Xeberdana Zimanê Kurmancî ya Mela Mehmûdê Bazîdî

Xeberdana Zimanê Kurmancî ya Mela Mehmûdê Bazîdî

Tahirhan AYDIN

Prof. Dr., Zanîngeha Mardin Artukluyê, Fakulteya Edebîyatê, Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî.

tahirhan@hotmail.com ORCID ID: https://orcid.org/0000-0002-2586-2956

Article Types / Makale Türü

Research Article / Gotara Lêkolînê

Received / Makale Geliş Tarihi

26.10.2021

Accepted / Kabul Tarihi

17/12/2021

https://doi.org/10.26791/sarkiat.1015235

PUXTE

Yek ji berhemên resen ên koleksîyona Aleksandre Jabayî ku em di vê xebatê da nasandina wê dikin, Xeberdana Zimanê Kurmancî ye ku hin piratîkên axaftina kurmancîyê dihewîne. Berhem ji alîyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve di sala 1865an da li Erziromê hatîye nivîsîn. Ev berhema ku bi mebesta hînkirina zaravayê kurdîya kurmancîyê hatîye sazkirin, di derbarê qadên cihê yên jîyanê da pirsyaran û bersivên wan îhtîwa dike. Digel ku ji bo hînkirina kurmancîyê hatîye amadekirin, tê da rêziman tune ye. Pirtûk, ji alîyê Aleksandre Jabayî ve hem hatîye latînîzekirin û hem jî di bin navê “Dialogues Kurdes”ê (Dîyalogên Kurdî) da hatîye wergêrîn. Destxet ji alîyê fîzîkî ve baş xuya dike, deforme nebûye. Li ser rûpelên vê berhemê, ku bi kurdîya erebîyê hatîye nivîsîn, werger û latînîzekirina Jabayî û notên wî hene. Berhem ji 86 rûpelan, anku ji 43 wereqan pêk tê. Destxetê, hin mijarên wekî silavdayîn, hevnasîn, alîkarî, eşîret, eqreba, zewac, zar û zêç, ajel, temen, danûstandin, tenduristî, ol, sond, navên rojan, navên welatan, hejmar, pere û seyahetê di nava dîyalogan da pêşkêş kirine.

Peyvên Sereke: Mela Mehmûdê Bazîdî, Aleksandre Jaba, Kurdî, Kurmancî, Xeberdana Zimanê Kurmancî

KHEBERDANA ZIMANI KURMANJI OF MELA MAHMOUDI BAZIDI

ABSTRACT

In this study, we introduce one of the unique works of the Alexandre Jaba collection is titled “Kheberdana Zimani Kurmanji”, which translates as “the practice of speaking Kurmanci language”. The work was written by Mela Mahmudi Bazidi in 1865 in Erzurum. The work, which is designed to teach the Kurmanci dialect of the Kurdish language, contains questions and answers related to diffirent areas of life. Even though it is written to teach Kurmanji, it does not contain any grammatical details. The work was translated into the Latin alphabet by Alexandre Jaba and translated into French by the name “Dialogues Kurdes” (Kurdish Dialogues). The work has seemingly no physical defect. The pages of the work in which the Kurdish-Arabic alphabet is used include translations of Jaba and his latinise and study notes. The work consists of 86 pages (or 43 leafs). It covers the topics such as greeting, meeting, cooperation, tribes, relatives, marriage, children, animals, age, shopping, health, religion, oath, days, country names, numbers, money and travel.

Keywords: Mela Mahmudi Bazidi, Alexandre Jaba collection, Kurdish, Kurmanji, Kheberdana Zimani Kurmanji

DESTPÊK

Berîya îcada nivîsê da hînbûn û hînkirina ziman, bi axaftin, bihîstin û teqlîdê pêk dihat. Di dîroka mirovahîyê da piştî demekê nivîs tê îcatkirin û bi saya serê nivîsê agahî di nav insanan da belav dibe. Di vê pêvajoyê da hînbûn û hînkirina zimanan jî ji nivîsê sûd werdigire. Ev pirtûka ku me di vê xebatê da, da nasandin, “Xeberdana Zimanê Kurmancî”, berhemeka vê pêvajoyê ye. Em dikarin bibêjin ku hemû berhemên ku di dîroka mirovahîyê da wekî hev bi siûd û bextvekirî nebûne. Hin ji wan winda bûne mixabin, hin ji wan jî bi rêyekê gihîştine ber destê me.

Çi li ser axa kurdan çi li derveyê axa kurdan, bi hezaran destxetên kurdî hene ku li benda pisporên qadê disekinin. Ev destxet di demeka kurt da û bi hêsanî nehatine amadekirin. Bi hezaran salan, bi têkilîyeka sîstematîk û kronolojîk a di navbera însan, dîrok, civak, ziman, çand, kevneşopî û erdnîgarîyê da peyda bûne. Dema ev têkilî ji hin alîyan ve bê qutkirin mixabin gelek pêşveçûnên ziman û çanda mirovahîyê hema bêje ji nû ve dest pê dikin û mirovahî ji gelek xurtîyên kevnare mehrûm dimîne. Lewra pêşveçûnên zanistî bi awayekî sîstematîk, pêngav pêngav ango tedrîcî çê dibin. Ji ber vê yekê di warê çand û zanistê da înqita û navberdayînên demdirêj ji bo destkeftinên mirovahîyê wekî mirinek tê qebûlkirin. Berevajîyê vê, piştî windabûneka dûrûdirêj, dema ku di warê çand û zanistê da berhem û hilberên giranbiha tên dîtin û tesbîtkirin, mirov bi qasî şabûna vejîna mirîyekî kêfxweş dibe.

Bi rastî jî, koleksîyona Aleksandre Jaba ya ku ji berhemên kurdî yên bêhempa pêk hatîye, xezîneyeka gewre ye ku saya serê Jaba û çend fedaîyên serdemekê, îro li ber destê me ye. Xezîneyeka bêhempa ye, lawra wekî eyneya hebûna kurdewarîyê tê da hema bêje ji her alîyên çanda kurdan ve berhemên temsîldar hene: wekî dîrok, ziman, rêziman, helbest, çîrok, ferheng, perwerde, çand, kevneşopî û hwd. Di pêvajoya vê koleksîyonê da, hin berhem hatine amadekirin û wergerandin, hin ji wan hatine istînsaxkirin, hin ji wan jî hatine tesbîtkirin û parastin. Dema em bi giştî li berhemên koleksîyonê dinêrin em dibînin ku Jaba û çend mela û zanayên xwedî hîmmet, giringîyeka mezin dane hînbûn û hînkirina zimanê kurdî. Ji ber ku di wê serdemê da li erdnîgarîya ku Jaba û zanyarên derûdora wî jîyana xwe berdewam dikirin, zaravayê kurmancîyê hakim bû, li ser hîndekarîya vî zaravayî rawestîyane. Di vê çarçoveyê da çi bi pêşnîyaza Jaba û çi jî bi hewldana nivîskaran bixwe, gelek berhemên orîjînal ji bo hînkirina kurmancîyê hatine amadekirin.

Ev berhema bi navê “Xeberdana Zimanê Kurmancî” ku em di vê xebatê da nasandina wê dikin, di vê pêvajoyê da ji alîyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve hatîye nivîsîn û ji alîyê Aleksandre Jaba ve bo Frensî hatîye wergerandin. Em ji çend alîyan ve vê berhemê didin nasandin. Nivîskar wekî berhemên di derheqê hîndekarîya ziman da, ku rasterast li ser hûrgilîyên rêzimanê disekinin amade nekirîye, lê rêbazeka pratîktir pejirandîye. Li gorî vê rêbazê Bazîdî ji gelek sahayên jîyanê mijar hilbijartine û di derheqê wan da pirs û bersiv amade kirine.

Bêgûman wekî hemû berhemên kevin û klasîk ev berhem jî dê ji gelek alîyan ve ronahî bide çanda kurdî û qada kurdolojîyê. Lewra berhemên nivîskî ji gelek alîyên wekî rêziman, hevoksazî, dengnasî, peyvsazî, alfabe û çandê ve agahî dihewînin.

Me di vê xebata kurt da berhemê ji sê alîyan ve da nasandin: nasname, rewşa fîzîkî û naverok.

1. XEBERDANA ZIMANÊ KURMANCÎ JI ALÎYÊ NASNAMEYÊ VE

Navê berhemê “Xeberdana Zimanê Kurmancî” ye. Ev nav rasterast li ser berga pirtûkê wekî navê berhemê nehatîye nivîsîn, lê li ser rûpela ewil wekî sernavek di forma hevokê da wiha hatîye nivîsîn: “Xeberdana zimanê kurmancî”.[1] Îhtîmal e ku ne wekî berhemeka bi rêkûpêk, lê wekî deftereka xebatê û notên dersê hatibe amadekirin. Lewra ne berga pirtûkê hatîye amadekirin, ne navê nivîskar û berhemê li ser bergê heye û ne jî nivîsa destpêk û xatîmeyê heye. Çend berhemên bi vî rengî di koleksîyona Jaba da hene.[2] Li ser “Xeberdana zimanê kurmancî” tarîxa nivîsandinê û cihê nivîsandinê û navê nivîskar nehatîye nivîsîn. Lê Aleksandre Jaba li ser Frensîya vê berhemê wekî cih Erzirom û wekî tarîx jî 1865 nivîsîye. Digel ku li ser berhemê navê nivîskar nehatîye nivîsîn jî, Rudenko di pirtûka xwe ya bi navê “Nasandina Koleksîyona Destxetên Kurdî yên li Lenîngradê”[3] da, wekî nivîskar “Mela Mamûd Bayezîdî” nivîsîye.

Taybetmendîyeka vê destxetê jî ew e ku Jaba ev berhem hem latînîze kirîye û hem jî wergera wê ya Frensî amade kirîye. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku her çiqas wekî berhemekê xuya bike jî di nav bergekê da du heb berhem hene. Du defterên ku ebadên wan ji hev cuda ne, bi hev ve hatine zeliqandin. Yek ji wan “Xeberdana Zimanê Kurmancî” ye û ya din jî latînîzekirin û wergera wê ye ku Jaba wekî “Dialogues Kurdes”[4] (Dîyalogên Kurdî) bi nav kirîye. Her du berhem jî di koleksîyona Jaba da bi numareya “Kurd 50”yê hatine tomarkirin.

2. XEBERDANA ZIMANÊ KURMANCÎ JI ALÎYÊ FÎZÎKÎ VE

Digel ku berhem li ser deftereka ji rêzê hatîye nivîsîn û ne xwedî bergeka birêkûpêk û qewî ye jî dîsa jî rewşa wê ya fîzîkî baş xuya dike. Wisa xuya ye ku piştî hatîye nivîsîn, ji alîyê Jaba ve hewldana hînbûnê li ser hatîye kirin û di pêvajoya berhevkirina koleksîyonê da ev berhem jî wekî yên din li pirtûkxaneya St. Petersburgê bi cih bûye û li wir hatîye mihefezekirin. Ji alîyê fîzîkî ve jî divê mirov “Xeberdana Zimanê Kurmancî” û “Dialogues Kurdes”ê ji hev cuda binirxîne.

“Xeberdana Zimanê Kurmancî” bi alfabeya kurdî-erebîyê hatîye nivîsîn û xeta riq‘eyê hatîye bikaranîn. Di navbera rêzikan da, li çepûrast û jêrûjora rûpelan valahî hatine dayîn lê bi gelemperî di van valahîyan da transkrîpsîyon, werger û notên latînî hene. Her çiqas li hin cihan –muhtemelen- ji şilbûnê, mirekeb belav bûbe jî nivîsên latînî û yên erebî bi hêsanî tên xwendin. Kifş e ku hatîye emilandin lê zêde kevinbûn, belavbûn, qetîn, rizîn û peritîn naxuye. Xeberdana Zimanê Kurmancî wekî dîyalogeka kurmancî hatîye amadekirin. Ji ber vê yekê ne menzûm e û ne jî pexşaneka birêkûpêk e. Kaxeza wê spî ye. Li jora rûpelan bi jimareyên erebî hejmarên rûpelan bi mirekeba reş hatine nivîsîn. Hejmara rûpelan bi “1”ê dest pê dike û bi 86an diqede, ango 86 rûpel (43 wereq) in. Nivîs û rûpel ji alîyê rastê ber bi çepê ve hatine sazkirin. Ebadên rûpelên deftera yekem ango ya Xeberdana Zimanê Kurmancî 25×19 cm ne. Herweha, di heman rûpelê da ebadên metnê 19×14 cm ne.[5] Hem nivîskar hem jî Jaba di nivîsên xwe da mirekeba reş bi kar anîne. Li ser rûpelan xêz û çarçove tune ne. Di her rûpelê da 12 rêz hene.

Wekî ku li jorî hate gotin di heman dosyayê da hem “Xeberdana Zimanê Kurmancî” heye hem jî latînîzekirin û wergera wê ya bi frensî “Dialogues Kurdes” a ji alîyê Aleksandre Jaba ve hatîye kirin, heye. Dialogues Kurdes, bi alfabeya latînî wekî pexşan hatîye destnivîsîn. Li gorî Xeberdana Zimanê Kurmancî rêzên wê kurstir ango nêzîktir û kesîftir in. Lewra di her rûpelê da 19-29 rêz hene. Belavbûna mirekebê kêmtir e lê serrastkirinên wê gelek in. Berg û rûpel hindik peritîne. Li jora rûpelan bi jimareyên latînî hejmarên rûpelan bi mirekeba reş hatine nivîsîn. Nivîs û rûpel ji alîyê çepê ber bi rastê ve hatine sazkirin. Ebadên rûpelên vê berhemê 23×18 cm ne. Herweha, di heman rûpelê da ebadên metnê 21×16 cm ne.[6] Jaba di nivîsê da mirekeba reş bi kar anîye. Li ser rûpelan bi qelema resas û bi destan rêz û sitûn hatine xêzkirin.

3. XEBERDANA ZIMANÊ KURMANCÎ JI ALÎYÊ NAVEROKÊ VE

Xeberdana Zimanê Kurmancî, ji alîyê Bazîdî ve ji bo hînkirina kurmancî hatîye nivîsîn. Rudenko jî dibêje ku ev berhem bi rêya dîyalogan, hînkirina zimanê kurdî ye.[7] Îcar berevajî pirtûkên hîndekarîyê, pirtûk neketîye nav rê û rêbazên rêzimanê û şîroveyên wê. Rasterast wekî axaftina di navbera du kesan da hatîye amadekirin. Berhem qadên jîyanê yên curbicur tîne ziman: silavdayîn, hevnasîn, çûnûhatin, alîkarî, eşîret, eqreba, zewicîn, zarok, ajel, temen, danûstandin, tenduristî, ol, sond, navên rojan, navên welat û dewletan, hejmar, pere, seyahet, xwarin û vexwarin û hwd. Di hevokan da dema niha, dema bê û ya borî hatine bikaranîn. Her çiqas di forma “sual-cewab”ê da hatibe amadekirin jî hin hevokên di bin sualê da ne di forma pirsê da ne. Her wiha carinan di bin sernava sualê da cewab û di bin sernava cewabê da jî sual hatîye pêşkêşkirin.

Minak:

Sual: “Ez dê biçime bajêrî.”

Cewab: “Şola te çi ye, tu dê çi bikî?”[8]

Wekî hemû berhemên destxet, divê ev berhem jî, ji gelek alîyan ve bê nirxandin. Lewra di gelek waran da agahîyên giring dihewîne. Mirov dikare ji alîyê mijarên rêzimanê û zimannasîyê yên wekî navdêr, lêker, qertaf, tewang, hemwate, dijwate, zayend, cihnav, rengdêr, rawe, dem, hoker, daçek, gihanek, baneşan, alfabe, dengnasî, peyvsazî, hevoksazî, xalbendî û hwd ve jê îstîfade bike. Digel van mijaran, berhem di derheqê dîrok û çandê da jî agahî dihûndirîne.

4.TEWSÎFA DESTXETÊ

Navê berhemê: Xeberdana Zimanê Kurmancî / Dialogues Kurdes

Te’lif, tercume, şerh: Telîf û tercume

Navê nivîskar: Mela Mehmûdê Bazîdî

Navê mutercim: Aleksandre Jaba

Cih: Koleksîyona A. Jaba, The Library of the Russian Academy of Sciences, St. Petersburg, Russia.

Navê Pirtûkxaneyê: The Library of the Russian Academy of Sciences / Библиотека Российской академии наук, БАН

Pirtûkxane no: Di dosyaya dîjîtal a ku ji Koleksîyona Jaba hatîye girtin da, Kurd 50[9]

Navê xwedî: Aleksandre Jaba

Zimanê destxetê: Kurdî (Kurmancî) û Frensî

Taybetîyên bergê: Kaxeza normal

Serbixwe-mecmû’e: Serbixwe (berhem û wegera wê)

Cihê telîfê: Erzirom

Tarîxa telîfê: 1865

Cihê tercumeyê: Erzirom

Tarîxa tercumeyê: 1865

Menzûm-mensûr: Mensûr/pexşan

Rengê kaxezê: Spî

Sitûrî û ziravîya kaxezê: Zirav

Rizîbûna kaxezê: Nerizîye

Jimara wereqan: 2 berhem in, her yek ji wan 86 rûpel (43 wereq) e.

Ebadên kaxezê: Xeberdana Zimanê Kurmancî: rûpel 25×19 cm, metin 19×14 cm; Dialogues Kurdes: rûpel 23×18 cm, metin 21×16 cm.[10]

Cureya xetê: Xeberdana Zimanê Kurmancî: Rîq‘e / Dialogues Kurdes: destnivîsa latînî

Mirekeb: Mirekeba reş

Cedwel: Çarçoveya metnan tune ye, di rûpelên ku bi tîpên erebî hatine nivîsîn da xêz tune ne lê di yên latînî da ji bo rêzan xêz hatine kişandin.

Jimara sitûnan: Xeberdana Zimanê Kurmancî li ser 1 sitûnê lê Dialogues Kurdes li ser 2 sitûnan hatîye sazkirin.

Jimara rêzan: Xeberdana Zimanê Kurmancî 12 rêz ; Dialogues Kurdes di navbera 19-29an de.

Sernav: Ji bilî “Sual” û “Cewab”ê tu sernav tune ne.

Peyva te’qîbê: Tune ye.

Mutale’e û teshîh: Werger, latînîzekirin û têbînîyên Jaba gelek in.

Hamiş/derkenar: Li ser metnên kurdî, têbînî, şîrove, werger û transkrîpsîyonên Jaba yên bi Frensî hene.

Destpêka destxetê: سوال، روژا وه به خير

Dawîya destxetê: خدى خوشي بدت سرى حمويان اوه

Naverok: Ji bo hînkirina hevokên kurdî di mijarên curbicur ên jîyanê da “Sual” u “Cewab”an dihewîne.

ENCAM

Aleksandre Jaba, berhemên kurdî amade kirine, yên heyî berhev kirine, hin ji wan dane istînsaxkirin û hin berhemên nû dane nivîsandin/amadekirin. Yek ji wan berhemên ku di çarçoveya koleksîyonê da cara yekem hatîye amadekirin jî “Xeberdana Zimanê Kurmancî” ye. Mirov dikare bibêje ku ev berhem ji bo ku Jaba hînê kurmancîyê bibe hatîye nivîsîn. Jixwe wekî deftereka xebatê hatîye amadekirin. Berhem ji alîyê Mela Mehmûdê Bazîdî ve li Erziromê di sala 1865an da hatîye nivîsîn û ji alîyê Aleksandre Jaba ve hem hatîye latînîzekirin / transkirîbekirin û hem bi bal Frensî ve hatîye wergerandin. Ji ber vê yekê di dosyayê da du berhem hene. Yek berhema Bazîdî, yek jî werger û latînîzekirina Jaba.

Her çiqas ji bo hînkirina kurmancîyê hatibe nivîsîn jî, wekî berhemên rêzê li ser hûrgilîyên rêzimanê nasekine. Wekî dîyalogekê hatîye amadekirin. Tê da tenê di derheqê alîyên curbicur ên jîyanê da pirs û bersivên wan hene. Berhem îro jî li pirtûkxaneya St. Petersburgê di koleksîyona Jaba da ye û rewşa wê ya fîzîkî baş xuya dike. Di berhemê da mijarên wekî silavdayîn, hevnasîn, çûnûhatin, alîkarî, eşîret, eqreba, zewicîn, zarok, ajel, temen, danûstandin, tenduristî, ol, sond, navên rojan, navên welat û dewletan, hejmar, pere, seyahet û geştûger, xwarin û vexwarin û hwd hene. Ev berhem jî wekî hemû berhemên di koleksîyonê da ji gelekî alîyan ve ronahîyê dide kurdolojîyê.

ÇAVKANÎ

Aydın, Tahirhan, “Sefheî Sibyan a Mela Mehmûdê Bazîdî”, Nûbihar Akademî, sal: 5, jimar: 10, (2018), 103-128.

Aydın, Tahirhan, “Berhemeke Bênav a Mela Mistefa: ‘Rahênanên Zimanê Kurdî’ yan jî ‘Exercices Dela Langue Kurde”, Nûbihar Akademî, sal: 6, jimar: 11, (2019), 145-157.

Aydın, Tahirhan, “Qewa‘îdêd Serfa Kurdî I, II ya Mela Mehmûdê Bazîdî”, Nûbihar Akademî, sal: 6, jimar:12, (2019), 89-98.

Bazîdî, Mela Mehmûd, Qewa‘îdêd Serfa Kurdî I, II, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd46, Erzirom, 1866).

Bazîdî, Mela Mehmûd, Tuhfetu’l-Xullan fî Zimanî Kurdan, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd08, Erzirom, 1866).

Bazîdî, Mela Mehmûd, Xeberdana Zimanê Kurmancî, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd50, Erzirom, 1865).

Jaba, Aleksandre, Catalogue De Manuscrits Kurdes, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd53).

Jaba, Aleksandre, Dialogues Kurdes, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd50, Erzirom, 1865).

Mela Mistefa, Rahênanên Zaimanê Kurdî / Exercices Dela Langue Kurde, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd48, Erzirom, 1860).

Rudenko, Margarita Borisovna, Nasandina Koleksîyona Destxetên Kurdî yên li Lenîngradê, (Çapxaneya Edebîyata Rojava, Moskova, 1961.) (Orîjînala pirtûka Rodenko: Руде́нко Маргари́та Бори́совна, Описание курдских рукописей ленинградских собраний, Издательство Восточной Литературы, Mockba, 1961.)

EXTENDED ABSTRACT

Kheberdana Zimani Kurmanji of Mela Mahmoudi Bazidi having served as consul in Erzurum in the second half of the 19th century, Alexandre Jaba (1801-1894) created a collection of Kurdish books with the support of some Kurdish scholars in the region, especially Mela Mahmoudi Bazidi. Most of these books consist of classical manuscripts. To create this valuable collection, Jaba had some of these works copied and had the others copyrighted. Jaba subsequently sent these works to The Library of the Russian Academy of Sciences in St Petersburg (Russia) and had them preserved there. These manuscripts in the collection are the most comprehensive collections in the field of Kurdology. These works, which are unique treasure for Kurdish culture, contain the following subjects: history, language, grammar, poetry, story, culture, dictionary, education and tradition.

Works based on the teaching of Kurdish have an important place in this collection. The work named “Kheberdana Zimani Kurmanji” by Mela Mehmoudi Bazidi, which aims to teach the Kurmanji dialect of Kurdish, is one of the important works in this category. Although the book is based on teaching of Kurmanji, it does not include grammar issues. Bazidi takes a more practical way of teaching than going into grammatical details. He chooses different areas of life, asks questions about these areas and gives answers to these questions.

The name of the manuscript that we are trying to describe in this article is written as “Kheberdana Zimani Kurmanji” on the first page of the book, but not on the cover. The manuscript is reminiscent of a notebook. This stems from the fact that books usually include covers, book titles, authors’ names, preface and afterword information. These standards are not seen in this work. There are a few more works close to this format in the collection.

The book was written in the Kurmanji dialect of Kurdish in Erzurum in 1865. Jaba had both latinized this book of Bazidi and translated it into French. This work of Jaba is also included in Bazidi’s book and both of them are in the same file. Therefore, in this file, there are three different forms of Bazid’s work. One is the Kurdish version of the work, the other is the latinized version of the Arabic letters, and the third one is the translation of the work into French. Bazidi’s book and Jaba’s two studies on this work are different from each other in terms of size. However, both works are recorded and preserved as a work in the collection with the number “KURD 50”.

The book does not appear to have worn out. It is written in the Kurdish-Arabic alphabet. Pages have margins and line spaces, but these spaces usually contain transcription, translation and notes. Although there are some deformations on the pages, the texts are easily readable. “Kheberdana Zimani Kurmanci” has been prepared as a dialogue book. Therefore, there is neither a verse style, nor a regular prose style. The paper of the notebook is white and the ink is black. Page numbers are written in Arabic numerals at the top of the pages. The pages start with 1, and end with 86. Pages are arranged from right to the left. The dimensions of the first book, “Kheberdana Zimani Kurmanji” are 25×19 cm and the dimensions of the text part of the book are 19×14 cm. Pages have no baselines and no borders. Each page has 12 lines.

As stated in the article, “Kheberdana Zimani Kurmanji” and “Dialogues Kurdes”, the translation of this book by Jaba, are in the same file. Again, we see that Jaba latinized Bazidi’s book and placed it in this file. The lines of this part are more frequent and more numerous. Each page has between 19-29 lines. Baselines and columns are drawn in pencil on the pages. In this file, the deformation of the inks is less, but the corrected faults are more. The cover and pages of the book are less worn-out. Page numbers are written in Latin numerals at the top of the pages. Black ink has been used. The page dimensions of this work are 23×18 cm and the size of the texts on these pages is 21×16 cm.

“Kheberdana Zimani Kurmanji” was written by Bazidi to teach the Kurmanci dialect of Kurdish. In the book, unlike the language teaching books, grammatical details are not included. It is prepared directly in the form of dialogues between two persons. The entire book consists of questions and answers. As a subject, it deals with different areas of life such as greetings, meeting, helping, tribes, relatives, marriage, children, animals, age issues, shopping, health, religion, swearing, names of days, names of countries, numbers, money, traveling, eating and drinking. The author had used past tense, present tense and future tense in sentences.

As known, ancient manuscripts contribute to the language and culture they belong to in different ways. This book by Bazidi also sheds light on the Kurdish language and culture in some respects. Therefore, this book can be studied from different aspects, especially in terms of grammar: noun, verb, affixes, inflection, synonym, antonym, gender, pronoun, adjective, phrase, tense, adverb, conjunction, exclamation, alphabet, phonology, morphology, syntax, punctuation and so on.

[1]        Eger ku peyva kurmancîyê hatibe tewandin mirov dikare wek “Xeberdana Zimanê Kurmancîyê” jî bixwîne.

[2]        Bnr. Mela Mehmûdê Bazîdî, Qewa‘îdêd Serfa Kurdî I, II, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd46, Erzirom, 1866); Mela Mehmûdê Bazîdî, Tuhfetu’l-Xullan fî Zimanî Kurdan, (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd08, Erzirom, 1866); Mela Mistefa, Rahênanên Zaimanê Kurdî (Exercices Dela Langue Kurde), (Nusxeya dijîtal, Arşîva A. Jaba, Pirtûkxaneya Akademîya Zanistan, St. Petersburg, Rûsya, No: Kurd48, Erzirom, 1860). Me danasîna van her sê berheman kiribû: Bnr. Tahirhan Aydın, “Sefheî Sibyan a Mela Mehmûdê Bazîdî”, Nûbihar Akademî, sal: 5, jimar: 10, (2018), 103-128; Tahirhan Aydın, “Berhemeke Bênav a Mela Mistefa: ‘Rahênanên Zimanê Kurdî’ yan jî ‘Exercices Dela Langue Kurde”, Nûbihar Akademî, sal: 6, jimar: 11, (2019), 145-157; Tahirhan Aydın, “Qewa‘îdêd Serfa Kurdî I, II ya Mela Mehmûdê Bazîdî”, Nûbihar Akademî, sal: 6, jimar:12, (2019), 89-98.

[3]        Bnr. Margarita Borisovna Rudenko, Nasandina Koleksîyona Destxetên Kurdî yên li Lenîngradê, (Çapxaneya Edebîyata Rojava, Moskova, 1961). (Orîjînala pirtûka Rodenkoyê: Руде́нко Маргари́та Бори́совна, Описание курдских рукописей ленинградских собраний, Издательство Восточной Литературы, Mockba, 1961.), 105.

[4]        Jaba li ser berga wergera xwe wiha nivîsîye: “Dialogues Entre Deux Kurdes, recueillir et traduits par Auguste  Jaba Consul de Russie  à Erzerum le 1 Novembre 1865” (Dîyaloga di navbera du kurdan da, Berhevkar û wergêr: Konsolosê Rusyayê yê li Erziromê, 1 Mijdar 1865). Li vir mebest ji berhevkarîyê çi ye gelo? Sê ihtîmal hene. a) Di amadekirina berhemê da berhevkirina pirs û bersivan. Ev lawaz dixuye. b) Berhevkirina berhemên kurdî di pêvajoya amadekirina koleksîyona xebatên kurdî da. c) Berhevkirina destxeta Bazîdî û ya werger û latînîzekirina wî ji alîyê Jaba ve.

[5]        Bnr. Rudenko, Nasandina Koleksîyona Destxetên Kurdî yên li Lenîngradê, 105.

[6]        Bnr. Rudenko, Nasandina Koleksîyona Destxetên Kurdî yên li Lenîngradê, 105.

[7]        “Практический разговорник курдского языка в форме диалога.” Bnr. Rudenko, Nasandina Koleksîyona Destxetên Kurdî yên li Lenîngradê, 105.

[8]        Bnr. Bazîdî, Xeberdana Zimanê Kurmancî, 12.

[9]        Rudenko di berhema xwe da bi rûsî cihê berhemê wiha destnîşan dike: Уп. рук.:  Отчет Пб, 1858, стр. 166; Восточный сборник, стр. 171. Bnr. Rudenko, Nasandina Koleksîyona Destxetên Kurdî yên li Lenîngradê, 104.

[10]      Bnr. Rudenko, Nasandina Koleksîyona Destxetên Kurdî yên li Lenîngradê, 105.

 

Çavkanî: Şarkiyat 32 – C13S3

Derbar Rêvebir

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply