Xwezayî ye ku zarok nebaş tevbigerin. Zarokek ku hewl dide cîhanê nas bike û tiştên ku diqewimin fêm bike, dibe ku xeletiyan bike an jî xirab tevbigere. Lê belê reftarên hinek zarokan digihê wê astê ku dê û bav li ber zarokên xwe bêçare dibin. Heger zarok pir nebaş be, divê dêûbav li sedemê xerabiyê lêkolîn bikin û berî ku ji nişka ve bertek nîşan bidin û zarok ceza bikin, hewl bidin ku çareyên aram bibînin.
Em dikarin sedemên reftarên nebaş di bin du sernavên cuda de rêz bikin: Ya yekem ji van xeletiyên ku ji ber xeletiyên perwerdehiyê derdikevin, û ya duyemîn jî ya ku em jê re dibêjin hîperaktîvîtî ye, ku zarok ji ber fîzyolojiya mêjî bê mebest tevdigere.
Xerabiya ku ji xeletiyên perwerdehiyê derdikeve
Em tînin bîra dê û bavan ku her dem ji zarok hez kirin ne bes e, di heman demê de çiqas girîng e ku hewl bidin cîhana hestyarî ya zarok fam bikin û hewcedariyên wî yên derûnî peyda bikin. Yek ji hewcedariyên zarok ku bi qasî xwarin û vexwarinê girîng e, lênihêrîn û guhdanê ye. Di perwerdehiya zarokan de yek ji xeletiyên herî zêde ew e ku dê tim bi karên malê re mijûl dibe. Dayik zarok xwarin dide, vexwarin dide, cil û bergên wî/wê li dike û difikire ku bi van kirina xwe erka xwe bi cih tîne. Lêbelê, yên ku hewce ne ku bêne nirx kirin û lênêrînê ne, zarok vê tevgerê ji ya ku dê difikire pir cuda dinêre. Dayik her çiqas ji zarokê xwe hez bike jî nikare îfade bike, lewma zarok li bala dayîkê dinêhêre.
Dema ku zarok ku nebaş tevdigere, dibîne ku diya wî jê re eleqedar e – her çend negatîf be jî – ew difikire ku bi vê yekê re têkiliya bi dayikê re hîn zêde ye.
Zarokê ku difikire, “Dema ku ez digirîm dayika min li min xwedî derdikeve, dema ku ez dixwazim gazî diya xwe bikim divê ez bigirim” û xirab/şaş tevdigere. Lê niyeta wî ya rast ew e ku bala diya xwe bikişîne.
Çewtiyeke din a perwerdehiyê ku reftarên xerab ên zarokan xurt dike ew e ku zarok di hawîrdoreke ku xirabî tê pejirandin de mezin dibe. Gelek malbat ji netebitîyên ku di dema pitikîyê de tê kirin kêfxweş dibin. Bo nimûne, eger zarokek dema dilîze li hevalekî xwe bixe, ev bûyer her û her tê bibîranîn û bi şahî tê vegotin. Zarok her tiştê ku li dora wî diqewime tomar dike û dema ku ew hemî di bîranîna xwe de dinivîse, kiryarên xwe dixe lîsteya tiştên ku divê biqewimin/bên kirin. Bi taybetî bav bi xerabî û netebitiyên ku di zarokatiya xwe de kirine bi pesn behs dike. Li ser vê yekê berteka zarokê wiha ye: “Te di zarokatiya xwe de gelek netebitî kir. Ez zarok im, ez jî dikim/û bikim.”
Çewtiyeke din a perwerdehiyê dayîna zarokan perwerdehiya dîsîplîna ne rast e. Zarokê ku dibîne ku li malê tenê rêzik ji bo wî hene û dê û bavê wî çi bixwazin dikarin bikin, nikare hewcedariya terbiyeyê fam bike. Pêdivî ye ku di malê de hin qaîde werin dayîn.
Lê divê ev rêgez ji bo her kesî wekhev bin û bi awayekî adil werin sepandin.
Çewtiyeke din a ku di derbarê dîsîplînê de tê kirin ev e ku malbat nêzîkatiya cezakirinê dipejirînin û bi tirsandina zarok hewl didin ku bigihînin asta ku dixwazin. Lêbelê, ji bo ku di zarok de guherîna tevgerê ya xwestî çêbibe, divê ew pêşî bipirse “Çima?” Pêdivî ye ku meriv piştrast bike ku pirs bê bersivandin. Zarokê ku bi tirs û ceza re rû bi rû maye, nikare li ser sedem û rewakirina qaîdeyan bifikire.
Di Rewşa Netebitiyê de Em Çi Bikin?
Em gelek caran diyar dikin ku çiqas girîng e hînkirina dîsîplînê ji zarokan re. Lêbelê, ya girîng ew e ku zarok bi dîsîplînek rast mezin bibe. Zarok xwedî dîsîplîneke derve û dîsîplîneke hundirîn e. Disîplîna derve tê wateya ji tirsa guhdana qaîdeyên dêûbavan e. Zarokê ku di bin bandora dîsîplîna derve de ye, li ber dê û bavê xwe li gorî rêgezan tevdigere, lê dema ku bi tenê ye jî heman tiştî nake. Ya rast ew e ku zarok bi rastî van qaîdeyan bawer bike û guh bide wan. Pêwîst e ku disîplîna hundirîn di zarok de bi cih bike û xwerêveberiyê çêbike. Zarokê ku dîsîplîna hundirîn bi dest dixe, hîn dibe ku hêrs û xwestekên xwe kontrol bike. Divê dê û bav rêberiya zarok bikin da ku dîsîplîna navxweyî bi dest bixe.
Dema ku zarok xelet tevdigere, pêdivî ye ku perwerdehiya behremendiyê ya ku me berê rave kir, were sepandin. Divê zarok çi bike û çi neke, tê diyarkirin û tevgera wî/wê tê şopandin. Encamên nirxandinan di dawiya her rojê de têne kontrol kirin. Ger encam erênî be xelat tê dayîn, ger neyînî be jî bêyî ku zarok biêşîne hin ceza têne dayîn. Ceza dibe ku ev be: Eger zarok 4 salî be 4 deqe rûniştin, eger 5 sal be pênc (5) deqe û eger ew rabe, dibe ku ji tiştekî ku jê hez dike bêpar bimîne (wek temaşekirina televîzyonê).
Girîng e ku dêûbav bi biryar tevbigerin. Li gor rewşa giyanî ya wê rojê cuda tevbigerin, serê sibê û êvarê cuda tevbigerin, rê li ber danîna qaîdeyan wê bigirê. Divê dêûbav bi biryar û bi domdarî tevbigerin da ku zarok bikaribe tevgera xwe mayînde bike.
Rêbaza xurtkirina erênî jî pir girîng e. Zarok dema ku tiştên qenc dike, jê hez dike ku were xelat kirin. Dema ku mirov behsa xelatan dike, divê yekser pere û xelatên madî an jî konkret nefikire. Nêzîkbûna zarok bi pesindan û teqdîrkirina hewldan û jêhatîbûna wî dê tevgera wî xurtir bike.
Nebaşiya zarok ne ji ber sedemek fîzyolojîk e, ji ber helwesta çewt a dêûbav an jî xeletiyên perwerdehiyê ye.
Eger malbat rêgezên hevgirtî û adil deynin, pêwîstiya van biryaran ji zarokên xwe re vebêjin û helbet bi şopandina rêgezan ji zarokên xwe re bibin mînak, ev netebitî çareser dibe, pirsgirêk bi hêsanî hal dibe.
Hîperaktîvîte
Hin zarok hene ku liqeliq in, nikarin rûnin, tim di nav tevgerê de ne; Em ji van zarokan re dibêjin zarokên hîperaktîf. Zarokên hîperaktîf guh nadin gotinan û zêde diaxivin. Dê û bav û mamoste nikarin bi zarokên hîperaktîf re mijûl bibin. Ev zarokên hanê ku bi navê nexweş tên naskirin, her tim tên dûrxistin û rexnekirin û her ku rexne li wan tê kirin, ew qas jî pîstir dibin.
Hîperaktîvîtî ne tiştek e ku zarok bikaribe kontrol bike. Zarokên hîperaktîf her tim tiştekî dikin; Ew hevalên xwe aciz dikin, hildikişin ser daran, li ser maseyan dimeşin, hilkişine li ser kalorîferên germ û hwd. Di dibistanê de jî pirsgirêkên van zarokan hene. Mamoste di kontrolkirina xwendekarên hîperaktîf de dijwariyê dikşîne. Zarokên hîperaktîf demeke dirêj nikarin bala xwe bidin cihekî. Ew saetekê dixwînin ku di pênc deqeyan hîn bibin, lê nikarin hîn bibin. Ji bîr dikin û tiştên xwe winda dikin. Ji bo qelem û jêbirên du sê kesan ancax têra wî/wê dikin. Ji ber ku ew nikarin fêrî kontrolkirina durtuyên xwe bibin, ji nişka ve derdikevine ser rê. Ew nikarin daxwazên xwe ragirin an xwe kontrol bikin.
Em dikarin bi hûrgulî taybetmendiyên zarokên hîperaktîf wekî ku bi enerjiyek bêdawî, baldarî û tevgerên bêserûber bi domdarî li ser tevgerê ne kurt bikin. Van zarokan ji kêmbûna dopamînê ya li herêma pêşiyê ya mejiyê wan dikişînin, ku di encamê de oksîjenasyon û peydakirina xwînê têr nake. Cûdahiya tevgera wan ji vê yekê tê. Ev rewş tiştekî ku ne di dest zarok e û dê û bav bi tena serê xwe nikarin çareyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin. Lêbelê, hîperaktîvîteyê tê derman kirin û bi alîkariya pispor dikare were çareser kirin. Bi rastkirina hevsengiya kîmyewî ya li qada pêşiyê ya mejî, zarok dikare pir adapteyî bibe. Encamên erênî di demek pir kurt de dibe ku were wergirtin.
Dibe ku dêûbav fêm nekin ku zarok hîperaktîf e, lê şêwirmendên rêberiyê fêm dikin. Ji ber vê yekê, em pêşniyar dikin ku dêûbav ji saziyên rêberiyê yên li dibistanan bi bandor bikar bînin.
Berî dermankirinê cîhana hestyarî û kesayetiya zarok tê ceribandin. Rewşa wî ya derûnî û gelo ji koma temenî ya normal cudabûn hene an na. Kontrolkirina durtuyê bi dermankirinê tê fêr kirin da ku zarok bikaribe pêşî bisekine, bifikire û paşê tevbigere. Fêrkirina meriv çawa di bin stresê de aram bimîne bi modulên perwerdehiya komputerî qonaxek din a dermankirinê ye. Rêbazên terapiya cognitive bi axaftinê ve girêdayî têne sepandin. Wekî din, ji bo ji holê rakirina pirsgirêka guheztinê, hewl tê dayîn ku bi bernameyên pêşkeftina hiş ve jêhatîbûnên berhevkirinê bi dest bixin. Di pêvajoya tedawiyê de hin tişt hene ku divê doktor, psîkolog, malbat û dibistan bikin.
Dê û bavên ku gilî dikin ji reftarên xerab ên zarokên xwe, divê pêşî bipirsin gelo ev yek ji xeletiyên wan ên perwerdehiyê ye. Divê ew her weha bifikirin ka reftariya zarok xeletiyek hêsan e an tiştek ku sedemekê fîzyolojîk heye. Ger rewşek wiha hebe, bi hevrêziya pisporan re pirsgirêk çareser dibe.
Li ku derê ronahî hebe, tarî jî bi serê xwe diçe û wenda dibe. Ger em tiştên rast, qenc û xweş bikin, ev yek wê xerabiyê ji holê rake. Li şûna ku em hewl bidin ku xeletiyên zarok rast bikin, ger em zarok û adet û reftarên baş û qenc hîn bikin, xirabî bi serê xwe ji holê radibe û wenda dibe.
Nevzat Tarhan – Ji Pirtûka Aile Okulu Firat Bawerî wergerandin