Şînê niha gelekî hatine guhasitnê…

Jiyana me da gelek tişt hatin guherandinê, şîn, şahî, hatin û çûyîn, cil û berg, rabûn û rûniştandinê bigre heta xwarin û xuregan.

Berê dema gundan da yek dimir, heta ji destê gundiyan dihat xeber dereng didane kes û karên mirî, kar û barek hebûya dizîkava ew tevdîra navbera xwe da didîtin paşê axir awayekî xeber didane mala wî. Bi cawa mirinê ra zêwînî dikete malê. Heke yê mirî ciwan bûya an jî kesên bêmiraz bûna jina sûretê xwe zêl dikirin, porê xwe jêdikirin loma porjêkirin nav kurdan da bûye nifir, yek ji yekî ra nifirekî bike dibêje ez ê porê te kurkim. Jina kincên xwe çep (berovajî ) li xwe dikirin, şarên reş didane serê xwe her jinekî zeyîke xwe dida ber pêsîra xwe çawa ku hevra bikevin lecê wisa şîna xwe dikirin êdî hêsir di çavên wan da nediman cotkaniyên çavê wan êdî zuha dibûn. Heryekî lawêjek diavête ser miriyê xwe zêwîniya mala şînê diçû asîmana.

Cînara nedihîşt mala şînê da nan bê çêkirinê, dema danê nan dihat her cînarekî mala xwe da sifre, sênî hazir dikirin dianîn mala şînê, qîz û bûkên cînaran jî mala şînê da xizmeta mêvanan dikirin. Jinên cînar lacik, gore an jî kincên sivik gel xwe dibirin mala şînê ser kincên jinê malê diguherandin, kincên wan li mala xwe dişûştin sibetirê careke din dibirin teslîmî wan dikirin, cînara nedihîşt ew hemberî mêvanên xerîb şermî bibin.

Dema dibû êvar gelek kes derva dihatin wek niha wesayîta herkesekî tunebû, her cînarekî çend kes dikirin mêvanê xwe wê şevê mala xwe da xewradikirin, heta şîn diqediya nedihîştin mala şînê tenê bimîne an jî mêvanê dereke li wir bimînin. Gundiyan teva wê mala şînê ra rêzeke mezin digirt, jino- zaro ber destê wan diçûn û dihatin, def û dewetê wan hebûna taloq dikirin, kesekî cil, corê xwe nedişûştin, rûyê orxana nedişûştin, nedidan tavê û hêriya cihêzê qîz û bûkan nedişûştin û şivnedikirin.

Heta qederekî kesekî her êvar cînar diçûn mala şînê ew tenê nedihîştin, radyo û teyîb venedikirin, kesekî dengê bilind kilam û sitran nedigotin. Piştî şîn hinekî sahil dibû der- cînar dihatin mala şînê careke din ber dilê wan va dihatin ew teklîfî malên xwe dikirin, rûyê mêra didane kurkirinê, kincên jinan jî didane şûştinê, kincên çep didane rastkirinê, tevî hev nan dixwarin piştî nan xwediyê şînê îzna def, deweta didan û digotin şîn jî ya me ye şahî jî ya me ye bila kesek îş û karê xwe nemîne. Nav hevda qirar dikirin kîjan mal kengê topaya xwe belav dike an jî rojên dewata xwe dibire.

Şînê niha gelekî hatine guhasitnê, rê û rêzanêd berê nemane, her gundekî da maleke şînê heye an jî avahiyeke mizgeftê da şîn tê kirinê. Nanê hazir di wan sehanên hazir da tê belakirinê, çay û şirînayî jî tê belakirin, gelek kes jî bi dengê bilind diaxifin, cîhê şînê da qala xaniyên xwe, erebeyên xwe û dayîn- stendinê dikin û malhebûna xwe dikin. Hinek malbatên halxweş hene ew lap çîzê derdixin cîhê şînê dibe festîvala goştê berxa, saxiya hev da silavê nadin hev lê wê derê ji bo ku xwe bikin çavê civatê cendeka diavêjin erdê. Mele fatihê dixwîne tev kerr dibin piştî fatihe diqede dîsa dibe hêwirze, cîhê şînê û matemê dibe cîhê naxila û galegalan.

Van axiriya ez çûme çend şîna wisa ez aciz bûm, însan li wir qala kar û barên xwe yên rojane dikin, min dîtîye şînê da karta dewata xwe belav kirine. Xwediyê şînê yê şîna xwe bike, hatin û çûyînan ra mijûl bibe an nan hazir bike. Ereba herkesekî heye lehzê da dikare vegere, nançêkirina van axiriya ewqas zêda baş nîne.

Di nava civakê da kom, komekî û hatin çûyîn pir baş e, wî alî de tu pirsgirêk tuneye. Lê aliyê emanet, edetên bav, kalan da her diçe em hinek tiştan rêda dêriz dikin an jî zêr zeberê kîsê xwe da dirêjînin.

Yucel Aslan ( Koçer)

Derbar Çand Name

Check Also

Siyaset Hişbir e! – Cüneyt Yazıcı

Taybetî jî li Rojhilata Navîn, siyaset hişbir e(uyuşturucu) û ji koletiyê re dibe alîkar! Gava …

Leave a Reply