Rojnamegerîya Edebî

Edebiyata rojnamegeran û rojnamegerîya edebî du têgehên ji hev cida ne.

Edebiyata rojnamegeran: Ew karên edebî ne ku rojnamegeran kiriye. Rêdûr Dîjle, Kêsek(helbest), Omer Faruk Baran, Şevek îstismar (roman) ji bo vê yekê nimûne ne.

*Rojnamegerîya edebî, ew rojnamegerî ye ku çîroka bûyerekê li ser çîrokeka kesekê/î an jî hin kesan diyar dike.

*Rojnamegerîya edebî, edebiyat û afrînerî ye!

Gazetecilik Nedir? Gazeteci Ne İş Yapar? | IIENSTITU

Edebiyat e: ( Yaşar Kemal, 40 salên roportaj nivîsîyê)

Çawa beşeka edebiyatê ye an na? Edebiyat bi xwe ye! Hêza ku wê ji nûçeyan cida dike hêza wê ya ji edebiyatê ye… Roportaj afirandin e. Tu bêyî ku biafirînî tu nikarî rastiyê bibînî, tu bibînî jî nikarî ji yên li pêşberê xwe re bibêjî. Nûçe nîşaneka rastîyê ye lê li pişt nûçeyê çi heye, çi çêbûye, jiyaneka çawa heye, çi diqewime, trajedî çi ne, şîn û şahî çi ne… vê yekê nûçe nikare bide me. Roportaj xwe digihîne erdên welê ku nûçe nikare xwe bigihîneyê, rastîyê naguhere lê bi afirandinê pêşkêş dike.

 – John Berger: Ma dema rojnamegerek çîrokeka ji xwe heyî dibêjin, afrînerî kiriye?

– Susan Sontag: Mirov piştî ku dibîne, dibihîse, lêdikole û serwextî çîrokekê dibe. Sanîyeya ku difikire ez ê vê çîrokê çawa bibêjim, dest bi afirînerîyê dike.

*Ji bo rojnamegerîya edebî bûyer û eşkerekirina rewşekê giring e, dikare nasnameya lehengan veşêre, nebêje an jî navekê li lehengan bike.

*Nûçegihanîyek e ku sebrkêşîyê dixwaze û hewil nade mijarê bilez bigihîne lê hewil dide mijarê zelal bike.

*Edebîbûna rojnamegerîyê ne ji ber gotinên xemilandî ye. Gotinek an jî teswîreka rasterast xizmetê ji gihandina agahîya li ser bûyerê û atmosferê nede nayê gotin, nivîsîn.

Demanceyek di sahneyekê de bê nîşandan divê ew biteqe! (Robert McKee, Çîrok)

*Edebiyat bi xwe hûnerek e û estetîk yek ji hîmên wê yên esasî ye. Lê rojnamegerîya edebî ji bo dîyarkirina bûyerekê an jî rewşekê hûner û estetîka edebî wek alavekê, wek pirekê bi kar tîne.

George Orwell (Çima ez dinivîsim?): Dema ez ji bo nivîsîna kitêbekê dirûnim ez ti caran ji xwe re nabêjim, planeka min heye ku berhemeka hûnerî çêbikim. Lê hin derew hene ku ez dixwazim wan eşkere bikim, dixwazim balê bikişînim ser wan rastiyên berdest û tişta min di destpêkê de dixe di fikarê de jî ew e ka dê guhdarî li gotinên min bê kirin an na.

Lê heger ne ceribîneka estetîk be ez nikarim kitêbekê heta ku nivîsareka ji bo kovarekê jî binivîsim.

* Bûyerên di rojnamegerîya edebî de ne mecbûr in li gor kronolojîyekê biçin. Hemî agahî û meteryal ji bo gihandina atmosferek û rewşekê bi şêweyê herî sade û zelalkirî tê pêşkêşkirin.

*Rojnamegerîya edebî xwe dispêre kesê/a yekem.

*Cih û atmosferê teswîr dike. Hewil dide hest û rewşa demekê li xwendevanan/bîneran bide zanîn.

*Hestan naveşêre, hestên rojnamegeran bi xwe jî di nûçe-çîrokê de heye.

*Ti caran ne bêalî ye.

*Paşxaneya mijarê eşkere dike

*Rola rojnamegeran û kesayetîya wan rengê nûçeyê diguhere

*Çavên rojnamegeran kamerayeka ji derve ye, li ser hest û armancên kesan fikran dîyar nake. (Xemgîn dixweya ne xemgîn bû)

*Rojnamegerîya edebî ji dîrok, çand, erdnîgarî …hwd yên cihê bûyerê referansan distîne.

Araştırmacı Gazetecilik Nedir?

An çîrokbêj/nûçegihan rasterast şahind e. Di wê demê de ku bûyer diqewime rojnameger şahidîyê dike (George Orwell – Bila silav û rêz li Katalonyayê bin, rojên Burmayê, Rojên bêpere yên li Parîs û Londonê… Patrick Kingsley – Odyssseya Nû, Yaşar Kemal – Roportaj)

An jî ji şahidan çîrokê pêş kêş dike lê di wê demê de jî şahidîya xwe ya digel şahidan diyar dike. (Svetlana Aleksiyeviç – Rûyê şerî ne jinane ye, Daniel Defoe

– Rojnivîska Sala Vebayê, Nadire Mater – Memed’in Kitabi)

An jî herdu ne (Murat Bayram – Belkî îşev binive, Carlotta Gall – Dijminê Xelet).

Türkiye'de gazeteciler ya mesleği bırakıyor ya da 'hobi' olarak çalışıyor | Medya ve Hukuk Çalışmaları Derneği

PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ YÊN ETÎKA ROJNAMEGERÎYÊ

Sê pîvanên destpêkê ji bo peydakirina agahîyên ji bo nûçeyan e, pîvanên 4,5 û 6ê pîvanên ji bo amadekirina nûçeyan e û pîvanên 7,8,9 û 10ê ji bo mafên bîner, xwendevan û guhdaran e.

» 1-Piştrastkirina agahiyan.

» 2-Bêalîbûn.

» 3-Resenbûn/orjînalbûn.

» 4-Dayina temama agahîyan, nehiştina kêmahîyan.

» 5-Zelalbûn.

» 6-Adilbûn.

» 7-Sînordarkirin û kontrolkirina xwe

» 8-Mirovparêzî

» 9-Agahiyên ku dikare hesabê wê bê dayin, bê hesibandin.

» 10-Bihêzkirina aliyê zeîf/qels.

İnternet ve Gazetecilik: Dijital Çağda Gazetecilik Nedir, Gazeteci Kimdir? - Özgür Kurtuluş

HIN NIMÛNEYÊN ROJNAMEGERÎYA EDEBÎ

 

The Guardian – Patrick Kingsley – U.K. – 9 Jun 2015 

Gera Hashemî: Derseka nefsbiçûkî û qehremanîyê

Penaberekê ji Sûriyeyê hewil dida ji Behra Spî bibore. Wî destûr da min ku vê hewildana wî belge bikim. Bi vê yekê wî tîrêjek da ser çîrokên bi hezaran penaberên wek xwe.

Ji beriya nêzîkî neh mehan kelekek binav bû, piraniya 500 kesên tê de mirin. Min dixwest ez bizanim ka çawa çêbûye. Ji ber vê nûçe-çîrokê min û wergêrê xwe Manuyî penaberekê ji Sûriyeyê nas kir. Ew 40 salî bû û li derveyî Qahîreyê dijîya.

Hashem digel jina xwe Hayam û sê kurên xwe çûye ser kelekekê. Lê dema ku keleka wan bi cihekê li beravê giradayî bû, polîsan ew desteser kirine. Ew ji xeniqandinê xelas bûne lê li cihekê girtî yê navendeka polîsan zêdetirî hefteyekê mane.

Dema hûn rojnameger bin hin firsetên we çêdibin ku hûn mirovên îlham-bexş nas bikin û ji wan hînî tiştan bibin. Lê hûn gelek ji wan kesan cara duyem nabînin. Lê belê ji ber hin sebeban min peywendiya xwe ji Hashemî nebirî. Ew sebeb ji çêkirina nûçe-çîrokekê mezintir bûn. Di çend-hefteyan de carekê didoyan ez diçûm cihê wan ê li derveyî bajarî û em gav bi gav bûn hevalên hevdu.

Dema ku Hashemî got ew dixwaze xwe bêxe rîskê û bikeve ser rêya seravî ez mat mam. Ji ber travmaya ceribandina wî ya paşiyê ez şok bûbûm. ..

 

The Guardian – Patrick Kingsley – U.K.

9 June 2015

Sefer

 

Di tariya şevê de, dema ji beravê gelekê dûr ketîn, Hashem Alsoukiyî yên li rexa xwe nedidîtin lê dengê qêrînîya wan dihat wî.

Hinekê sûcê Hashemî bû ku wek bazên didadin erdê bi ser du jinên Efrîqî de ket. Ixtimaleka mezin ew ji Somalîyê bûn lê ne dema pirsînê bû. Laşê Hashemî di nav laşê wan de asê bûbû. Wan dixwest, wî zû ji ser xwe bavêje, wî jî hewil dida ji ser wan rabe. Lê wî nedikarî. Gelek mirovan ew dehf didan. Îhtimaleka mezin pêleka dî ya mirovan bi ser wan de dihat.

Komeka mirovan di kelekeka darîn de li ser hev hatibûn tepisandin. Dema ku hinekan bixwestiyan cihê xwe biguherin, qaçaxçîyên li derdorê pehînek li wan dida û ew li cihê xwe vedigerandin. Wan nedixwest kelek bilive û bi wê yekê binav bibe.

Çêdibe ku siet 11ê şevê be lê Hashem nikare piştrast bibe. Ew ji dem û mekanê qetiyaye. Nikare teqîb bike…

 

Independent – Robert Fisk – U.K.

Sunday 28 January 2018 16:45

 

Li Efrînê qurbanîyên êrîşa Tirkiyeyê ya li ser bakurê Sûriyeyê eşkere bû – penaber, bebik, jin û zarok

Li gundekî biçûk ê bi navê Maabatliyê, dema Taha Mustafa al-Khatr digel jina xwe Zakia, herdu keçên xwe Amîna û Safa û kurê xwe Sulaiman ji bo razin çûyîn mala xwe wan şimik û pêlavên xwe danine ber deriyê xwe. Ev kevneşopîyek e û nîşan dide mal paqij e.

Piştî topeka Tirkan li mala wan dayî ew şimika plastîka a erzan helbet hê jî li ber wî derîyî bû. Piştî teqînê çend sietek borîn ku ez çûm nik wî xanîyî. Dema ez giham wî xanîyî, piştî teqînê çend sietek borîbûn.

Ew pêlav û şimik hêj li wê derê bûn. Çend ji wan ketibûn ser pêlpêlikan lê hê jî hinek ji wan li rexa hev rêzkirî bûn.

Karmendên gihana hawarê yên bajarê Kurdan –Efrînê- jî dest li pêlav û şimikan nedane… Lê bêguman term çûbûn. Taha 40 salî bû, jina wî Amîna jî di wî emrî de bû, Zakiya 17 salî bû, Suleiman bi tenê 14 salî bû. Ya ne mirî Safaya ye. Safaya 19 salî bi awayekê mûcîzewî sax xelas bûye, bi tenê destê wê birîndar bûye… Lê helbet ew êdî sêwî ye…”

Nexweşxaneya Efrînê…

Bi tenê ji bo Nexweşxaneya Efrînê 34 sivîl hatine birin, hat diyarkirin ku ji 70yê zêdetir balafirên Tirkan di 21ê Kanûna Paşiyê de li teqemenî li Efrînê dane.

Li gor qeydên Dr. Jawan Polatî dayîn Independentê, ji 21ê Kanûna Paşiyê heta 26ê Kanûna Paşiyê 10 zarok û 7 jin jî tê de 34 sivîl mirine.

 

Çavkanî: http://botaninternational.com/wp-content/uploads/2021/02/book.pdf

 

Nivîskar: MURAT BAYRAM* BOTAN INTERNATIONAL 

Murat Bayram 11 sal in ku karê rojnamegeriyê dike. Avakarê Botan Internationalê ye û edîtorê ortadogunewsê ye. Ew yek ji avakarên beşa kurdî ya bianetê ye, wî çar salan li wê derê edîtorî kir û dersên rojnamegerîyê bi zimanê kurdî û tirkî daye. Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo New York Times, Al Jazeera International, Deutsche Welle, Middle East Eye û RT TVyê wêne û vîdeo girtine, nûçe nivîsîne û wergêrî kiriye.

Nûçeyên wî li 8 welatan bi 6 zimanan hatine weşandin. Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye. Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî. Bayramî demên qedexeya derketina derve li Cizîr, Silopya, Farqîn, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê heyî û piştî wan deman li cihên bûyerê wêne girtine û hin ji wan wêneyan digel çîrokên wan li kitêba xwe ya bi navê “belkî îşev binive” civandine(Weşanxaneya Avestayê, 2018). Kitêba Bayramî ji bo zimanên Ingilîzî, Îtalî, Almanî û Farisî tê wergerandin. Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 46 kitêban kiriye.

Derbar Çand Name

Check Also

Fîkrên Kûr – Firat Cewerî

“Em derve, bajêr, çarşiya bajêr, esker, korucu, gerîla, tîmên taybetî yên ku bajar dagir kirine; …

Leave a Reply