Romannivîserekî Jîr û Romanên Wî Yên Hêja

Metîn Aktaş nivîskarekî kokkurd e û gelek berhemdare. Bi dehan romanên wî yên hêja hene. Romana wî ya bi navê “Nîşancî” ku li ser serhildana Şêx Saîdê nemire, ew kir navdar û bi saya wê romanê ew di nav xwendevanên kurd de û di qada siyasî ya tevgera netewî û demokratîk a bakurê Kurdistanê de hate nasîn. Min bi xwe jî cara pêşîn romana wî ya bi navê xwe “Nîşancî” ye xwend û paşê jî min romanên wî yên din xwendin.

 

Metîn Aktaş nivîskarekî kokkurde lêbelê ew berhemên xwe bi tirkî dinivîse. Lewre jî berhemên wî aîdê edebiyata kurdî nînin, aîdê edebiyata tirkîne. Herçiqas naveroka romanên wî li ser kurd û Kurdistanê be jî, ji bo ku ziman ne kurdî ye, lewre jî ew aîdê edebiyata kurdî nînin.

 

Digel Metîn Aktaş bi sedan nivîskarên kokkurd hene ku bi tirkî dinivîsin. Min bi navê “Romanên Nivîskarên Kokkurd” pirtûkek amade kiriye û gelek romanên nivîskarên kokkurd yên tirkî nivîs daye danasîn û şîrove kiriye. Hinek nivîskar hene ku mirov lênekole nizane ku ew kurd in.

 

Romanên Metîn Aktaş gelekin, heger ez neşaşbim deh romanên wî hene.  (Bi qasê ku ez zanim navên romanên wî ev in : “Munzur efsanesi” , “Gerçek ve işkence” , “Acı Fırat Asi Fırat” , “Hamal” , “Dersimli Bektaşi” , “Harput’taki Hayalet” , “Cennetin ölümü” , “Dicle” , “Nişancı” ,  “Cefr” , “Son Derviş”) ez nikarim behsa tevan bikim. Ez ê di vê gotara xwe de behsa du, sê romanên wî bikim.

 

Dema min vê nivîsê nivîsî, romana wî ya nû ku derketibû, navî “Sirgûn”e. Di nav weşanên “Doz”ê de çapa wê ya duyem derketibû. Di vê romanê de behsa serhildana Dêrsimê û piştî têkçûna serhildanê, sirgûna kurdan tê ravekirin. Di romanê de adet û toreyên kurdên alewî, çand û jiyana wan, bîr û baweriyên wan tê qalkirin.

 

Qetlîama gelê kurd li bakurê Kurdistanê bi tevahî di dema desthilatdariya M. Kemal de pêk hatiye. Sazûmana kemalîst serhildanên kurdan têk biriye û wan qetil kiriye, li dijê wan qetlîaman pêk aniye. Di romanê de kuştina kurdan li Dêrsimê, şewitandina dar û beran, bax û bexçan, dehl û darîstanan û herweha kuştina jin û zarokan bi şêweyeke edebî tê qalkirin.

 

Piştî qetlîama Dêrsimê yên ku ji ber kuştinê difilitin, tînine bajarê Elazîzê û li wir wan dikine kampeke leşkerî. Dagirkerên kemalîst zarokan bi zorê ji dê û bavê wan distînin û dibine rojhilatê Tirkiyê û li wir hinekan dikine dibistanên dewletê û hinekan jî didine malbatên leşkerî û ew wan weke tirk mezin dikin, perwerde dikin.

 

Ji kampa leşkerî ya li Elazîzê hinek malpat sirgûnê bajarên rojhilat dikin. Ew van malbatan dikine trênên ku tê de dewaran bi cih dikin û dibine rojhilat. Di rê de, di wan vagonên trênê de gelek kurd dimirin. Li cihê sirgûnê jî kurdên reben di nav feqîrî, perîşanî û belengaziyê de jiyaneke zor û zahmet dijîn. Gelekên wan di nav van şertên zor û zahmet yên jiyanê de nexweş dikevin û diçine ser heqiya xwe. Kurdên sirgûnkirî li sirgûnê jiyaneke trajedîk dijîn. Romannivîserê kokkurd bi taswîrên edebî dîmeneke vê jiyana sirgûnê radixe ber çavên xwendevanan.

 

Romannivîser Metîn Aktaş di romana xwe ya bi navê “Son Dervîş – Derwêşê dawî –“ de jiyan û têkoşîna Bediuzeman Saîdê Nûrsî weke roman pêşkêş dike. Saîdê Nûrsî yan jî Saîdê Kurdî şexsiyeteke kurd ê olperest bûye. Ew bawermendekî û herweha teorîsyen û propagandîstekî ola Îslamê ye. Ji pênûsa çepekî Marksîst nivîsîna romana olperestekî, balkêş e, bala mirov dikşîne û mirov meraq dike û herweha romanê dixwîne.

 

Romannivîserê kokkurd Metîn Aktaş bi rastî jî romannivîserekî jîr e û mejiyê wî weke ku weşangerê wî jî dibêje weke fabrîqeya xeyalê dixebite. Ew di berhemên xwe de rastî û xeyalê tevlihev dike û ji ber vê tevlihevbûna edebî û estetîkî cîhaneke ava dike û jiyanên cure rave dike. Ew di berhemên xwe de pîvanên romannivîseriyê bi şêweyeke hunerî pêk tîne û bi teferuat qal dike û herweha bûyeran bi hostatî lihevûdu dihone.

 

Berhemên hinek romannivîserên kokkurd di çapa berhemên edebî yên cîhanê de ne. Em romannivîserê kokkurd Yaşar Kemal bidine aliyeke, romanên Metîn Aktaş, Hasan Bîldîrîcî,  Mehmet Sebatlî, Ahmed Ozer û hwd, di çapa romanê dinyayê de ne.

 

Romaneke Metîn Aktaş ya bi navê “Cefr” heye. Ev roman li ser sireke olî hatiye hunandin. Digel alewiyan, di bîr û bawerî û çanda wan de sira cefr heye. Pîr Xidir di derbarê ola îslamê û Alewîtiyê de zilamekî zana ye. Hêzên dagirkerên dewleta kemalîst gundê Pîr Xidir dişewitînin û wî jî bi ji gerîllan re alîkarî dike tawanbar dikin û digrin dibine şkencexanê. Pê şkence dikin. Pîr Xidir tam du meh û pênc roj anku 65 roj di şkencexanê de dimîne û lê şkence dikin. Piştî şkencexaneyê wî derdixine dadgehê û dadgeha bêedlayî ya dagirkeran 3 sal û 9 meh ceza didinê.

 

Tiştê ecêb û sosret jî, dema Pîr Xidir li hepisxaneyê ye, jina wî bi zilamekî re direve û diçe. Diya wî jî dimire, diçe ser heqiya xwe. Pîr Xidir cezayê xwe dikşîne û ji hepisxaneyê derdikeve. Ew li jina xwe ya ku bi zilamekî re reviyaye û çûye, digere. Ew di lêgerîna li pey jina xwe de rêça jinê hetanî Stenbolê dişopîne. Ew li Stenbolê li jinê digere û herweha ji bo debara jiyana xwe jî li karekî digere ku bixebite pê xwe xwedî bike.

 

Pîr Xidir di halekî xirab da ye. Rewşa wî ya aborî û derûniya wî nebaş e. Ew hêj jî di bin bandora şkenceyên ku lê hatine kirin de ye. Rojeke ew li qeraxê deryayê rûniştiye û ji xwe re mitale dike. Hevalekî wî yê hepisxaneyê ku navî Musa ye û ew di oteleke Laleliyê de kar dike, tê wî dibîne. Bi Musa re jinek û mêrekî biyanî jî hene. Ev zilamê biyanê yekî lêkolînvane anku lêkolînvanekî ewropî ye û dixwaze li ser Alewîyan lêkolîn bike. Ew li rêberekî zanyar k udi derbarê ola Alewîyan de zana be digerin.

 

Dema ku yê lêkolînvan û Pîr Xidir bi hevre diaxifin, zilamekî çekdar ê mêrkûj gule bera lêkolînvanê biyanî dide û wî dikuje û jinikê jî tehdît dike ku ew vî welatî terk bike û vegere welatê xwe. Paşê polîs têne ku vî zilamê mêrkûj bigrin, zilam li ser xwe bombe diteqîne û ew û çend polîs têne kuştin.

 

Piştê vê bûyerê Pîr Xidir û jinika biyanî xwe di nav macerayeke xeter de dibînin. Jinika biyanî navê wê Cloadiya ye. Bûyer bi şêweyeke wisa bi heyecan pêk tên ku êdî ji kontrola Pîr Xidir derdikeve. Pir Xidir dikeve ber lehiya naserê û pê re diçe.

 

Pîr Xidir pê dihese ku zilamê lêkolînvan yê ku hate kuştin û Cloadiya li pey sira rêxistineke ku di nav Alewiyan de xwe bi rêxistin kirine de ne. Tarîqateke bi dizî di nav Alewiyan de rêxistin damezrandiye û xwe bi rêxistin kiriye. Pîr Xidir dema bi vî tiştî dihese, ew naxwaze bawer bike. Lewre ew di jiyana xwe de pê nehesiyaye k udi nav Alewiyan de tarîkateke dizî û sireke veşartî hene. Ew ji tiştên ku Cloadiya jê re qal kiribû mabû şaş û heyirî. Li gor wî ew di derbarê Alewîcîtî û alewiyan de yê ku herî pir tişt zanibû û yê herî zana bû.

 

Piştî ku Pîr Xidir jî dest bi lêkolînê kir û kete nav bûyeran, wî dît ku rastiya vî tiştî heye û ew tirsiya. Ew ji bo lêkolînê çûn kîjan dergahê, Pîr, dede û seyidên wir hatine kuştin. Gelo kî van pîr û seyidan dikuşt? Çima wan dikuştin? Di derbarê van bûyerên kuştinê de tu hayidariyeke wan tunebû. Gelek asteng derdiket pêşberê wan. Lê êdî ew ketibûn ser riya ku vegera wê tunebû. Divê ew pêşve biçûna, şopa li pey tarîkatê bişopandana û rêxistina tarîkata di nav Alewiyan de derxistana holê.

 

Dema ew li pey şopa tarîkatê digerin, bêku haya wan jê hebe, ew dikevin nav tarîkatê. Helbet têketina wan a nav tarîkatê wisa hêsan nîne. Piştî şert û şûtên zor û zahmet, marîfetên xwe nîşan didin û hêj dikevine tarîkatê. Pîr Xidir û Cloadiya li pey sira neyênî ne. Ew dixwazin wê fêr bibin. Ji wan xeyale ku ew nêzîkê zanîna sirî bûne, lê di esasê xwe de ew ji zanîna sirî dûr ketine. Piştî têkoşîneke bê hempa ew navê vê sirê fêr dibin. Belê, navê wê Cefr e.

 

Baş e, Cefr çiye? Tê çi maneyî? Cefr çawa ketiye destê Hz. Mihemed û wî çima Cefrê teslîmê Hz. Alî kiriye? Çima Hz. Mihemed Cefrê bi qewmê xwe nîşan nedaye û veşartî, dizî hêştiye? Gelo têkiliyeke di nav Cefr û Qur’anê de heye? Li gor şîrovevanên batînî di hinek ayetên Qur’anê de sirên qedîm hene û di cefrê de hinek şîfre hene. Gelo Hz. Mihemed hêz û qûweta xwe ji Cefrê werdigirt? Piştî ku Hz. Mihemed cefrê da Hz. Alî çibû, çi qewimî? Çi bûyer pêk hat? Dibêjin esasê pevçûna di nav mezhebên ola Îslamê de sedem Cefr e. Gelo wisane? Gelo, şerên navxweyî yên olperestên Îslamê ji bo destxistin û kê bibe xwediyê Cefrê ye? Gelo, Emewî û Abasiyan ji bo Cefrê bi hevûdu re şer kirin? Çima malbata ehlîbeyt tune kirin? Armanca vê tunekirinê çibû?

 

Heger hûn bersîvên van pirsan meraq dikin, miheqeq Romana nivîskarê kokkurd Metîn Aktaş ya bi navê “Cefr” miheqeq bixwînin.

 

Lehengên romanê Pîr Xidir û Cloadiya li pey Cefrê digerin û ji Stenbolê ber bi bakurê Kurdistanê ve diçin. Ew li Kurdistanê gundên şewîtî, xaniyên wêrankirî, malên xirab, zilm û zordarî û wahşeta şerê qirêj dibînin. Ew rastê gelek suprîzan tên, sirên gerdûnî û rastiyên civakî fêr dibin. Roman romaneke bi heyecan e, kelecan e û xwe bi mirov dide xwendin.

 

Ez hêvîdarim dê romannivîserê kokkurd Metîn Aktaş hêj gelek romanên weha hêja binivîse û pêşkêşê xwendevanên edebiyathez bike.

 

(*) Metîn Aktaş di sala 1956-an de li gundeke Dêrsimê ji dayik bûye. Ew ji malbateke fekîr e. Jiyana wî di nav feqîrî û sefaletê de derbas bûye. Ji bo ku li gundê wan dibistan tunebûye, ew çûye gundek din û li wir li cem meta xwe maye û dibistanê de xwendiye. Paşê li bajarê Hekariyê dibistana razayî ya dewletê de xwendiye. Ji wir jî çûye Îzmîrê û li wir xwendina xwe domandiye lê xwendina xwe temam nekiriye û dev ji dibistanê berdaye û vegeriyaye gundê xwe.

 

Romannivîser Metîn Aktaş mirovekî çep e, Marksîst e. Metîn Aktaş zewicandiye û çar zarokên wî hene. Niha ew li bajarê Elazîzê, di mehla feqîran de –ku bi tirkî jê re dibêjine ”Gecekondu” û ”Varoş” – de dijî û li wir dikandarî dike. Ew bi dikaneke biçûk debara xwe û malbata xwe dike.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply