Tevliheviya Navlêdana Berhemên Edebî

Di van bîst, sî salên dawîn de edebiyata kurdî ya nivîskî li bakurê Kurdistanê xurt bû, geş bû, pêşve çû. Lêbelê ev pêşveçûn bi xwe re tevliheviyeke anî. Ew jî tevliheviya navlêdana berhemên edebî ye.

 

Kêmzanîna hizra edebî, têgihiştina şaş, teqlîd û qûretî, ez ezî û pozbilindî, ji zanîna pîvanên edebî yên navnetewî û nirxên edebî yên gelemperî bêpar mayin û herweha gelek sedemên din bun seben ku navlêdanên şaş li berhemên edebî hatine danîn.

 

Di nav edebiyata kurdî ya nûjen de hinek pirtûkên ku li ser bergên wan roman hatine nivîsîn roman nînin, çîrok hatine nivîsîn çîrok nînin, helbest hatine nivîsîn helbest nînin û şano hatine nivîsîn ji xwe qet şano nînin. Hinek xwediyên weşanxaneyên kurdan jî di hêla zanîna edebî de têra xwe zana nînin, heta hinek jê cahilê – nezanê – edebiyatê ne. Di gel weşanxanan pisporên zana yên edebiyatê û herweha edîtor û redaktor naxebitin û hertişt bi destê xwedî weşanxanê tê amadekirin. Di weşanxaneyên derdorên siyasî de rewş hîn xirabtire. Dilsozekî siyasî ku ji dilpakiya xwe her cure wezîfeyên siyasî pêk tîne, bînî daynî ber weşanxaneyê, yan jî gaziyekî şer bînî daynî ber weşanxanê ew dê çiqas bikaribin karê weşangeriyê pêk bînin?

 

Di navlêdana navê pirtûkan de jî carna tiştên ecêb derdikevin holê û navên ecêb li pirtûkan datînin. Nivîskar yan jî weşanxane navekî li pirtûkê datîne, ew nav yan herêmîye yan jî navekî wisane ku kes bi maneya wî navî nizane.

 

Nav û wêneyên bergên hinek pirtûkan û naveroka pirtûkan naşibin hev. Nav cudaye û naverok cuda ye. Wêneya bergê qet li pirtûkê naqunce. Bi qasê ku ez zanim di nav edebiyatzanên kurdan de li ser edebiyata kurdî a nivîskî û di derbarê tesnîf û hilçinandina berheman de, kîjan berhem romane kîjan nîne? Kîjan çîrok, helbest û şano ne, kîjan nînin? Analîzekî zanîstî nehatiye kirin û di derbarê vê mijarê de şîroveyên berfireh nehatine weşandin. Şîroveyên ku li ser berheman hatine kirin, analîzên edebî nînin. Lewre jî di nav edebiyata kurdî de û di navlêdana berhemên edebî de keyfiyeteke pêk hatiye. Dilê kî çi xwestiye wî tiştî bi berhema xwe ve kiriye. Nivîskarekî ji xwe re çîrok nivîsiye û li ser berga wê gotiye roman e. Yekî roman nivîsiye û li ser berga wê gotiye çîroke, novel e. Yekê çend diyalogên di navbera çend kesan de nivîsiye û bê beş, bê perde, bê sahne, navê şanoyê lêdaniye û gotiye ev şanoye. Yekê pexşan nivîsiye û li ser berga pirtûkê gotiye helbest.

 

Gelek nivîsên nivîskarên helbestvan, gelek pexşan wek helbest hatine pêşkêşkirin, lêbelê helbest nînin. Zilam satîr dinivîse, yan jî bi şêweya ceribandinê vegotin û gotar dinivîse û dibêje ev helbest e. Helbestvan diltenikin, dilê wan zû dişkî, loma ez navên wan nadim û naxwazim dilê wan bişkînim.

 

Wek min li jor jî anî zimên, hinek pirtûkên ku weke şano derketine, eleqeya wan û şanoyê bi hevûdu tune. Nivîsîna berhemên şanoyî gelek zor û zahmete û loma nivîskarên kurd zû bi zû xwe nêzîkê vî tiştî nakin. Di edebiyata kurdî a nivîskî de şaxa herî qels û weke hejmar herî kêm berhemên şanoyî ne. Di nav edebiyata kurdî de berhemeke şanoyî ku li ser dîkê were pêşkêşkirin û di nav masmediya kurdî de navûdeng bide tune. Berhemên şanoyî yên heyî ji gelek hêlan ve xwedî kêmaniyanin, qels in.

 

Xwezî rojeke edebiyatzanekî yan jî lêkolînvanekî jîr derbiketana û tasnîfa berhemên edebiyata kurdî bikirana. Hinek xwendevanên kurd dizanin ku bi rastî kîjan berhem roman e, kîjan çîrok e, kîjan helbest e û kîjan şano ye. Lêbelê ew vê zanebûna xwe nanivîsin. Loma jî divê lêkolînvanekî edebiyathez û edebiyatzan dest biavêje vê mijarê û berhemên kurdî li bêjingê bixe.

 

Lokman Polat-Çandname

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply