemiyan dewlemendtir stran e. Peyva “stran” ji gotina “strîn”ê tê. Strîn ji bo gotinên birîtm û selîqe tê gotin. Dema em dibêjin stran, em di heman demê de behsa lawij, lawik, şeşbendî, narînk, serê zava, miqam, kilam, peste, heyranok, payîzok, berîte, dîlok, zêmar, laylayê, serîlêk, delêl, medîhe, qewlêrk û hwd. dikin.
Strana Kurdî heta niha bi awayekî rêkûpêk nehatiye vekolîn. Ev xebatahan di encama sê salan de hatiye amadekirin û em hêvî dikin ku vê valahiyê dagire.
Stranên vê kitêbê, pêşî yeko yeko bi deng hatine qeydkirin, paşê jî li ser kaxezê hatine nivisîn.
Nivîskar Yaşar Kaplan, jêderên vê xebatê kî ne, naveroka stranan çi ye, strana Kurdî çend birr e, her birr di nava xwe de dabeşî çend birran dibe tevan dibêje û ji aliyê formê ve strana Kurdî dinirxîne.

AGAHIYÊN KITÊBÊ:
Nav: Kaniya Stranan
Nivîskar: Yaşar Kaplan
Weşanxane: Nûbihar
Rûpel: 712
Ebat: 13,5 x 21
Cûre: Edebiyat/Folklor
Ziman: Kurdiya Kurmancî
Tîp: Latînî
Çap: 2015
ISBN: 978 605 5053 61 1

Derbar Rêvebir

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply