Kesayetiya Jina Kurd a Serbixwe

Şayanê gotin û pesindayînê ye ku jina kurd, digel şert û mercên dijwar ku tê de jiyaye û dijî dîsa jî bindestiya gelê xwe ji mafê xwe yê kesane pêşdetir ditiye.  Xem û kesara gelê xwe tim di dilê xwe de jiyaye. Geh bûye pêşmerge, geh bûye gerîla çek daye milê xwe. Bi birayên xwe re mil bi mil, dil bi dil têkoşiyaye. Gelek caran jî di nav siyasetê de roleke çalak lîstiye. Xwepêşandanên siyasî hema bêje giştî bi beşdarbûna jinan ve pêk tên. Bes gelo jina kurd di van çalakiyan de bi nasnameya xwe ya netewî, dînî û kesayetiya xwe ya serbixwe tevdigere?

Ya rast hîn bûyerên ku diqewimin dibe sedem ku em di vî warî de bikevin gumanan. Wek mînak di beriya hilbijartinên şaredariyê de li bajarekî, di xwepêşandanekê de jinên ku di serê wan de laçikên spî û navsalî bûn. Îhtimalek mezin xwendin û nivîsandina wan jî nebû. Pankartên di destê wan ên bi tirkî de weha dinivîsand: “biz eşcinsel haklarînî savunuyoruz.” (em mafê hemcinsiyan diparêzin).

Vêca gelo ew kesên van jinan ji bo berjewendiyên xwe ên qirêj bi kar tînin çiqas dikarin bêjin;  “em kurd in, an em mafê jina kurd diparêzin”. Divê ev bûyer bibe dersek ji jinan re, tenê bi biryarên xwe ên serbixwe ve tevbigerin.  Jixwe piştî vê bûyerê gelek kesên xwedî wijdan ev yek bi tundî rexne kirin.

Îro gelê kurd di nav rewşek dijwar de ye. Mafê xwepêşandanan jî mafek xwezayî ye. Helbet dê jina kurd jî di qadan de beyî ku bi tundî tevbigere, çi ji bo mafê xwe, çi ji bo mafê gelê xwe, xwe nîşan bide, lê ne ji bo hîn kesên ku bi niyetek xirab û nesamîmî. Divê jina kurd tenê ji bo rastî tevbigere. Ger em li rastiyan binêrin gelo di nav jinên kurdan de ên ku mafê hemcisiyan biparêzin û bi çavek erênî il wan kesan binêrin çiqas in? Mixabin ew kesên ku dixwazin gelê kurd ji dînê îslamê dûr bixînin îro çi ji destê wan tê dikin. Û ji bo wan daxwazên xwe ên qirêj jî, jinên ku bi dilê xwe ên pak ve xwe li gorî gelên xwe dikin bikartînin.

Mixabin ên ku herî zêde bi bîr û baweriyên jina kurd ve tinazên xwe dikin dîsa ew kesên ku (taybet jin) bi rayên jina kurd ve hatine hilbijartinin. Ew jinên ku sibê heta êvarê di televizyonan de dibêjin em nebin li Kurdistanê zagonên îslamê bi ser dikeve. Her weha herî zêde em Kemalîzmê diparêzin. Û ev kes di heman demê de dixwazin nakokî û dûbendiyên mezin bixin nav hêzên Kurdistanê. Li gor wan, kesên ku ne di fikrê wan de be ew bi giştî xaîn in.

Bi min pêwîstiya jina kurd bi nûnerên ku rêz ji bîr û baweriya wê û bi çanda wê re negrin tune. Ew kesên ku bi navê jina kurd tevdigerin piranî bi zimanê kurdî jî nizanin. Ew ku zimanê kurdî bi saya jina kurd ve îro li ser piya maye. Her weha ew kesên xwedî niyetek nebaş ku dixwazin gelê kurd ji dinê îslamê sar bikin,  gelek caran bi hinceta mafparastina jinan ve  destdirêjiya dinê îslamê  jî dikin.

Rojbîn Ozkan / Kovara Nûpelda

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply