Romana Semerqand – 13 (Amîn Me’lof)

Mitale, hilanîn û danîn, pîvan, nirxandin, biryar dayîn… Van rojan Emer nedikarî van tiştan bike. Dema ji dîwanê derket, ket nava zikakên sûkê yên teng û fetlonek. Çiqas gava paştir bû her kolan tarîtir dibû, qelebalixê hêdîtir hareket dikir, ştexalî û çêr dengek nivztir derdiketin. Firoşkar û dikandar hesko leyîstokvanên bi maskebin, dibûn weke reqasên xewger. Emer vî mil wî mil ve vedişeweşî û diçû. Yek car di meydanoka ronahî ya nava  rastahiya darîstanê re derket. Tîrojên rojê çavên wî dikuskusandin. Xwe rast kir û bêhnek kûr kişand. Ev çi pê dihat? Hesko biheştek bi dojehê ve girêdayî pêşkêşê wî kiribin. Yê çawa bigota erê, çawa bigota na? Yê bi çi rûyî derketa huzûra wezîrê mezin, bi çi rûyî bajar biterikanda?

Li alê rastê, deriyeke vekirî yê meyxaneyekî dît. Derî dehf da, çend derînçkên bi toz re daket hundur û gihat dereke banê wê nivz û nîvtarî. Zemîn axeke bihêwî bû, cihê rûniştinê hebû, tinebû ne diyar bû. Mase jî qirêjbûn. Meya Qomê xwest. Di şerbikeke guzûratî de anîn, danîn ber. Demeke dirêj, çav girtî mey bêhn kir û hilkişand nava xwe.

 

Borîn rojên xweş yên ciwaniya min

Ji bo bîrkirinê vedixwum şerabê

Tehl û gemor e ava şerabê?

Xweşiya, bê tehlî nabê

Ev tehliye, tama emrê min

 

Tavilê tiştek hat bîrê. gelo diviya herê binê meyxaneyekî heta ev were bîra wî?! Dêmekî li vê derê, li ser vî maseyê gemar, piştî sê çar qedehan yê bihata bîra wî. Bi lezgînî hesabê wê û bexşîşek baş da û derket. Bûbû şev, her kes belav bûbû. Kolana xanê ya sûkê bi dergeheke giran dihate parastin. Ji bo here karwansarayê, li dorê fitilî.

Hêdî û bê deng ket hudurê mezelê. Hesen ji zû ve raza bû. Emer, ew rûyê cidî û bi qehir demeke dirêj şopand. Di serê wî de, bi hezaran pirs çêbûn. Neket nava zehmetê bersiva wan pirsan û hemû wê de dehf dan. Biryara xwe dabû. Ti kesî nikariya wê biryarê biguherîne.

Çîrokek heye ku ji pirtûkan re bûye mijar. Behsa sê hevalan dike. Dibêjin: serê sedsala hezarande, sê zelamên Îranî hene ku bandor li serdemê kirin e: Yê cîhan şopandî Emer Xeyam, yê fermanrewatî li cîhanê kirî Nîzamulmulk û yê cîhan hejandî Hesen Sabah.

Dibêjin, hersêkan jî li Nîşabûrê xwendî ye. Lê ev ne rast e! Nîzam, sih salan ji Emer mezintir bû, Hesen jî ne li Nîşabûrê, li bajarê ji dayîkbûyî Qomê û li Reyê xwendibû.

Gelo vê rastiyê, di pirtûka Xeyam ya destnivîs de cih girtibû? Tê gotin ku ev her sê zelam, cara ewul li Isfexanê,  di dîwana wezîrê mezin de, gihabûn hev. Li qedera xwedê binêrin ku ev hevdîtin bi keda Emer pêkhatibû.

Nîzam xwe dabû jûra xwe ya kiçik. Dema li ber deriyê nîvgirtî re rûyê Emer dît, fêhmkir ku bersiva wî neyînî ye.

—Nexwe planên min te eleqedar nakin.

Xeyam, awayek li ber xwe ketî lê ji xwe bawer bersiv da:

—Hêvîdarim ramanên te yên bilind pêk werin. Lê keda ez bidim, bi riya te gotî nabe. Navbera razê û yê razê kifş dike de ez! Ez alîgirê razê me. Dema saloxdêrek ji bo neqilkirina axaftinekî were ba min, gotina ewul ez ji saloxdêr re bêjim yê ev be: “Wê ji xwe re bihêle, hiş be, neştexile. Tiştên tu vebêjî, ne ji te re lazimin û ne ji min re. Carek din jî newe mala min.”  Ez bi mirov û bûyeran re, bi şêweyek din eleqedar dibim.

—Ez ji biryara te re rêzê digirim. Pêdiviya dewletê bi mirovên tenê bi zanîstê re mijûl dibin jî heye. Ew soza min dayî te, li cihê xwe ye. Xanî jî, zêr jî, nêrîngeh jî ya te ye. Tişta ez ji dilê xwe bidim, ti carî venagerînim. Min dixwest, ez te jî bêxim hevparê kirinên xwe. Lê disa jî, ez ê xwe li vê nivîsandina dirokzanan aş bikim: “Emer Xeyam û Nîzamulmulk heman serdemê de jiyan. Kesên ji daxwazên wezîrê mezin re bêjin ‘na’ kêm bûn. Emer jî kesek ji wan bû. Lê hem daxwaza wezîrê mezin cih nanî, hem jî ji çavê wî jî derneket.”

—Gelo rojekî ez ê bikarim, hemberê vê mezinahiya te deynê xwe bidim? Ez nizanim.

Emer bê deng bû. Bêhnekî vesekinî û got:

—Belko, ez vê kêmasiyê bi danaskirina keseke min nû naskirî, ji holê rakim. Keseke pir jîr, pir zana, pir kêrhatî. Tu dibêjî qey ji bo peywira sahib-i xeber hatiye amade kirin. Ji min re got: Ez ji bo karekî ji Reyê hatiyeme Isfexanê.

Nîzam ji xwe re got:

—Yek azwer, yek bihêrs. Ev jî qedera min e!

Ji Emer re domand:

—Tu kesekî bi ewle dibînî, ne azwer derdikeve û ji hêza şiyanê ditirse. Dema yek ji peywirekî re amade be jî, lezgîniya kesên wisa, min titirsîne.

Nîzam çawa kerixîbe:

—Başe, ev zelam kî ye?

—Hasan bîn Alî Sabah. Lê ez hişyariyekî bikim: Li bajarê Qomê ji dayîkbû ye.

—Anko Melayek Şiî ye? Ne xeme. Ez dijberê hemû rapiriyabim jî… Nava alîkarên min yên herî baş de hinek ji wan, ji mezhebê Elî ne. Nava leşkerên min yê herî baş de hinek Ermen in. Veznedarê min jî Cihû ne. Ez hem li wan ewle me, hem jî wan hêmî(diparêzim) dikim. Ez bi tenê ji Îsmaîliyan ditirsim. Înşalah hevalê te ne Îsmailî ye?

—Nizanim. Hesen rex min hat heta vê derê. Li derve ye. Destûra te hebe ezê gazî wî bikim, tu bi xwe dikarî jê bipirsî.

Emer, demeke kurt ji ber çavan winda bû, paşê bi hevalê xwe re vegera. Welê dixweya ku qet kelecanê Hesen negirtibû. Lê welê jî Xeyam, di bin riha wî de recifandina erzena wî dit.

Ez Hesen Sabah taqdîm dikim. Nava şaşikek ev qas mezin de, ew qas zanyarî ti kesî nedîti ye.

Nîzam beşişî:

—Nexwe zanyaran ez dorpêç kirim e. Dibêjin, fermanrewanê bi zanyara re radibe û rûdine, fermanrewanê herî baş e. Ne welê ne?

Bersiva vê jî Hesen da:

—Dîsa dibêjin: Zanyarên bi fermanrewanan re radibin û rûdinin, zanyarên herî nebaş in.

Tiq tiqek mezin hat sehkirin. Ev kenê kurt lê ji dil, ew ji bo demeke kurt nîzingê hev kirin. Lê Nîzam, awirên xwe tûj kiribûn û cîdî bûbû. Dixwest ku gotinên beredayî ji holê rake û ka çi ji Hesen dixwaze, zû jê re bêje. Hêca ji dîtina ewul ve, xwîna wan kelijîbû hev. Ti karê Emer nemabû û hêdîka bê deng, ji nav dest û piyan derket.

Bi vî awayî, Hesen Sabah, bû alîkareke wezîrê mezin yê jêneger. Demeke kurt de, di nava Împaratorîya Selçûqî de, ji sêrî heta binî şebekeyeka muxbîran ya ji bezîrganên sexte, ji derwêşên sexte, ji haciyên sexte pêkhatî, avakir. Di her qesrê, her sûkê û her malê de guheke wî hebû. Komplo, fesadî û gotegot dihatin rapor kirin. Derdixistin holê û leyîstok xeradikirin.

Di rojên ewul de Nîzam, zehf keyfxweş bû. Hevsarê vê şebekeya xopanker destê wî de bû. Ji Melîkşahê heta wê rojê dijberî vî karî bû re, encamên pê xwe nav bide pêşkêş dikirin. Bi rastî Melîkşah, ne aram bû. Ma babê wî Alparslan, şîreta siyasetek welê rê ve nebe lê nekiribû? “Tu li her derî muxbîran cih bikî, Kesên ji te re sadiq dostên te yên rast, ji vê gumanbar nabin. Lê neyarên te, yê her demî amadebin û tedbîrên xwe bistînin. Di demê de yê bandorê li muxbîrên te bikin. Yê welê çêbe, yê rojek were raporên dijî dostên te û alîgirên neyarê te bigihijin destê te. Baş û nebaş, gotin weke tîrekî ne. Tu çend tîran bi hev re bavêjî, mîsoger yê yek jê li hedefê bikeve. Dawiyê, tu yê dilê xwe ji dostên xwe re bigirî û ji neyarên xwe re vekî. Kesên werin li rex te pal bidin, yê neyarê te bin. Wê demê, ji hêza te pêştir çi tişta te dimîne?”

Lêbelê gumanên Melîkşah yên derheqê feyda muxbîranda, bi girtina jinikeke di harema wî de, ji bo jehrdayîna wî hatî, ji holê rabûn. Hesen Sabah, bû zelamê Melîkşah û nedihişt ji rex tenişta wî rabe. Ev nîzingahiya navbera sultan û Hesen de qet xweşê Nîzam nediçû. Herdu jî ciwan bûn. Di şahiya roja înê dihat li darxistin de, herdu xortan dev ji wezîr berdidan û keyf dikirin.

Beşa yekem ya van şahiyan, awayeke fermî pêkdihat. Nizam, li rex Melîkşah li milê rastê rûdinişt. Kesên xwendin û nivîsandina wan hebe, zanyar li dora wan dibûn rêz û pesnê şûrên Hindê an jî Yemenê didan. Her mijarî de, heta bigihije nivîsên Arîsto jî nîqaş dikirin. van mijaran bêhnekî bala sultan dikişand, paşê awirên wî belav dibûn. Hingê wezîr dizaniya wextê çûnê ye. Radibûn û yên din jî ew dişopandin. Şûna wan sazbend, reqas, lîstikvanan digirt. Şerbikên meyê tijî dibûn, dema sifreya vexwarinê jî gorî keyfa haqan dirêj dibû an jî kurt dibirîn. Nikariya dev ji wezîrê xwe yê bi hêz berde û wî jî ewda xwe li keyfê vedikir. Ji bo texmînkirina dema roja wî were, yê çawa li “bavê xwe” bixê, çawa li çepikan dixist, mo li destên wî yên bi kelecana zarokekî binêrîya bes bû.

Hesen, ji bo sultan ji wezîr nefret bike, çi dihat milê wî dikir. Nîzam kijan mijaran de bê emsal bû? Bi zananiya xwe? Bi jîrektiya xwe? Bi kêrhatbûna parastina xwedê û împaratoriyê? Hesen di demeke kurd de, kêrhatineke weke wê pêşkêş dikir. Mesele dilsoziya wezîr bû? Ji wê hêsantir tinebû ku xwe dilsoz nîşan bide. Dilsozî ti caran, hinge ya di devên virker de rast çênabe.

Hesen, kinojiya Melîkşah ya bi nav û deng jî baş dizaniya bixê tevgerê. Bê navber behsa xerckirinên wezîr dikir. Cilên nû kirîn, alavên mirovên wezîr standîn vedigotin. Nîzam, hez ji desthilatî û şatafatê dikir. Ev rastiyek bû. Lê Hesen bi tenê hez ji desthilatiyê dikir. Xwe weke yekî ji nî’metên dinyayê dayî alî dida nişandan û vê rê de gelek kêrhatî bû. Heta hat milê wî, serê Melîkşah dagirt. Dema serê wî tijî kir, biryara teqandinê da. Buyer, rojeke şemiyê li mezela text qewimî. Sultan, bernivro re bi serêşekî hişyar bûbû. Zehf acizbû. Pê hesiyabû ku wezîrê wî ji parêzkarên xwe yên ji Ermenan pêkdihatîn re şêst hezar zêr belav kirin e. Zehf enirîbû. Ne hewceyî gotinêye, agahî ji aliyê Hesen û şebeka wî ve gihatibû yê. Nîzam, bisebir ji bo pêşî li raperînê were girtin pêwîstiya têrkirina yekîneyan û heke raperîneke zehf piçûk jî pêk were, pêdiviya xerckirina deh qatî zêdetir vedigot. Lê Melîkşah, ew bi tûrikan rijandina zêran tewanbar dikir û digot: “Soxînê yê welê çêbê êdî em nikaribin mehaneyan bidin. Esil yê hingê serhildan pêk were. Hukumeteke baş, ma ne lazime zêran ji rojên pêwîst re veşêre?”

Dozdeh kurên Nîzam hebûn. Yek ji wan fikirî ku wextê axaftinê ye û got:

—Di rojên Islamê yên ewul de, dema Xelîfe Emer bi rijandina zêrên ji fetihan hatîn destxistin hat tewanbarkirin, halê got: “Ev zêr, ji me re ne dayîna xwedê ne? Heke hûn bawer nekin ku yê xwedê zêdetir bide, ti tiştî xerc nekin. Ez bi merdiya xwedê bawerim. Ew zêrên ez bikaribim ji bo qenciya misilmanan xerc bikim, yekî jî di kaseya xwe de nahêlim.”

Qet niyetek ya Melîkşah ya wisa tinebû. Ramaneke Hesen êxistî serê wî de, zîl dabû û ji zû ve nava wî dikirkirand. Fermana xwe da:

—Ez hesabê çiqas çerxiyeke dikeve xezîneya min de û çiqas axçeyê jê tê xerckirin dixwazim. Yê encam kengê kifş bibe?

Nîzam, serhev de çûbû. Got:

—Ez dikarim vî hesabî bidim, lê jê re dem lazim e.

—Yê kengê amade bibe, Xoce?

Gotina sultan ya “Xoce” lê ne “Ata” bal kişandibû. Gerçî bangkirineke bi rêzdar bû lê, dibiya ku işareteke ji çavderketinêbe jî. Nîzam şaş bûbû û dikir ku vebêje:

—Divê ji her eyaletekî re muhasîbek bê şandin û hesabên dûvdirêj bên kirin. Bi qeweta xwedê, em xwediyê îparatoriyeke mezin in. Encama xebateke halê ji du salan zûtir zehf zehmet e.

Hesen, bi awayeke bi rêzdarî nîzing bû û got:

—Ez benî, heke ji min re derfet bê dayîn û ewraqên dîwanê hemû teslîmê min bên kirin, ez ê vî karî çil rojan de biqedînîm.

Nîzam karkir ku bersiv bide lê sultan rabûbû ser piyan û bi gavên mezin berê xwe da dêrî û got:

—Başe. Yê Hesen bikeve hundurê dîwanê. nivîsgeha dîwanê yê bin fermana wî de be. Bê destûra wî, ti kes nakeve nava dîwanê. Piştî çil rojan yê ev kar biqede.

 

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply