Monthly Archives: Îlon 2018

Îlon, 2018

  • 10 Îlon

    Ji Evîna Rojên Kevin: Tifik, Bixêrîk û Ardiwê Malê

    Di wî heyamê zaroktiyê de jî, xwarina her malekê di gund de li ser agirê tifika ku di hundirê malê de hebû, dihat çêkirin. Di her malekê de tifik hebû. Ew tifik di qorzîkek hêwana malê de bû. Di ser re, bixêrîk ber bi jor ve dirêj dibû, agir di tifêkê de dihat dadan û dûyê wê di bixêrîkê re …

  • 9 Îlon

    Gelek kes ji bo şifayê diçin germavên Diyadînê

    Germavên li Diyadîna navçeya Agiriyê yên ku ji bo gelek nexweşiyan dibin şifa ji hêla gelek kesan ve tên ziyaretkirin. Navçeya Diyadînê 50 kîlomêtro dûrî navenda Agiriyê ye û li navçeyê gelek germav hene. Ji ber germavên xwe Diyadîn di turîzmê de bûye cihekî girîng, bi hezaran kes ji bajarên cuda tên dikevin van germavan ku ji nexweşiyên xwe xilas …

  • 9 Îlon

    Pêwîstiya Tevgera Pirtûkên Klasîk

    Rojekê pirseke wiha bi ber çavê min ket: “Divê em çima pirtûkên klasîk bixwînin?” Vê pirsê ev hevoka Italo Calvino anî bîra min: “Pirtûkên klasîk ew pirtûk in ku meriv jê re nabêje “ez wan dixwînim” dibêje ez wan “ji nû ve dixwînim.” Pê re jî ev hevok: “Pêwîst e di edebiyatê de berhemên herî kevn, lê di zanistê de …

  • 8 Îlon

    Binxet (Çîrok)

    Gohdar bikin, ez dê ji we re çîrokekê bêjim! Di despêkê de ji we re bêjim, ev çîroka ne ji bo zarok û mindala e. Ew ji bo mezin, kal û pîran e. Ku hûn naxwazin guhdar bikin, guhdar nekin, dev ji xwendina wê berdin! Çîroka min ne bi pere û pûlan e. Ku hûn dê wê bixwînin bila ji …

  • 7 Îlon

    Kolanên Qamişlo bi neqşên pirtûkan tên xemilandin

    Li bajarê Qamişlo kampîneke xemilandina bajêr ji aliyê Desteya Şarederiyan ve destpê kir. Di vê kampînê de hin wêneyên pirtûkên navdar li ser dîwarekî hatine neqişandin û piştî ku ev gav bi erênî ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazî kirin Bi armanca belavkirina çanda xwendina pirtûkan û xemilandina cade û kolanên bajêr, jinên karmend û bi alîkariya beşê îkolojî di …

  • 6 Îlon

    Bo dil, xwarina kêm tevgera zêde baş e

    Bo parsatina dilî pispor dibêjin divê kerkes di hefteyê de 3 roj rojê nîv siet bimeşe. Bi taybetî piştî şîva êvarê. Pispor dibêjin di dinyayê de mirina herî zêde ji nexweşîna dil û damaraye. Li Amerîkayê her salê nexweşên herî zêde yên ku diçin beşa acîlê, nexweşên dil in. Jimara wan li dora 1 mîlyon û 600 hezariye. Bo tenduristiya …

  • 5 Îlon

    bûme tune li bal te

    ez dilekî bi tenê û vemirî fera windabûyî li ser deryaya pêlgirtî keştiyeke noqavbûyî me were lê were ma ne bes e bawer be firmêsk hew diweşin ziwa me grîneke mirî termekî windabûyî lorîna mendalekî lavekarê te me bes ax lê ax ma min ne gotibû çîrokeke nîvco lê têrhêvî hebû ma wilo bû bê bext te pala xwe da …

  • 5 Îlon

    Were Dotmam!

    Mîr Celadet Alî Bedirxan kurdperwerekî hêja, welatparezekî bêpayan bû. Xebatên wî yên hêja ji bo rewşenbîr û nivîskarên kurd bûne bingeh. Wî ne di warek de, herweha di gelek waran de xebat kiriye û gelek berhemên hêja afirandiye. Ew hîmdarê gramera kurdî û damezrevanê alfabeya kurdî/latînî ye. Xebata wî piraliye, rengîne û xebateke dewlemend e.   Mîr Celadet pirtûka rêzimana …

  • 4 Îlon

    Romana `Serwerê Med Aştîyago`Derket!

    Kurd dîroka xwe çawan dizanin? Çîrok û çîrvanokên devkî yên rabihûrîna Kurdan, çend dikarin têr û tije rastiya dîroka Kurdan vebêjin? Û gelek pirsên dîtir li benda bersivê ne. Dîroka gelekî qedîm bi taybet jî, ji aliyê mirovên vê netewê ve bi têrayî nayête zanîn. Romana Dîrokî ya Mamoste û nivîskarê Kurd Fergîn Melîk Aykoç ya bi navê -Serwerê Med …

  • 3 Îlon

    Ji 16ê Tebaxa 1945an heya 15ê Tebaxa 1984an

    Meha tîrmehê bi tije rûdanên girîng derbas bû. Meha tebaxê û dîsa dema ku rûpelên salnameya kurdî dikevin ber çavên me, di meha tebaxê de jî tevî hemû rojên xweş û nexweş pêngavên girîng hatine avêtin. Li vir ez ê tenê çendek ji wan destkeftiyên di qada siyasî de bi bîra we xwendevanên hêja bînim. Li pey Ûrmiyeyê, Mehabad hat! …