Gandiyê Kurdistanê

Erdnîgariya (cografyeya) Kurdistanê, di sala 1639an de bi peymana Qesrî Şêrîn di navbeyna Împaratorîya Osmanî û Farisî de bû du beş. Bi beşbûna Kurdistanê, jiyana neteweya kurd jî beş bû, mejî, serî, aqlê neteweya kurd jî ji hevûdu dûr ket. duwarên biyanîbûnê û eleqeyên qutbûyî bi ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji holê radibe.

Mirov dikare bibêje ku gelek federasyonên eşîretên kurd û mîrîtiyên kurdan, ji gelek dewletên ku di sedsala 21an de jî jiyana xwe didomînin xurttir bûne û hîn jî xwediyê fonksîyoneke mezin ya civakî bûne. Qazî Mihemed jî, ji malbeteke wisa xurt hatibû dinyayê û têgihîştibû.

Malbata Qazî Mihemed, malbateke herî navdar yê herêma Mukiryanê bû û li hemû herêmên Kurdistanê jî dihat naskirin. Qazî Mihemed wek endamekî rêzdar ê vê malbatê digel merivên xwe di damezirandina Komara Mehabadê de li rêzên pêşiyê cîh girtin.

Qazî Mihemed, kurê Qazî Elî yê kurê Qasimê Qazî ye. Diya wî jî ji Saqizê bû û ji eşîreta Fettullah Begî bû. Bavê wî qadî bû. Malbata Qazî Mihemed ji 400 salan zêdetir e ku li bajarê Mehabadê (Sablaxê) dijîn û di nav civatê de xwediyê giraniyeke civakî û çandî û entellektûelî ne. Ji malbata Qazî Mihemed re ne bes kurdan, di hemen demê de desthilatdar û berpirsên hukumetên împaratoriya Faris û Şah Riza jî hurmet û rêz digirtin.

Bavê Pêşewayê kurd Qazî Elî, di sala 1930an de li Mehabadê rêxistineke kurdî bi navê “Bizava Mihemed” ava dike. Têkilya ev bizav û bavê Pêşewa, bi Şoreşa Şêx Mihemed Xiyabanî ya li Tebrîzê hebûye. Bavê Qazî Mihemed di sala 1934an de çûye ser dilovaniya xwe.

Qazî Elî,  xwediyê du zarokan bûye, yek ji wan Ebdulqasim Qazî bûye,  ji aliyê xelkê de bi navê Sedrî Qazî tête naskirin. Sedrî Qazî ji aliyê gel de wek parlamenter hatiye hilbijartin û nifûzeka wî ya xurt hebûye. Piştî dawî lêhatina parlamenteriya wî, bi pêşniyara Pêşewayê kurd Qazî Mihemed ji bona ku li Tehranê kar û xebatên siyasî bimeşinê, li wir niştecîh dibe.

Qazî Mihemed jî, di sala 1900î de, di nav ev malbata navdar û xwediyê nûfuzeke civakî û siyasî de tê dinyayê. Qazî Mihemed di salên biçûkîya xwe de dibistan û medreseyeke dînî ku navê wê “Kutabxane” bû, xwendiyê. Wek tê zanîn di wê demê de li Îranê ciyê perwerdeyê, medrese bûn.

Qazî Mihemed, beriya ku di ciyê bavê xwe de bibe qadî, di dezgeha mudirtiya weqfan de xebat kiriye. Lê bitaybetî piştî ku Qazî Mihemed bû qadî, qedir û qiymeta wî di nav gel de zêdetir bûye.

Ew him ji zanistiya kevn û him jî ji zanistiya nû ya modern agahdar bû. Ji bona vê jî hewildaneke wî ya îlmî hebûye. Dîsa ji bona ku zimanê biyanî fêr bibe hewildaneke gelek xurt nîşan dide. Wî, ji derveyî zimanê kurdî, erebî, farisî, fransizî, îngilîzî û biçek jî rusî dizanîbûye.

Qazî Mihemed, piştî mirina bavê xwe bûye dadmendê bajarê Mehabadê. Qazî Mihemed ji bona ku ji karê çandî, zanistî, agahîya xelkê hez kiriye, beriya salên 1941an, du sal jî berpirsiyariya îdareya çandî ya bajarê Mehabadê kiriye, di vê qadê de xebateke gelek baş kiriye. Li Mehabadê yekem car dibistana keçan bi hewildana wî hatiye avakirin.

Ji bona vê jî dema ku ji bona Komara Kurdistanê ya Mehabadê makezagonê amade dikin, di makezagonê de mafên jinan ciyekî gelek girîng digre. Dîsa ji bona vê piştî damezrandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê girîngiyeke mezin dide pêşkevtina ziman, edeb û şanoya kurd.

JIYANA WÎ YA CIVAKÎ Û KOMELEYETÎ Û SIYASÎ…

Qazî Mihemed, di çareserkirina pirsgirêkên civakî û eşîrî de rolekî berçav tîne cîh. Gelek pirs û karên rojane yên xelkê, di dîwana wî de ku jê re digotin “Mehkeme” dihatin çareserkirin.

Qazî Mihemed, di destpêkê de nebûye damezrênerê Komeleya Jiyaneweya Kurdistanê (Vejiyana Kurd-Je-Kaf/JK), lê bi Komeleyê re xwediyê pêwendiyeke gelek xurt bûye û ji damezrênerên Komeleyê re rêz û hirmeta wî hebûye.

Berpirsiyarên Komeleyê, pêwendiya wî û Komeleyê têrê nedîtine û xwestine ku ew bibe endamê Komeleyê. Wê demê bitaybetî hewil dane ku Qazî Mihemed bibe endamê Komeleyê. Ew jî di encam de dibe endam û berpirsiyarê Komeleyê.

Dema ku Îran ji aliyê dewletên biyanî ve hate dagirkirin, heyetên biyanî jî li bajarê Mehabadê dihatine ziyaretiya Qazî Mihemed, Bi wî re rewşa siyasî ya wê demê û Kurdistanê qise dikirine.

Di destpêkê de daxwaza berpirsiyarên Yekîtiya Sovyetê ew bûye ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek seksiyona Partiya Demokrat a Azerbeycanê ava bibe. Dema ku Qazî Mihemed û grubek hevalên wî çûn Azerbeycana Sovyetê, ev pirsa di navbeyna wan de gelek bi tundî tê minaqeşekirin. Eger Qazî Mihemed û havelên wî ev nêrîna Sovyetê biecibandana, wê demê Komara Kurdistanê jî, diviya bû wek komareke serbixwe ava nebe, di nav sînorên sîyasî yên Komara Azerbeycana Îranê de bibe xwedî otonomiyeke cûda.

Qazî Mihemed û hevalên wî, biryar dan ku Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê ava bikin û di bin pêşengiya partiyê de, bi piştgiriya Kurdên beşên din û bi taybetî jî bi piştgiriya Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bikin.

Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava bû, Qazî Mihemed bû serokê Komarê. Piştî ku Qazî Mihemed bû serokkomarê yekem ê Kurdistanê, li tevayî Kurdistanê û li dinyayê bû kesekî navdar û aktorê sîyaseta Rojhilata Navîn.

Tê gotin ku Pêşewa Qazî Mihemed mirovekî gelek bi ferheng, dilsaf, xweşqise, evîndarê wêje û hûnerê bû. Wî bi dilsafiya xwe, bawerî bi desthilatdariya hov a Îranê anî û dîl kete destê wan, pişt re jî ew û serokên din yên Komara Kurdistanê hatin daleqandin.

Wasiyetnameya Qazî Mihemed ya dîrokî di nav neteweya kurd de ciyekî gelek girîng girt.

Qazî Mihemed di wesiyatnameya xwe de ji kurdan re dibêje ku:

“Ji hevûdu re dijminatî nekin, hevûdu biparêzin û ji hevûdu re alîkar bin. Li hemberî zulm û zordariya dijmin xwe biparêzin, xwe nefiroşin dijmin. Dijmin heta ku karên xwe bi we bide kirin ji we re tehemmûl dike, piştre divê hûn bizanin ku hîç bawerî bi we nake û dilê wî bi we naşewite. Neteweya kurd jî, wek her miletekî ye û wek neteweyên din xwediyê tû kêmasiyê nîne. Heta neteweya kurd ji aliyê egîdî, xîret de ji gelek neteweyên azad jî pêştir e. Neteweya kurd jî wek neteweyên din yên ji bin esaretê xelas bûne. Divê hûn jî wek neteweyên din ji bin esaratê derkevin û azad bibin. Lê hûn li hemberî hevûdu zikreş nebin, xwe nefiroşin dijmin û tehemûlê hevûdu bikin… Dijminên kurdan ji kîjan rengî û kîjan neteweyan dibin bila bibin, her dem dijmin in, bê wîjdan in, zulimkar in, dê bixwaze bi destê we, we bikuje. Dijmin dê we bêşexsiyet bike, dê bixwaze bi hîle û derewan we, bi destê we bide kuştin… Divê heta ku em ji esaretê xelas û azad nebin, divê xebat û têkoşîna me bidomîne. Eger dewleta we hebe, hûn azad bin, wê demê hûn dibin xwediyê her tiştekî; xwediyê mal, welat, erd, namûs û mûlk.” 

Qazî Mihemed ji bona jiyaneke hevmişterek ya wekhev bi gelên din re hewil dida, dixwast ku di navbeya neteweya kurd û faris û gelên din yên Îranê de peymaneke nû, makezagoneke plûral û demokrat pêk bê, gelên Îranê bi hev re di nav sîstemeke demokrat de wekhev bijîn.

Hezar mixabin desthilatdarên Îranê ji vê helwestê sûd wernagrin.

Digel vê yekê ev jî derdixe holê ku derdê Qazî Mihemed û gelê Kurdistanê ne ew e ku bi Îranê re şer bikin û bi her awayî ji Îranê veqetin. Lê hezar mixabin Îranê ev rastiya fahm nekirine. Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi zulim û zordarî hat rûxandin, berpirsiyariya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê dîsa jî heta salên dawî şiyara “Ji Îranê re demokrasî û ji Kurdistanê re otonomî” parastin. Beriya vê du-sê salan biryar dan ku Îran bibe dewleteke federal û Kurdistan jî bibe herêmeke federe.

Damezirandina Komeleyê û PDK a Îranê

Li Rojhilatê Kurdistanê, neteweya kurd ji bona ku mafên xwe yên neteweyî werbigre di sala 1921an de li jêr rêberiya Simko Axa serhildanê dest pê kir. Simko Axa, di demeke kurt de hemû Rojhilatê Kurdistanê azad kir. Hezar mixabin, bi fenûfût û xapandina dewleta Îranê Simko Axa dîl ket û li Şînoyê hate daleqandin.

Piştî serhildana Simko Axa, li Rojhilatê Kurdistanê talan, hovîtî û zulmê dest pê kir û heta sala 1940î domand.

PDKa Îranê, di 25ê Tîrmeha sala 1945an de, bi destê Qazî Mihemed û 60 hevalên wî ava bû.

Avabûna Komara Kurdistanê…

Di jiyana Qazî Mihemed de avabûna Komara Kurdistanê a Mehabadê bûyerek gelek bingehî ye.

Li Îranê di dawiya sala 1945an de neteweya Azerî serîhilda û bajarê Tebrîzê xiste bin kontrola xwe. Di 11yê meha 1945an de Komara Otonom a Azerbeycanê ava bû. Kurdan jî hem bi xurtî piştgiriya wan kirin û hem jî Kurdistan azad kirin.

Pêşewa Qazî jî di 22. 01. 1946an de li meydana Çarçirayê damezirandina Komara Kurdistanê ragehand. Di dema ragehandina damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê de, Qazî Mihemed di axavtina xwe de wusa digot:

“Kurdistan xwedî ciyekî stratejî û erdnîgariya (cografyeya) taybet e ku gelê kurd her tim û bi bê wê hindê ku netewe û miletekî din di navbera wan de mesafe çêbike û wan ji hev biqetîne, tev bi hev re têde dijîn û tê de xwedî malikiyeta xwe ya millî ne. Ser bihurî û dîroka wan ya derbasbûyî yek e û bi giştî têde hevpar in. Kurd, xwedî edeb û edet û nerîtên netewî yên wisa ne ku bi ti rengan, sedemên cûr bi cûr û ti bûyerekê nekariye sistiyek di nava bingeh û binaxê mileta wan de peyda bike…” 

ALA MEHABADÊ JI STENBOLÊ HAT

Qazî Mihemed, li ser navê PDKa Îranê û wek serokê giştî yê Komara Kurdistanê di axavtina xwe de damezirandina partiyê jî îlan kir. Pişt re Komîteya giştî ya partiyê civîya, Qazî Mihemed wek serokkomar hilbijartin. Qazî Mihemedî jî di bin serokatiya Hecî Bab Şêx de hikumetê ava kir. Hikumet ji 13 wezîran pêk dihat

Hikumeta Komarê, ala Kurdistanê ya ku di sala 1919an de li Stenbolê ji aliyê Komela Teşkîlatî Îçtîmaiye ya Kurd ve hatibû qebûlkirin,  pejirand.

Hilweşandina Komarê û Mele Mistefa Berzanî…

Komara Kurdistanê 11 mehan li ser piya ma. Piştî dewletên ku li ser axa Îranê desthilatdar bûn, di nav xwe de ji bona parvekirina dinyayê li ser peymaneke nû li hevûdu kirin. Yekîtiya Sowyetê xwe ji Îranê vekişand û piştgiriya xwe ya bo Komara Kurdistanê û Ezerbeycanê jî qut kir.

Hikumeta merkezî ya Îranê êriş bir ser Komara Kurdistanê. Diyar bibû ku li hemberî êrîşên dewleta kolonyalîst û hêzên leşkerî, kurd nikarin rawestin. Di vê qonaxê de gengeşiya rewşa nû dest pê kir.

Mele Mistefa Barzanî, di sala 1943ê de li Başûrê Kurdistanê pêşengiya serîhildaneke millî kiribû. Hezar mixabin ku di encama êrîşên Îngilîz û Iraqê de şikest xwar û mecbur bû ku ew û hevalên xwe derbasî Rojhilat Kurdistanê bibin. Wek Mele Mistefa Barzanî bi xwe jî behs dike, li Rojhilata Kurdistanê dikevin bin xizmeta neteweya kurd.

Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî jî di damezirandina Komara Kurdistanê de rolekî girîng lîstin, di bin serokatiya Komarê de wek xebatkar, leşker û serleşkeran kar kirin, tu caran pêşengiya xwe dernexistin pêş.

Mele Mistefa Barzanî ji bona ku rewşa dawî bi Pêşewayê Kurd re qise bike, di êvara 16. 12. 1946an de hevdîtineke dawî bi wî re pêk tîne. Dixwaze ku bizane Pêşewayê kurd dê çi bike. Di vê hevdîtinê de Qazî Mihemed ji Barzanî re dibêje: “Ji bona ku zêde xwîn nerije, miletê min zerar nebîne, ezê xwe bidim destê dijmin.” Di eynî hevdîtinê de diyar dike ku Barzanî bi xwe jî zerar nebîne û Îranê terk bike.

Mistefa Barzanî di heman hevdîtinê de Ala Kurdistanê ji teslîm digre, piştî meşeke dirêj û  şerekî dijwar derbasî Yekîtiya Sowyetê dibe.

Dîlketina Serokên Komarê û Dadgehkirina Wî…

Komara Kurdistanê piştî êrîşeke leşkerî ya dijwar hate rûxandin. Serokên wê jî, Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20.12.1946an de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin girtin. Dîlgirtina wan, neteweya kurd ji qetlîama dewleta Îranê xelas nekir.

Belê Qazî Mihemed Gandîyê Kurdistanê bû. Hezar Mixabin Îran ne Engilîstan bû.

Qazî Mihemed û serokên din yên Komara Kurdistanê di dadgehê de bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin. Qazî Mihemed, mafê neteweya kurd, meşrûbûna Komara Kurdistanê ya Mehebadê, ala û surûda Kurdistanê gelek aşkere parast.

Hezar mixabin piştî dadgeheke bêhiqûqî Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi lezûbez di 31. 3. 1947-an de li Meydana Çarçiraya hatin daleqandin.

 

Îbrahîm GÛÇLÛ

(ibrahimguclu21@gmail.com)

 Amed,  24. 01. 2016

Têbinî: Di derheqê Qazî Mihemed de agahdariyên teknîkî ji Weşanên PDK a Îranê hatine wergirtin.

Jêder: www.zamankurdi.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply