Evdirehmanê Axtepî Nasbikin

Evdirehmanê Axtepî (z. 1850 Çinar – m. 1905) nivîskar, astronom û alimekî Kurd yê sedsala 19’an e ku piraniya berhemên xwe bi zimanê kurdî nivîsandîye.

Li gor beyana di pêşgotina pirtûka wî ya Rewdneîmê de, sal 1850 li gundê Axtepe di şeva êvara înê de, roja 30ê meha Rebî’ulewelê ji diya xwe re çêbûye û di sal 1905, pêncê Sibatê, yan 29ê Adarê jî, li Amedê çûye ber dilovaniya Xwedê.[1]

Kitêbeke wî heye bi navê Rewzel Neîm ku ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tipguhaztin. Tê de qala wesfên Mihemed pêxember û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e, û 360 rûpel in. Kitêb di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman teqlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di şihirekê de qala kurmancî û kurmancan kiriye.

Kurdîzan Aleksandr Jaba jî di kitêba xwe de qala wan dike û welê dixuye ko ev tişt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî gotine û Jaba ew bi zimanê fransî nivîsandine.

Jiyana xwe

Şêx Evdirehman despêka xwendina xwe, pêşî di xwendegeha bavê xwe de li gundê Axtepe û li nik bavê xwe kiriye. Piştre çûye li Başûrê Kurdistanê di hin xwendegehan de xwendiye, heta ku xwendina xwe kuta kiriye. Piştî wefata bavê wî, ew bi şûnde hatiye Axtepeyê û li şûna li Xwendegeha bavê xwe dersdarî kiriye. Heta ku birayê wî Şêx Mihemed Can li Şamê xwendina xwe kuta kiriye û bi şênde vegeriyaye hatiye Axtepeyê.

Îcar piştre Şêx Evdirihmên dersdanê spartiye birayê xwe û wî jî xwe daye ser nivîsandina pirtûkan, heta dawiya jiyana xwe, li wî karê pîroz domadiye.

Wefata wî jî Romî 16’ê Adarê 1326 e. Ev tarîxa bi Mîladî dibe 29’ê adarê 1910. Dema ku Şêxê bi navûdeng wefa kiriye, gelê Kurdê wefadar çardara wî li ser dest û milên xwe ji Amedê hilgirtiye û birine gundê Axtepeyê, wî li kêleka bavê wî Şêx Hesenê Nûranî veşartine.

Berhemên Evdirehmanê Axtepî Biguherîne

1) Rewdneîm
Ev pirtûka bi navé Rewdneîm ya herî mezin e û xwerû bi zaravayê kurmancî ye. Tev rîwayetên kevnare ne ku bi helbestkî li ser jiyana Mihemed Pêxember gotiye. Xasma tê de rewşa çûn û hatina Mihemed Pêxember a Mî’racê beyan dike. Lê belê di nava wan helbestên olî de, Şêxê me hin car qelema xwe kiriye şûr û pê êrîş biriye ser Tirk û Ereb û Farisan jî. Ew nusxeya orîjînal a Rewdneîmê ku Şêx Evdirehmanê Axtepî bi destên xwe nivîsiye, kaxezên wê ji rengê kesk û sor û zer e. Nivîskarê vê pirtûkê, ew di 1965-66an de li ba Evdirehmanê nebiyê wi dîtiye.

Şêx Evdirehmanê Axtepî, çewa ku wî bi xwe di helbestekê de beyan kiriye, pirtûka xwe ya Rewdneîm di sala 1302yên (1884) Hicrî de nivîsîye. Tê de 4.531 malik hene.

2) Dîwana Rûhî
Ev pirtûka Şêx Evdirehmanê Axtepî, bi navê Dîwana Rûhî hatiye naskirin. Çewa ku li pêş jî hatiye gotin, Rûhî bernavkê yan nasnavê Şêxê nemir e ku wî di helbestan de ji bo xwe bi kar aniye. Dîwan di sala 1293ê Hicrî (1876) de hatiye nivîsandin. Bi tevayî 28 beş in û 471 malik in, tev bi kêş û qafiye ne û kiteyên wan bi jmar in. Her beşek li ser jmareke kifş bi kiteyan dikişe û hin malikên pêncok jî tê de hene.

Ev pirtûk jî, cara pêşî, di yazdehê Gulana 1980yî de bi destê Mele Zeynulabidînê Amedî, her dîsa bi elîfbêtina erebî hatiye çapkirin. Piştre, Zeynelabidin Zinar jî ew di sala 1988an de, ji tîpên Erebî veguhaztiye tîpên Latênî û di eyni salê de jî, weşanxaneya ”Jîna Nû” di meha Êlûnê de li Swêdê, bajarê Uppsalayê çap kiriye.

3) Kitabu Keşfîz’zelam
Ev pirtûk xwerûbi zimanê Erebî ye û li ser fikra baweriyên cuda yên di ola Îslamê de hatiye nivîsandin. Pirtûk 35 rûpel e. Lê heta niha jî çap nebûye

4) Kîtab ul-Ebrîz
Şêx Evdirehman Axtepî, vê pirtûkê jî bi zimanê Erebî nivîsîye. Li ser eyişandin û îsbata Quranê ye ku pirtûkeke asîmanî ye û ku ji aliyê Xwedê ve, ji Mihemed pêxember re hatiye hinartin. Pirtûk 81 rûpel e û heta niha çap nebûye.

5) Mînhac-ul Usûl
Şêx Evdirehman Axtepî ev pitûk bi zimanê erebî li ser Fiqiha olî nivîsiye û 50 rûpel e.

6) Astronomî
Ev pirtûk li ser astronomiyê hatiye nivîsandin û tevgera stêrk, hîv, roj û ya exteran şirove dike, herweha Şêx Evdirehman Axtepî gutlek di rengê dinyayê de ji dara gûzê çêkiriye û li serê parzemînan jî daye nîşandan.

7) Teqwîma Romî
Ev salnameya ku Şêxê nemir nivîsiye, çaxê rojan xasma jî nivêjan bi roj, heftî, meh û sal daye xuyakirin. Pirtûk 18 rûpel e.

8) Serf û Nehw
Ev pirtûka ku 50 rûpel e li ser rêziman û kêşana zimanê erebî û bi zimanê erebî hatiye nivîsandin.

9) Pirtûka Tibbê
Ev pirtûk li ser nexweşiyan hatiye nivîsandin û Şêx Evdirehman Axtepî kîjan derman ji bo kîjan nexweşiyê ye diyar kiriye.

10) Rîsale
Şêx Evdirehman Axtepî vê berhemê di 1894an de wek rîsale ango name nivîsiye.

11) Mentiq
Şêxê nemir li ser mentiq û felsefê du cild nivîsîne û her yek 90 rûpel e.

12) Rabîtte
Şêx Evdirehman Axtepî li ser rabîteyê nivîsiye, delîl û rîwayet anîne ku li gor Mewlana Xalid çewa rêçik tê meşandin.

13) Edeb û Adab
Pirtûk li ser prensîb û fezîleta kirina emel li gor rêçika Nexşebendî nivîsiye. Pirtûk herwekî pirtûka destan e ku mirîdên rêçika Nexşebendî bixwînin. Têgotin ku Şêx Evdirehman Axtepî çend berhemên din jî nivîsîne, lê niha ew li holê nayên xûyakirin, dibe ku ji aliyê leşkerên dewletê ve hatine şewitandin.

Sedemê Nivisandinê

Helbestvan û nivîskarê nemir Şêx Evdirehmanê Axtepî, sedemên herî girîng ku ev pirtûk nivîsîne, hin jê ev in ku li layêt welatparêzî bi hin helbestên xwe eşkera gotiye:

Ji van qesdê min nîne ‘erzê huner
Welê da li dunya bimînit eser
Ku Turk û Ecem qet nebên carekê
“Nehin Kurdî şa‘ir di misra‘ekê“
Bizanin ku şa‘ir ji Kurdan hene
Ji ‘uşşaqê Turk û Ecem zêde ne
Binêrin li şi‘ran heçî zaniye
Çi terkîbekî serfê kurmancî ye
Ji kurmanciya xwe me anî nîzam
Mu‘ella û şêrîn û efseh kelam
Ji tenzîmê kurdî sual û cewab
Me bînane nezmê hezaran kîtab
Welê îktîfa kir ji nezmê hemîn
Çiku kes nehin bêje min “aferîn“

Gelek caran jî Axtepî li ser vexwarina bade û meyê û herweha daketina meyxaneyê û li ser evîna xwe jî gotiye:

Were ey qelem ser siyaqa ewil
Tu jî saqiya bîne cama çu gul
Ku seccade û xerqe û sebheyê
Bikim rehnê bade di meyxaneyê

Ev çend malikên li jêr, jêderkên ji Dîwana Şêx Evdrihmê Axtepî ne:

Da çêbitin der dil tereb
Turk û Ecem, Rom û Ereb
Guh din bi qanûnê edeb
Ser ah û kovan û keser

Axtepî li ser evîna xwe di Dîwanê de jî weha gotiye:

Ji dil daxwazê yarê
Qewî mexmûrê badê me
Murîdê saz û badê me
Bi îxlasê temennayê

Bi qurban bim ji bona çeşmê şehla qameta yekta
Di her wext û di her gavan di nîva sar û sermayê

Îd e, keyf û şahî ye nêv xas û amê xulxul e
Yek yekan aşiq li ser sorgul mîsalê bulbul e

Turk û Tacik û Qeçer ber milkê dil anîn hucûm
Pey bi pey, saet bi saet xaretê Kurdan dikin

 

PENCINAR

Weşanxaneya Çanda Kurdî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply