Allahê Min

ALLAHÊ MİN

Bi rehm e Allahê min

Rehm û şefqet daye min

Ew e tenê xwedyê min

Allahê min Rehman e.

 

Ew ji kêmasî dûr e

Rebbê min bê qisûr e

Bê tehb û bê mişûr e

Allahê min Subhan e

 

Zanê hemû tişta ew

Ew e herûher bê xew

Ew e her rind û bedew

Allahê min ‘Elîm e

 

Ev ‘erd û ev asîman

Ava kir bi sazûman

Rebbê min e hikûmran

Allahê min Hekîm e

 

Me her wextî bawer e

Xaliqê me têkber e

Him mezin û raser e

Allahê min ‘Ezîz e

 

Qencî û bexş û nî’met

Îkram û xêr û ‘îzzet

Ji ba Rezzaq in helbet

Allahê min Kerîm e

 

Rebbê min bê emsal e

Ew tenê bê zewal e

Bê şerîk û heval e

Allahê min Ehed e

 

Padîşahê min Ew e

Bes îlahê min Ew e

Pişt penahê min Ew e

Allahê min Semed e

 

Allahê min Zahir e

Her wext û an nazir e

Li her cihî hazir e

Allahê min Axir e

 

M.Emîn Zeynî

Derbar ziman

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply