Romana Gula Almastê ”Xeleka Xeyalên Bê Ezman”

Li gor min kurdiya baş, paqij û herî rast jinên kurd dipeyivin. Jinên kurd ên ku bi tirkî yan jî bi erebî û farisî nizanin hîn baştir kurdî diaxifin. Jinên kurd ên nivîskar, romannivîser jî berhemên xwe de kurdîyeke baş û zelal bi kar tînin, dinivîsin. Romannivîsera jin Gula Almastê yek ji wan jinên kurd e ku romana xwe bi kurdiyeke baş û xweş nivîsiye.

Gula Almastê bi peyv û biwêjên resen ên xwerû bi kurdî berhema xwe xemilandiye. Wê bi awayên şêweya hunera edebî a postmodernîzmê romana xwe raveyê xwendevanên kurd kiriye. Pênûsa wê bi hest û ruheke wêjeyî a postmodernîst dagirtiye.

Xeleke xeyalên wê bê ezman in, lê xeyalên asoyên gelek berfereh in. Xeyalên bê ezman, ango xeyalên bêsînor in.  Hermann Hesse dibêje :  “Ma divê em xewn û xeyalan bifikirin?” Josephs pirsî. “Ma em dikarin wana şîrove bikin?” Hosta li çavên wî nihêrî û got: “Divê em ji her tiştî bifikirin ji ber ku em dikarin her tiştî şîrove bikin. “

Binêrin / Hermann Hesse – The Glass Bead Game / Lîstika Bîra Glassûşe

Di romana Gula Almastê de jî bi berferehî xewn û xeyal û herweha raman û şîroveya gelek tiştan heye û têne şîrove kirin. Piranî jî tiştên rojane û pirsgirêkên malbatî ne.

Di du rûpelên serî yên romanê de du gotinên giranbiha, du hevokên balkêş hene. Yek jê, dibêje: “Ji bo dayikên heta dawiya emrê xwe guhên wan li derî û çavên wan li rê.” Di hevoka din de jî dibêje; “Roja ez mirim, dema paçik li serê min girêdan, di guhên min de gazî kirin û gotin, te derdê felekê ji bîr kir, ez ê dîsa bibêjim na! ” Ev herdu hevokên balkêş bala mirov dikşîne, mirov dide fikrandin, ango xwendevan dirame û dest bi xwendina romanê dike.

Navê lehenga romanê Xezal e. Binêrin çi navekî xweşik e. Di kurdî de gelek navên xweşik hene ku qet di zimanên din de tunin.  Navên tirkan bi piranî navên erebî û farisî ne. Navên esiltirkî jî nav û paşnavên ecêb in. Wek mînak li van çend nav û paşnavên tirkan binêrin; Satilmiş DÖNEKOGLU,  Şehriye PİLAV , Senbilin NEYAPTIN , Korkut KORKMAZ, Göksenin EKIYORUM , Öznur PALAVRACI û hwd. Li Anatoliyê, Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ji 80 bajaran yek bajarek wan ava kiriye ew jî navî ”Yozgat” danîne. 79 bajarên din akadiyan, hîtîtiyan, hurî/mîtaniyan/kurdan, ruman, lazan û pontusan  ava kirine. Navên kurdî, bi taybetî jî navên keçên kurd kubar in, narîn in, bedew in, spehî ne.

Di romana Gula Almastê de bav heye, bav metafor e. Metafor ji bo îfadekirina rewşek, pirsgirêk, doz bi awayekî din tê bikaranîn. Ew metafor in ku ji bo ravekirin an berhevkirina tiştekî bi ya din re têne bikar anîn. Bi saya hunera metaforê jîndarbûn, kûrbûn û wateyek xurt dide peyamên ku di romanê de bi cih bûne. Bav hem bav e û hem di nav malbatê de dîktator e, zilimkar e û heyranê dîktatorê birêvebirê dewletê ye. Keç ji bavê xwe gelek ditirse. Keçên kurd ji bavên xwe ewqas natirsin. Bavên kurd ji keçên xwe gelek hez dikin. Lê diyare her malbat cuda ye. Kurd neteweyek in û di nav kurdan de bavên baş û yên xirab hene. Bavên nebaş keçên xwe didine tirsandin, heta hinek ehmeq jî li ser navê namûsê keçên xwe dikujin yan jî didine kuştin.

Herweha di romanê de taya evînê heye. Evîn ango dildarî bi hest û rih ve, bi giyanê xwe ve girêdayîbûne. Evîndar koleyên evîna xwe ne. Evîndarên koleyên evînê, koleyên dildariyê dibine dilgirtiyên hestên xwe ku vebêj vê rewşê bi devê diya Xezalê tîne zimên.

Navê xweşka Xezalê jî Xelat e. Navên xweşkên wê yên din jî navên baş ên kurdî ne. Romannivîser van navên xweşik li leheng û fîgurên di romanê de ne danîye. Ji xwe heft xweşk in û diya wan a reben sale yan jî salûnîv du salan careke welidiye û heft keç aniye. Kur tunin û mêr jî kur dixwaze. Jinika bêmirad bi hesreta ku kurekî/lawekî bîne welidiye û naliyaye.

Hunandina romanê, hevûdu girêdana beşan, rave kirin, tevlihev e. Pevgirêdaneke bi hunerî tune. Di hinek ciyan de kê bi kî re diaxife nediyar e. Diyalog, diyalogên rû bi rû, axaftinên kesan bi hevûdu re pir tunin lê diyalogên hundirî pir in. Vebêj kî ye, kî nin? Vebêj têne guhertin, ji ber xwe ve diaxifin, ji kî re diaxifin? Carna axaftinî pir dirêj e. Hinek axaftin rûpel û nîv in. Ev axaftin bi kê re ye? Ji kê re ye? Ewqas gotin ji kê re tê gotin? Ji bilî axaftinên bêsedem, mijareke berbiçav, bûyereke balkêş, çîrokek girîng, tişteke jiyana rojane nayê rave kirin. Weke ku jineka leqleqo hema çi bê devî bibêje, bipeyve, biaxife, paşgotinî bike. Digel vebêjiya nivîskar a esasî, pirê caran Xezal jî dibe vebêj, ew xwe bi xwe di hişê xwe de ango di binheşê xwe de bi xwe re diaxife.

Romana Gula Almastê a bi navê “Xeleka Xeyalên Bê Ezman” di nav weşanên “Na” de, di sala 2021 de li Îzmîrê hatiye çapkirin û weşandin. Roman 254 rûpel e. Ev romana nivîskara kurd a yekem e.

Bergên weşanên “Na” nebaş in, amatorî ne. Edîtorê pirtûkê Nûdem Xezex e û ew ji Botan e. Hinek taybetmendiyên wî ên xweser hene. Ew dixwaze daçeka “Ku” ji kurdiya nivîskî rake. Bi min ziman bê daçeka ku nabe, seqet dibe. Edîtorê pirtûkê hinek peyvên ku kurdên Serhedê bi kar naynin, kurdên herêma botan bi kar tînin xistiye nav romanê. (Dibe ku ew nexe, nivîskar bi xwe têxe nav, lê ev peyvana peyvên Serhediyan nîn in, yên ku di herêma botan de têne bikaranîn in.) Digel vê jî diyare edîtor di hinek waran de midaxeleyê romanê kiriye û ji bo ku ew ji daçeka “Ku” yê hez nake yan jî bikaranîna vê peyvê şaş dibîne, ji hevokan rakiriye. Di nav hevokê de cihê ku divê “Ku” hebana, tune, hatiye rakirin.

Di derbarê jînegeriya nivîskar de jî agahdarî tune. Ev pirtûka wê a yekem e û ji xwe piraniya xwendevanên kurd wê nas nake. Lewre jî divê kurtejiyana nivîskar hebana. Gula Almastê kê ye? Ji kur e? Ji bilî vê romana xwe, tiştek din nivîsiye, helbest, çîrok, şano nivîsiye, di kovaran de gotar nivîsiye? Divê derbarê wê de agahdarî hebana. Ev hêj pirtûka wê a yekem e û kompleksa xwemezinbûnê, pozbilindiyê wê girtiye. Li ser berga pirtûkê navê wê mezin û navê romanê biçûk hatiye nivîsîn. Ev jî komplekseke ku di nav hinek nivîskarên kurd de heye.

Helbet dema ez kêmaniyan dibêjim nayê wê maneyê ku ev romaneke serketî nîn e. Digel ku romana Gula Almastê a yekem e jî, gelek hêlên wê yên serketî hene. Di serî de zimanê wê serketiye. Belê, roman di hêla ziman û bikaranîna peyvên kurdî de serketiye. Netenê ev roman, romanên nivîskarên kurd ên jin yên din jî di vê mijarê de serketî ne. Loma jî bi min divê nivîskarên kurd ên mêr û hemû xwendevanên kurd romanên nivîskarên jin ên kurd bixwînin.

Herweha di romanê de nakokiya di nav malbatê de, mijara heft keç û tunebûna kurekî baş kal kiriye. Di pirsgirêka xwesteka kur di nav civatê de, derûniya bav û xwestina wî ji bo kurekî, baş hatiye rave kirin.

Nivîskara romanê Gula Almastê di afirandina romana xwe de metodek, rêbazek ne ji rêzê û ne adetî bi kar aniye. Wê metodeke teknîka nû a nivîsînê bi kar aniye. Teknîka nivîsîn û metoda rave kirina romanê weke ya romanên klasîk û nûjen nîn e, weke ya postmodernîstan e. Lê, mijara ku bahs dike weke mijareke xeyalî nîn e, rasteqînî ye, sosyal/civakî ye, rastiya/realîzma dîmeneke civakê ye. Heger li gor berçavikên ekolên edebî mirov li romanê binêre, roman hem romaneke realîzma civakî ye ji hêla naveroka xwe ve û hem jî romaneke postmodernîst e ji hêla teknîka metoda nivîsînê ve.

Ez gotara xwe ya kurteşîroveyê bi hevokek di romanê de û bi hevokek nirxandina weşanxaneyê a ji bo danasînê dawî tînim.

“Dengê pê re diaxivî, bi qijeqij bû, wek kemaneke bêakord bi rexneyan ser û guh lê dirûçikand. Dixeniqî… Gavbigav di hinavê xwe de dikizkizî. Paşê ew kizîn li gewrîyê asê dibû, du qirçîna ewr û ezmanê hestiyar, wê barana di kortikan de digewimî bi xwişînî pêşî lê berdida. Hêsirên wê, ew dilopên kirîstal, biriqandin li xwe wenda kiribûn. Dişibîyan çilkên ji cihokan bipekin. ”  

Yanî çi? Xwendevano, we ji van gotinan çi fêm kir. Min jê fêm nekir bê ji bo çi, ji kê re û çima weha dibêje. Lêbelê, li gorê ku weşanxane dibêje;

“Nivîskar, dilê xwe berdaye navenda hişê xwe û hişê xwe tev li hev kom kirîye, berdaye dilê xwe, wisa her duyan bi hev re, linavhevdayî bi hev re diherikîne. Loma, peyv, nola çilkên cihokan dipekin, dikevine ser kaxezê, loma ne bi zimanekî hişk, ne bi zimanekî nerm û ne jî bi zimanekî maskûlen çîrokê vedibeje. “

De bila weha be. Wek ku weşanxaneyê gotiye be. Dîsa di danasîna weşanxaneyê de tê gotin ku:

“Nivîskar vegotina çîrokeke bi kronolojîyekê, bi teşeyekê ve grêdayî ji xwe re nekirîye xem sereleheng, bûyer, dem û dewran neafirandîye, eynikeke neşkestî danîye pêşberî civaka xwe û bi realîzmeke realist çîroka “keçikeke dê û bavekî bê kur” bi dêwilan ji bîrê kişandiye û berdaye cohikên xwe berdide çemê nivîsbêjîya kurdî. “

Ev jî gelek baş e. Bi berhemên edebî çemê nivîsbêjiya kurdî geş dibe, wek lehiya naserê radibe, geş dibe, diherike.

Û hevoka dawî a weşanxanê de weke ku min jî gotibû, dibêje:

“Roman, her çi qasî gelek teybetmendîyan bihewîne jî li ser wan teybetmendîyan gêre nake. Hêmayên klasîzmê, yên modern û heta yên postmodern bi kar tîne. Ji bikaranîna biwêjan heya gotinên pêşîyan, termînolojîya gund û bajêr bi hev re distire û nanê romanê li tenûreke dadayî, wî hevîrê bi haveyn tirş dike, dipêje. Belkî çîrok xwendeyan zû nekêşe nava xwe lêbelê çirok xwe bi hesanî berdide hiş û dilê xwendeyan.”

Belê, romaneke bi realîzmeke realist û bi metodeke postmodernîst hatiye afirandin. Û bi kurdiyeke baş û zelal bi hêsanî berdide hiş û dilê xwendevanan.

Bi hêviya ku romannivîsera jin Gula Almastê romannivîseriya xwe bidomîne û hêj gelek berhemên din biafrîne û bi romanên xwe romanên kurdî dewlemend bike.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply