Romana Semerqand – 32 (Amîn Me’lof)

Zelamên li Girê Yildizê, li dora mala Cemaleddîn digeran, heke li ser kumên xwe “êspiyonkerên Siltan” jî nivîsandibûna, evqas eşkere nedihatin naskirin. Ziyaretvanên herî ehmeq jî bi dîtinê re ev yek fêhm dikirin. Lê belko jixwe armanca wan ew bû: çavtirsandina ziyaretvanan!  Bi rastî jî ji beriya çendekî mala ji havalbendên wî nûçegihanê biyanî û ji kesên giring yên di Stenbolê re diboriyan miştbû. Lêbelê vê heyva rezberê de xiroxalî bû. Bi tenê xulamê wek cara din bêdeng, li wir bû. Ez birim qata yekê. Ustad li ser paldankê qedîfe hizirdar û xirman runiştibû.

Dema ez dîtim kenek li rûyê wî belav bû û bi gavên mezin ba li min ve hat. Ez hembêz kirim, ji bo tiştên hatîn serê min, lêborîn xwest. Ji bo rizgarbûna min jî keyfxweşiya xwe anî zimên. Min bi kurtasî, alîkariya şahbanûyê û reva xwe jê re vegot. Paşê dor hat rasthatina min ya bi Fazil û Mîrza Riza re. Sehkirina navê wî jî Cemaleddîn dîn kir!

-Heyva borî xebera dardekirina wî gihat min. Xwedê efû bikê! Lêbelê, dizaniya ka yê soxîna wî çawabe. Tişta nedizaniya wextê wê bû. Piştî mirina şah roja sedê. Bêguman ji bo îtirafan êşkence lê kirin e!

Cemaleddîn hêdî diaxiviya. Lewaz û bêhêz bûbû. Di rûyê wî yê her wextî vêsandî de, carna tîk vedijeniyan lê hêca jî mirov, li ba xwe ve dikişandin. Hesko dilê wî biêşê, bi teybetî dema behsa Mîraza Riza dihat kirin. Ji bo recifandina destê wî, ew reben li stenbolê dabû dermankirin. Lê welê jî ew destê nikariya fîncana çayê bigirê, çawa çêdibe ku demanceyê digire û yek carî de li şah dide û dikuje? Matmayî mabû. Gelo hin kes ji meczûbiya wî kêrdar bûn û sûçê kirîn, kirin stûyê wî de?

Min şûna bersivê pelgeyên şahbanûyê ji nû ve nivîsandîn, pêşkêş kirin. Berçavkê xwe yê çarçoveya wî zirav dan ber çavên xwe û xwend. Bi kelecan, bi sehw û heta li gor min bi coş û şad! Kaxiz kirin berîka xwe de û nava salonê de hat û çû. Piştî bêdengiyek deh xulekan, wek çawa zêmarekê vebêje:

-Lawê Îranê yê windabû yî Mîrza Riza! Xwezî bi tenê tû meczûp bûya yî! Xwezî bi tenê tu ferzan bûyayî! Xwezî bi tenê te heskirin, an jî nefret ji min standibûya! Tu yê çawa bêyî heskirin, yê çawa îxanet li te werê kirin! Lê ya Xwedê? Ew ê çi ji te bike? Bila te bişîne biheşta şehîdan an dojeha celadan?

Çû li cihê xwe rûnişt. Westiyabû. Herdu destên xwe bi lamên xwe ve şidandin û ket nava mitaleyan. Ez bêdeng sekinîbûm, ji dengê nefesa xwe jî ditirsiyam. Cemaleddîn pal da. Dengê wî vêsandî û ramanên wî zelaltirbûn:

-Ew gotinên min xwendîn, bi rastî jî yê Mirza Riza bûn. Heta niha jî hinek gumanê min hebûn. Lê êdî qet neman. Bêguman kujer ew e! Herhalde ev yek ji bo ewda min veke fikirî. Lê dijî gotina wî, ti carî min feramana kuştinê neda wî. Dema hatî Stenbolê êşkenceya ji alê kurê Şah û hevalên wî ve lê hatî kirin, bi giriyê xwe ve vedigot. Ji bo ez wî bihedirînim min got: “ji dev poreporê berde! Tu xwe têxî evdalok, hesko te bivê dilê xelkê li te bişewite!” Min çîrokek kevin jê re vegot. Dema artêşên Dara tûşî artêşên Îskenderê Mezin dibin, şêwirmendên Yewnanî, balê dikişînin ser qelebalixiya artêşên Îraniyan. Îskender pozê xwe bilind dike û dibêje: “Zelamên min ji bo serkeftinê, yên Dara ji bo mirinê şer dikin!”

Cemaleddîn, ji bo bîne bîra xwe hewl dida.

-Hingê min ji Mîrza Riza re got: “Heke kurê şah zilmê li te dike, şûna ti xwe edem bikî, wî edem bike!” Ma wateya vê, wî bikuje ye? Tu bawer dikî ku ez peywirek halê bidim meczûbekî wek Mîrza Riza yê ku hezar kesî di mala min de dîtî?

Min xwest ku ez jidilbim:

-Ew kuştina tu  ji bo wê têyî tewanbarkirin, tu ne kiryarê wê yî. Lê gelo qet berpirsyariya te ya menewî nîne?

Axaftina min ya raste rast, ew hestgerm kiribû:

-Ez vê qebûl dikim û xwestina mirina şahî ya heroj jî. Min mirina Şah dixwest! Lê ez ê çi re xwe diparêz im? Jixwe ez hatime mehkum kirin.

Cem qaseyekî ve çû û kaxizek jê derêxist:

-Vê sibehê min wesiyeta xwe nivîsand.

Nivîsar da min. Nepêkanbû ku li ber xwendinê re kelecan min negirê. “Ji ber ku ez girtî me ez xemgîn im. Ji mirina nêzî min dibê, ez qet natirsim. Xemgîniya min bi tenê heşînbûyîna tovê min avêtiye, ez ê nebînime. Zilm, hêca gelên Rojhilat diperçiqînê. Bawerhişkî, dengê azadiyê difetisînê. Heke min tovê xwe şûna axa qesrê ya hîz, li nav axa gel ya xurt çandibûya; belko min berek qençtir hilberandibûya. Û tu, gelê Îranê yê hemî hêviyên min ji te, zen neke ku bi kuştina zelamekî tu yê bigihijî azadiya xwe. Tişta tu tine bikî, barê adetên sed salane!”

-Nusxeyekî bi xwe re bibe, wergerîne û bide Henrî Rochefort. Bi tenê rojanameya Intransîgeant bêgunehiya min dinivîsê. Yên din weke kujer li min dinihêrin. Her kes mirina min dixwaze. Bila aram bibin, ez bi nexweşiya pençeşêrê ketime. Pençeşêra erzenê!

Dema xwe bêçare didît, xwe bi tiqtiqa keneke nejidil dida hev û henek dikirin.

-Pençeşêr, pençeşêr, pençeşêr. Nûjdarên berê tevan, hemî nexweşî bi sekna stêran ve girêdidan.

Qederekî, hizirdar û xemgîn sekinî. Paşê bi keyfeke ne jidil domand:

-Ez naletê li vê pençeşêrê tînim, lê gelo yê ev pençeşêr min bikujê? Ew jî ne diyare. Şah îadeya min dixwazê. Lê ji ber ku ez vexendiyê Siltan im, min nadin. Lê naxwazê kesekî dijî serokdewletekî sûnçkirî jî bimînê bêceza. Ji Şah û silsileya wî nefret jî bikê, mezinên vê cîhanê li hemberê evdek weke Cemaladdîn de dibin yek. Ev jî hevgirtina pîşeyî ye. Çare? Yê Siltan li vir min bidê kuştin û şahê nû li ser text rûniştî jî yê aram bibê. Ji lew re îadeya min xwestî ye. Lê navê destê xwe bêxê nav xwîna min de. Yê kîjan ji wan min bikujê? Pençeşêr? Şah? Siltan? Belko ez ti carî vê nizanibim. Lê tu hevalê min yê ciwan, tu yê bizanibî!

Bi serde jî, wêrekiya xwe bi ken nîşan da.

Bi rastî min jî ti carî nezanî. Reformîstê Mezin yê Rojhilatê, ka di kîjan rewşê de mir bû razek. Piştî ez vegerayîm Annapolîsê, çend heyvek bihorîn û min xebera mirina wî sehkir. Di rojnameya Intrasîgeantê ya 12 ê Adara sala 1897 an de, “ji beriya sê rojan mirî ye.” hatibû nivîsandin. Lêbelê dema di dawîya havînê, nameya Şêrînê ya soz dayî hat, ez hingê pê hesam ku ka Cemaleddîn çawa mirî ye. Qet nebê baweriya havalbendên wî, ew bû: “Waye demek bû, herhal ji ber penceşêrê bû ku êşek ecêp ya didanan dikişand. Wê rojê êdî hew edare dike û xulamê xwe dişînê qesrê. Siltan didankerê xwe dişînê cem. Didanker tê, lê dinêre û dermanekî amade dike û bi derziyê li pidûya wî dide. Dibêje: “yê jana te bisekinî ne.” Lê piştî çend saniyeyan erzena Ustad diwerimê û haxta bifetisê. Xulam, pey didanker dikevê, lê zelam şûna vegerê, berê xwe didê faytona li benda xwe û dibeze. Piştî çend xulekan Seyîd Cemaleddîn jî dimirê. Êvarî zelamên siltan tên û cendekê wî dibin. Bi lez û bez dişûn û vedişêrin.” Vegotinên Şahbanûyê bi gotinên ji Xeyam wergerandîn diqediya: “Ew kesên ewqas zanyar, ew ên rêya zanyariyê nişanî me dikirin, ma di deryaya gumanan de nexeniqîn? Çîrokekî vedibêjin û paşê diçin radizin.”

Armanca sereke ya nivîsandina vê nameyê destnivîsbû. Lê Şêrînê hesko behsa tişteke sivik bikê, digot: “Bi rastî jî di nav tiştên kujerde hatine dîtin. Pirtûk niha di destê min deye. Dema hûn vegerin Îranê, we çiqas bivê hûn dikarin lê binêrin.”

Rayedar û rêvebirên dewleta Îranê, ji min ewqas gumanbarbin, ez ê çawa vegerim Îranê?

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply