1-Hûn nikarin min li ser çokan bixînin; çimkî ez li ser lingan hatim dinyayê, dixwazim li sere lingan dinê biterîkinim. Min ji kal û pîrên xwe da wiha dît, dixwazim ji zar û zêçên xwe re –li ser lingan jîyan û mirin- bihêlim. Hûn avên di çokên min da diherîkin …
Read More »Rojnivîska Spinoza ya Şener Özmen
-1- Tu nizanî lê di wê nameyê da hemû xewn û xeyalên min, hemû êş û janên min, hemû zarokatî û welatê min hebû. Di wê nameyê da dilê min hebû. Dilekî birîndar û beredayî. Min dizanî em du ax û axînên cuda bûn lê min bi dilê xwe nedikanî. …
Read More »Bahol Ya Çiya Mazî
-1- Nizanim ez ê hîn çend carên din “Di Morgê De” bimînim, hîn bi çend kesên din re Di Morgê De bimînim. Lawên min li ser serê min dimirin, keçikên min di bin lingên min da can didin. Axa welatê min bangî bedenê min dike. Xwezîyên min li ser zimanê …
Read More »Stêrka Xuricî Ferêt ya Welat Dilken
I Nizanim Karl Dorner hîn di kîjan romanê min de windayî ye? Ne zimanê romanê, ne cîh û warên romanê ne jî honandina romanê tê bîrê min. Lê ez tim li meydana kizilayê me, li pirtûka xwe digerim, nabînîm. Dikevim Sûka Zafere, destvala vedigerim. Tim Zêzê bi min re ye. …
Read More »Asûs ya Mehmet Dicle
1-“Gulên Sala” ne tenê li der dibişkivîn, di hundirê dil û malan da jî dibişkîvin. Gulên Sala bêdemsal bûn. Sala gulan xwe bi rondik û xwîna xwe av dida. Mîna çîrokên berê, mîna helbestên qedexe, mîna nameyên bênavnîşan. Sala tim li ser çûyineke din bû, gulên wî di destên wî …
Read More »Meryema ya Sebrî Silêvanî
1-Tu bi kê va çûbûyî? Di dilê te da xem û gazinên kê hebûn? Û te mirina kê dabû ber çavên xwe? Dizanim, te tenê sîya rêwîtîyên min ên berê bi xwe re biribû. Di dilê te da tim hêvîye jiyaneka din hebûn, daxwaza destpêkeke din, yan jî arûzeya çîrokeke …
Read More »Zeviya Ramûsanê Ya Tekin Çiftçi
1-“Pereyên Ser Şekir” dawîya hêvîyên me, çîroka girîye me, melodîya xizanîya me bû. Pereyên Ser Şekir sitrana kewarên destên me û kilama qermîçokên rûyê me bû. Di nav berê da pênc sal derbas bûne lê hêj ez Pereyên Ser Şekir di kulma rojên xwe de diparêzim û tenêtîya şevên xwe …
Read More »Gotinên Gunehkar ya Hesenê Metê
Dewsa şîrê dayika min xwîn diniqutê ji dev û poza min. Xwîneke jahr û zengarî, xwîneke tirş û tahl, xwîneke şor û tahmsar. Di gera min ê cenabê Xwedê da, di navberê me de tenê fikrên xelet û hizrên çewt hebûn. Bi fikrên xelet min “dara kufrê” av dida, bi …
Read More »Tenya
Tim li ber derîyê jiyana min da îlon meha hiznê ye, pelên daran sitrana payîzê distrên û diweşînin: “Îro dilê min bi ax û keser e Rûyê min bi tirş û tahl e.” Baran bi destên xwe yî biçûk û nazenîn ve hemû deng û peyvên min digire û bi …
Read More »Ji Xwedê Re Nameyeke Eşkere – Faik Öcal
Ev çil sal e zimanê min di nav xwînê de gevizî, hezar sal e dilê min xwewendakirî. Zimanê min diyariya dayika min, dilê min xelata Xwedeyê min bû. Zimanê min hawar û qêrîna miletê min, dilê min ezmûna Xwedayê min bû. Ev çil sal e zimanê min li ber tîrên …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…