Tag Archives: Jînenîgar

Îlon, 2016

  • 24 Îlon

    Evdirehmanê Axtepî Nasbikin

    Evdirehmanê Axtepî (z. 1850 Çinar – m. 1905) nivîskar, astronom û alimekî Kurd yê sedsala 19’an e ku piraniya berhemên xwe bi zimanê kurdî nivîsandîye. Li gor beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de, sal 1850 li gundê Axtepe di şeva êvara înê de, roja 30ê meha Rebî’ulewelê ji diya xwe re çêbûye û di sal 1905, pêncê Sibatê, …

  • 15 Îlon

    Kawîs Axa (1889-1936)

    Navê wî Weys kurê Ehmedî kurê Cemîlê Kanebî yê Herkî ye. Ew di sala 1889-ê de li zozana Çarçelê ji dayik dibe. Karê babê wî şivantiya terş û kewalan bû û wan jiyana xwe di navbera deştên rojhelata Mûsilê û zozanan de derbas dikir. Kawîs Axa di nav rewşeka weha de mîna babê xwe ket ber şivantiyê û di ber …

  • 6 Îlon

    Melayê Bateyî Nasbikin

    MELAYÊ BATÊ yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e. Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Bedirxan: “Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Sahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heşt sed …

Tebax, 2016

  • 22 Tebax

    Baba Nawûsê Caf (1084-1161)

    Navê wî Îbrahîm Ehemd e û ew bi navê »Baba Nawûsî Caf« hatiye nas kirin. Ew di sala 1084-ê de li gundê Sergertê li Hewramanê ji dayik bû. Ew mirovekê xwndewar bû û ket nav rêça derwîşî û sofîtiyê. Baba Nawûs di nav xelkê de herweha bi »Bile Şête« yanî »Brehîmê Dîn« dihat bi nav kirin jî. Ew di sala …

  • 20 Tebax

    Şerefname û Şerefxanê Bedlîsî

    Dîroka kurdan, careka din ji sedsala şazdeh û bi taybetî piştî Şerê Çaldiranê (1514) hat ve hildan. Di destpêka sedsala şazdeh de guhertinên nû bi ser hevrikatî û şerê di navbera herdu împeratoriyan de; Sefewî û Osmanî, li ser dagîrkirina Kurdistanê hatin û di navbera wan herdu împeratoriyên navbirî de rewş giha qonaxeka nûtir. Xuya ye ku mîr û mezinên …

  • 10 Tebax

    Baba Serhengê Dewdanî (935-1007)

    Ew helbestvan û ji pîrên yarsaniyan bû, navê wî Baba Serheng kurê Îbrahîmê Dewdanî ye. Peyva Baba li cem yarsaniyan hevwateya peyva pîr e. Ew li Hawramanê li devera çiyayê Şahoyî li jêriya bajarê Sineyê ji dayik bûye û laşê wî li gundê Tewêleyê hatiye veşartin. Wî bi goranî helbest nivîsîne. Hinek dubeytiyên wî di »Defterî dewrey Baba Serheng«î de …

  • 9 Tebax

    Bir Kürt milliyetçisinin portresi: Kadri Cemilpaşa

    Selahaddin Uğur Işık Giriş: Coğrafî konumu ve kültürel tarihî dokusu itibariyle Kürtler için sembolik bir anlam ifade eden Diyarbekir, Kürdistan’ın merkezinde bulunmasından dolayı tarihî devirlerden bu yana önemli bir rol üstlenmiştir. Diyarbekir’de ekonomik ve sosyal gücü elinde bulunduran aileler, günümüze kadar bölge siyasetinin de belirleyici aktörleri olmuştur. Diyarbekir’de son birkaç yüzyıldır iskân eden Cemilpaşazade ailesi, özellikle son asırda bölgedeki siyasî …

Tîrmeh, 2016

  • 28 Tîrmeh

    Mîrê Tembûrê: M. Arifê Cizîrî

    Di sala 1912´an de li Cizîra Botan hat dinê û di 17. 12. 1986´n de li bajarê Dihukê koça dawî kir. Xwediyê dengê germ, dengê çiyayên Botanê bû. 28 sal beriya niha rojeke 17´ê kanûnê de jiyana xwe ji dest da.  Di dîwana wî de kes nebû ku dengê wî bibihîse û neponije. Bi hunera xwe re semîmî û tenê …

  • 23 Tîrmeh

    Jiyana Feqîyê Teyran

    FEQIYÊ TEYRAN (1590-1660) yek ji helbestvanên mezin yên kurd e. Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet Alî Bedirxan: Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye: »Sahirê siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê …

  • 21 Tîrmeh

    Gandiyê Kurdistanê

    Erdnîgariya (cografyeya) Kurdistanê, di sala 1639an de bi peymana Qesrî Şêrîn di navbeyna Împaratorîya Osmanî û Farisî de bû du beş. Bi beşbûna Kurdistanê, jiyana neteweya kurd jî beş bû, mejî, serî, aqlê neteweya kurd jî ji hevûdu dûr ket. duwarên biyanîbûnê û eleqeyên qutbûyî bi ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji holê radibe. Mirov dikare bibêje ku gelek …