Romana Dema Selhadînê Eyûbî û Êrişên Xacperestan

Fatîh Aydîn, di eniya wêjeya kurdî de navekî nû ye. Wî bi şêweyek, stîlek nû, bi honakek hunerî berhemek edebî/wêjeyî afirandiye û herweha di nav eniya wêjeya kurdî de cihê xwe girtiye. Wî bi navê ”Sefernameya Hezar û Yek Fersengî” romanek nivîsiye. Roman di nav weşanên ”Lîs”ê de li Amedê derketiye. 174 rûpel e. Edîtorê romanê Lokman Ayebe û derhênerî dîtbarî Şener Ozmen e. Lokman û Şener, herdu jî romannivîser in.

Beriya ku ez dest bi şîroveya romanê bikim, peyva ”fersengî” bala min kişand . Ez fikirîm, ramiyam, dibe ku gelek xwendevan nizanibin ”fersengî” çiye? Tê çi maneyî? ”Sefernameya Hezar û Yek Fersengî” yanî çi?

Peyva fersengî ji mirov re wek peyva firset, ku tirk jî wek firset bi kar tînin tê, lê ev herdu peyv firset û fersengî heman tişt nîn in. Ferseng, fersengî bi maneya dûrahiyê ye, ango pîvana dûrahiyê ye. Di Pehlewî de wek ”freseng” û di kurdîya  qedîm de wek peyva ferseng hatiye bikaranîn. Di wêjeya kurdî a klasîk de jî ev peyv hatiye bikaranîn. Westayê helbesta kurdî a klasîk Melayê Cizîrî di helbestek xwe de weha dibêje :

”Wek Melayî bi hezar reng û aheng

Bi fîxan bêt û ji ber sed ferseng

Çi xeber dim ji dilê te y`wekî seng

Dikujî aşiqê miskîn bi tefeng”

Vebêjê romanê Ferat Elcezerî ye. Di sedsalan 12an de li bajarê Cizîrê ji dayik bûye. Bavê wî ew fêrê xwendin û nivîsînê dike. Kalê wî jî jê re çîrok û serpêhatiyan qal dike.

Roman bi devê vebêj Ferat Elcezerî û bi forma ”Ez” hatiye rave kirin. Forma ”Ez” çiye? Dixwazim derbarê vê mijarê de çend gotin bibêjim. Pêşî ez vê bibêjim; Nivîskarekî dema bi forma ”Ez” helbest, çîrok yan roman binivîse, divê neyê fêmkirin ku ew ”Ez” nivîskar bi xwe ye. Hinek nivîskarên mêr bi forma ”Ez” lê bi devê jinek çîrok dinivîsin, hinek jin bi devê mêrekî çîrok yan roman dinivîsin, di wir de ”Ez” nivîskar bi xwe nîn e.

Girîngîya forma “Ez” ji alî edebiyatê û teknîka nivîsîna edebî ve heye. Di vê formê de çîrok ji devê yê ku ew bi xwe lehengê çîrokê ye, tê qalkirin. Bi çavên wî li tiştan tê nêrîn. Bûyerên ku diqewimin, tiştên ku pêk tên, hemû bi devê yê ku beşdarê wan tiştan dibe, tê qalkirin. Di forma “Ez” de ji bo ku hem ew kesê ku qal dike û hem jî kesê ku di nav çîrokê yan romanê de ye, eynê kes in, lewra herikandineke zindî derdikeve holê.

Dema de berhemeke edebî de mirov vê hevokê bixwîne “Ez havînê li başûrê Kurdistanê bûm. Min gelek bûyerên ecêb dît, ez di nav jîyana xwe ya rojane de gelek tişt jîyam û bûm şahîdê gelek tiştan.” Û di berhemê de bi forma “Ez” ev tişt dema hate qalkirin, yê ku wan tiştan dibîne û bi aktîf di nav bûyeran de cih digre, ew bi xwe bi forma “Ez” behsa wan tiştan dike.

Li vir, ew “Ez” nivîskar bi xwe nîn e. Nivîskar belkî qet neçûye Kurdistana başur jî. Lêbelê, ew bi devê leheng û bi forma “Ez” berhema xwe diafrîne.

Vebêj F. Elcezerî xwendevanan di nav baxçe û gulîstanên ziman û çandên curbecur de digerîne. Di nav baxçe û gulîstana ziman û çanda pirreng de çanda arebî, farisî, tirkî, frenkî û kurdî hene. Ew weha dibêje : ”Ew baxçeyên wan zimanan , ber û mêwe jî, qise û çîrok in ku di wan zar û zimanan de hatine gotin, hatine nivîsîn û heta roja me mane. Min li wan xeberan, li wan hedîseyan, li wan zar û zimanan guhdarî kir, ew xwendin û qise û pendên wan berhev kirin.…Mina ku min wekî wezîfeyekê li ser girmilkên xwe ferz didît. Ên hêjayî hiştina ji yên dû mer e, da ku mîna min, jê bitehmijin û jê dersan bigirin, min ew nivîsîn. Min kitêbên ji wan zimanan dikirin nava destên xwe, didan bin çengê xwe, mîna ku mirov tûr dixe destê xwe û dikeve nava baxçeyan, min jî berê xwe dida bin siya darê li berwarê çiyayê Cudîyê.” Binêrin rûpel 20. Û di bin siya daran de dixwend. Ferat Elcezerî fermana Xwedê/a; ”bixwîne, guh bidinê, şîretan jê bigirin” ji xwe re dike prensîpên jiyanê.

Roman ji hêla ravekirina taswîran ve gelek xurt e. Taswîra xwezayê, av û çem, herêm û bajar, qirnê sedsala duwanzan û hwd, ve taswîrên balkêş in. Di romanê de taswîra ava heyatê, çemê Dîjle, bajarê Cizîrê bi zimanekî edebî, hunerî hatiye pêşkêş kirin.

Di romanê de taswîrên îlmî zanîstî ên derbarê stêrknasî, cebîrzanîn, matematîk, geometrî û gelek tiştên din de agahdariyên zanîst tê rave kirin. Behsa Omer Xeyam ku di dema xwe de ew jî stêrknasekî û herweha helbestvanekî navdar bû tê kirin. Lêbelê behsa helbest û çarînên Xeyam nayê kirin. O. Xeyam westayê afirandina çarînan e û çarînên wî li tevahiya Cîhanê hêj jî tê xwendin.

Bi devê vebêj qalkirina stêrkan, girtin û tarîbûna hîv û rojê, derbarê esman û cisîm, feza û gerdûnê de rave kirinên dirêj hene ku romanê hem werimandine û hem fetisandine. Ji xwe taswîra hemû tiştan bi devê vebêj tê qal kirin. Di romanê de kes, kesayetî, tîp, fîgur, karekter û leheng kêm in, hindik in. Roman weke ku stêrnasekî, medyomek ji mirov re behsa tiştên îlmî/zanîstî dike ye.

Di nav romanên kurdî de bi vî şêweyî, bi vî naverokî û bi vî şiklî hunandin û rave kirina romanê nû ye. Ez dikarim bibêjim ku ev romana yekem e ku bi kurdî hatiye afirandin. Ev cure roman di tirkî de jî ewqas tunin. Bi qasê ku ez zanim, tenê nivîskarekî tirk ku navî wî Îhsan Anar e, bi vî şêweyî du, sê roman nivîsiye. Birêz Fatîh Aydîn bi nivîsîna vê romana xwe di hêla honak, naverok û hunandina berhemên wêjeyî de romana kurdî dewlemend kiriye., pirrengîn kiriye. Ev jî hêjayiyeke ji bo pêşveçûna cure cure romanên kurdî.

Di romanê de behsa xela û vebaya ku di sala 1180yî de pêk hatibû tê kirin. Dema min ew xwend du tişt hatin bîra min. Yek jê; bapîra min a rahmetî tim ji min re behsa birçîbûn û xela ku di sala 1937an de pêk hatibû dikir. Wê digot : ”Ew dem Mistê kor û Îsmetê kerr li ser hikum bûn, desthilatdarî di destê wan de bû. Xela rabû, xwarin, nan tunebû, genim qetah bû. Xelk/gel li pariyek nan digeriya.” Mesela vebayê jî, vebaya dema niha veba koronayê/kovîd19 anî bîra min. Tiştên ku vebêj bahs dike, mirov dibêje qey waye behsa dema koronayê dike. Lê, divê bê zanîn ku ev roman 4 sal beriya koronayê hatiye weşandinê. Ji xwe serketina hunera romanan ev e ku; behsa tiştên ku bûye û dikare bibe tê kirin.

Romannivîser Fatîh Aydîn bi devê vebêj Ferat Elcezerî wek vaqanûsekî behsa dema sedsala duwanzan a êrişa xaçperestan, behsa dema Siltan Selhadînê Eyûbî dike. Wek tê zanîn Selhadînê Eyûbî li dijê xaçperestan şer kir, bajarê Qudusê û gelek kele û deverên di bin dagirkeriya frenkan û îngilîzan de bû rizgar kir, Îslamê xelas kir, lêbelê çi heyf ku paşê dewletên îslamî bûn belayî serê kurdan û îngîlîzan jî ji areban re 20 dewlet û ji tirkan re komara Tirkiyê damezrandin lê nehêştin ku kurd bibin dewlet.

Di wê sedsala yazdeh û duwanzdan de netewe, neteweperestî tunebû. Ew dem dema civakên koledarî û feodalî bû, dema desthilatdariya mîr, kral, padîşah, împarator û xelîfeyên îslamî bû. Dema nakokî û şerên di navbera ola îslamê û ola xirîstiyanan de bû. Selhadînê Eyûbî misilmanekî kurd î bawermend bû û li dijê êrişa ola Îsewî ango li dijê xirîstiyanan, Îslamê parast û bi serket. Wê demê neteweperestî tunebû, xirîstiyanî û Îslamîyetî hebû. Dewletên ku heta dema kapîtalîzmê hatine damezrandin, dewletên koledar û feodal bû û bi navê kesan dihat binav kirin. Herwekî Selçûkî, Osmanî, Kaçarî, Merwanî, Herzemşahî û hwd. Neteweperestî û dewletên netewî di dema kapîtalîzmê de derketin holê. Tovê fikr û ramanên netewayetiyê di berbanga kapîtalîzmê de hatin avêtin.

Di romanê de behsa dema beriya kapîtalîzmê ango dema koledarî û feodalîteyê û şerê navbera ola îslam û xirîstiyaniyê tê qal kirin. Naveroka romanê bi giranî li ser vê mijarê hatine hunandin. Bi vê ve girêdayî behsa jiyan û têkoşîna Selhadînê Eyûbî, sefer û fetîhên wî ku bajarên rojhilata navîn û hinek bajarên Kurdistanê fetih dike tê rave kirin.

Mîr hebûn, Zana bûn
Ûsif hebûn, Mîrzan bûn
Belê, Xwedîyê sebirê bûn
Û pê bûne Mîrên Misirê…

Ev mîr Selhadînê Eyûbî ye û bûye Siltanê Misirê û Kurdistanê.

Di romanê de di demên ku Cizîra Botan navend bû, kana zanînê bû, zana û alimên mezin lê mezin dibûn de jî, li ser rûyê ezmên stêrk û kewkeb bi çerxa felekê re, dîsa her tim di fetil û ger û dewranê de bûn, dîsa mîna Leyla û Mecnûnên ku li hev digerin, li ser rûyê ezmên dida dû şopa hev, dîsa li ser rûyê ezmên şikil û wêne û resimên balkêş, nîşanî yên li ser rûyê erdê dida.

Di demên ku Mezra Botan navend û kana şaristanîyê bû de jî, li ser rûyê erdê çem di nav robarên xwe de mîna her tim di nav ger û fetil û herikînê de bûn, dîsa ava wê mîna ku li pê aşiqê xwe be, bêsekin û bêqerar û bêvêsîn bû.

Dîsa li ser rûyê erdê, bûyer û qewimînên hêjayî balkêşî û îbretê diqewimîn. Dîsa tofanên ku li ser rûyê erdê radibin û ava xwe digihînin ser rûyê ezmên, ava xwe digihînin erş û elayê radibûn, bajar û şaristanî li ser rûyê erdê hildiweşîyan û ji nû ve ava dibûn. Dîsa Ûsifên xwedîyên sebirê ji bîrên kûr derdiketin û dibûn mîrên Misirê.

Sedsala 12an, Xaçperest ji welatên xwe yên dûr radibûn û mîna tofanan bi ser Mezopotamya, Şam û Filistînê de dihatin. Lê zana hebûn ku tiştên li ser rûyê ezmên eyan dibin û li ser rûyê erdê diqewimin şirove bikin, Mîr hebûn ku xelkê xwe ji bîrên kûr xelas bikin û helbet şahid jî hebûn ku ji me re qal bikin. Vebêj Ferat Elcezerî bi rave kirina wê demê, xwendevan agahdar dike.

Di romanê de dabeşeke bi sernavê ”Amîd” heye. Navê Diyarbekir ê kevn Amîd e. Paşê bûye Amed û di dema desthilatdariya komara tirkan de bûye Diyarbakir. Lê hêj jî kurd dibêjin Amed. Di romanê de vebêj behsa bajarê Amîdê ku ji alî artêşa Selhadînê Eyûbî ve hatiye fetih kirin qal dike.

Vebêj Ferat Elcezerî ji Cizîrê diçe Hesenkeyfê û ji wir jî diçe Amedê. Li Amedê mehek dimîne. Behsa mizgefta mezin ku niha jî li Amedê heye û jê re dibêjin ”Ulu camî/mizgefta pîroz” dike û dibêje : ”Ew mizgeft ji alî yahudiyan/cihuyan ve hatiye çêkirin. Ew der perestgehek cihuyan bûye û di dema Îslamê de ew der bûye mizgeft.”

”Sefernameya Hezar û Yek Fersengî” di esasê xwe de romana rêwîtiyê ye. Rêveçûna ji Cizîrê heta Dîmeşqê/Şamê ye. Elcezerî ji Cizîrê diçe Hesenkeyfê, ji wir diçe Amedê, ji Amedê diçe Semîsatê, di rê de behsa çemê Feratê dike û diçe Helebê. Vebêj Elcezerî bi berferehî behsa kela Helebê, birc û surê keleyê dike.

Di romanê de behsa bajarê Antakyayê û Dîmeşqê dike. Antakya sed sal di bin destê frenkan/fransiyan de dimîne, paşê di dema Siltan Selhadînê Eyûbî de dikeve bin destê misilmanan. Bajarê Dîmeşqê Şam e. Hetanî ez neçûbûm Suriyê ez nizanibûm ku navê Şamê Dîmeşq e.

Antakya, Halep û Şam di van hersê bajaran de jî di sedsala 12an de (800 sal berê û niha jî) kurd û arab dijîn. Li Şamê mahleyek,taxek li kendalê çiya heye. Navê wê ”Ruknedîn” e.Ew mehle ji sedî nod kurd in. Arab ji wir re dibêjin taxa ekrad. Navê kurd li cem farisan kord e, li cem araban jî ekrad e. Mezelê  Siltan Selhadînê Eyûbî jî li Şamê ye. Dema ez li Şamêbûm ez çûbûm serlêdana mezelê wî.

Di dabeşa sernavê wê ”Newroz” de çîroka Newrozê û li Dîmeşqê/Şamê bi fermana Selhadînê Eyûbî pîrozkirina cejna Newrozê tê qal kirin.

Min romanê weke deftera/lênûska vaqanûsekî gerok î kurd bi dilxweşî xwend. Weke ku min berê jî anîbû zimên, ev cure roman û hunandina wê di wêjeya kurdî de nû ye û bi stîleke nû, formek nû, honakek serketî û naverokek cuda hatiye afirandin. Tiştê ku ez li ber dikevim di ser weşana wê de heşt sal derbas bûye lê hêj jî romanek yan pirtûkek kurdî a Fatîh Aydîn nehatiye weşandin.

Nivîskarê kurd Fatîh Aydîn romannivîserekî serketî ye. Lêbelê çi heyf ku di ser romana wî a yekem de 8 sal derbas bûye, hêj romana wî a duyem derneketiye. Divê weşanxane, edîtor û redaktorên weşanxaneyan cewherên weha, romannivîserên serketî teşwîq bikin ku ew bêrawestin berhem biafrînin, wêjeya kurdî bi berhemên xwe ên hêja û serketî dewlemend bikin.

Bi hêviya ku romana Fatîh Aydîn a duyem jî derkeve û bikeve destê xwendevanên kurd.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply