Rêzehevpeyvînê Jina (25) – Evîn Çîçek

    Beş – 1    

Lokman Polat; Dema mirov li masmedia kurdî û li pirtûkxana kurdî dinêre, di nav kedkarên edebiyata kurdî de rastê navê nivîskara/helbestvana jin Evîn Çîçekê tê. Di kovar û malperên kurdî de gelek nivîsên bi kurdî û tirkî û herweha di pirtûkxana kurdî û tirkî de gelek pirtûkên Evîn Çîçekê hene. Gelo Evîn Çîçek kêye? Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Evîn Çîçek;

Ez li gundê Çimen li ser zozanên Çiyayê Çengellî li navçeya İmranlı (Macîran) ya parêzgeha Sivasê hatime dinê. Mîna Çiyayê Dûzgûn Baba ya li Dêrsimê, Çengellî ku 3,5000 metre bilind e jî pîroz e. Diya min ji êlên Milan (Millî) -Şadî ye, û bavê min ji Milan-Zerikî (şaxek ji êla Xormekan) êl û eşîr e. Dapîra min, dapîr û xizmên min bi xwe wekî şervan beşdarî tevgera rizgariya neteweyî ya Koçgiri dibin.

Sala 1990, ez bum serokê şaxê HD Sêrtê. Ez di Partiya Keda Gel a ku ji hêla Kurdan ve hatî damezrandin de bume gerînendeyek. Bi Kurdên din re, me dest bi damezrandina medyaya Kurdî kir. Min dest bi nivîsandina di kovar û rojnameyên alternatîf  de nivîs nivîsînê kir. Min ji bo Deng, Rastiya Gel, Welat, Welat, Welatê nû, …… di rojname û kovaran de nivîsî.

Pirtûkên min ên çapkirî ev in :

Sevgiye Sınır Koyamazsınız (1998, Medya Yayınları/İsveç)
Koçgîrî Ulusal Kurtuluş Hareketi (1999, APEC Yayınları/ İsveç)
Tutkular ve Tutsaklar (2001, Peri Yayınları, İstanbul/Türkiye) Türkiye’de basılan ilk çalışmadır. Çıkar çıkmaz toplatıldı ve dava açıldı. Yayınevi sahibine bir yıl altı ay ceza verildi.
Awaza Serpêhatîyan I, II, III (2004, Peri Yayınları, İstanbul/Türkiye) Kürtçe şiir kitapları
Ararat Yolcuları-İnsan Ticareti-Göç ve Mültecilik (2005, Peri Yayınları, İstanbul/Türkiye)
Kadınca Yargılama (2006, Peri Yayınları, İstanbul/Türkiye)
Basıma hazır üç çalışma ;
Ateş Altında Hukuk
Jenosidlerin Gölgesinde Türkiye’de Ulus Devlet

Türkiye Ordusu ve Derin Devlet

Kemalîzm ve Kurd Ulusal Sorunu – Cîld : 1 – 2

Gelek helbest û lêkolînên din ên civakî jî li benda xelasbûnê ne.

 

Lokman Polat; We kengê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

Evîn Çîçek; 

Netava Kurd weku daristanek ku hatiye şevitandin e. Jîyana her niviskarekî Kurmanc weku çipilek nîv şevitîye. Niviskarê/a, helbestvanê/a, muzîsyenê/a kurmanc, hunermendê/a ku bi zimanê dayikê dest bi qezîkirinê neke, nikare bibe E.Mozartekî, Mendelsonek, Danteyek, Puşkinek,Tolstoyek, Gorkîyêk, Nerudayek neteva xway Kurmanc. Loma ez dikanim bibêm; nivisandin tê mana jîyandinê. Seba kurmancan bi zimanê dayîka xwe nivisandin qedexeye. Gundê ku ez li dayik bûm, gir bûm ber pêşa çîyay Çengelîyê bû. Çima ez nekanim çîyay Çengelîyê weku Homeros (çîyayê Olymposê  tênî ziman, dide nasandin, tasvîr dike), yan jî weku Neruda (serê Alturas de Macchu Picchu tasvîr dike) tasvir bikim?

Pirsa we dem û cî re girêdaîye. Cîyê Niviskarê/a, helbestvanê/a, muzîsyenê/a kurmanc, hunermendê/a kurmanc hatîye şevitandin. Ziman hatiye qedexekirin. Dagirkeran tradisyona nivisî tunnekirine. Hêlînên ku çuçikên girbûyîna, pêşvaçuyîna çandên me xwadî dikin hatine tarimarkirine. Çuçikên me şunên dayikên xwe de guhdarîya xandina kewên neçîrvan kirine. Hêlînên xwe de bi xandina dayîkên xwe perverde nebûne. Dengên bîyanî ew li xandina xwezayî dur xistine. Dar nîv şevitine. Hêlînan da marên bi axu(jehr) kemîn daynane. Pepug seba me şînê dikin, dixînin.

Ez du hezarî virva bi zimanê dayîkê dinivsînim. Min xwe mecbûr dî. Seba(bo) min kêmasîk mezin bû. Ez bixwe netevperest, welatperest bûm. Min ne bi kurmancî, bi zimanê dagirkeran dinivisand. Rasti, ne bi xwastin, ne bi hezkirin bû. Dibistanên  komara Tirkiyê de bi zimanê dagirkerî perverde bibûm. Min kurmancîya herema Kocgîrî û ya Bohtan deng dikir. Giramera kurmancî nedizanîya. Tengasî ev bû. Paşîyê da(davîyê da) min tikitenê dest bi ceribandinan kir. Pêşîyê de bi xeletîyan nivisand. Nav demê de pêşvaçuyîn çêbû. Nivisandina helbestên min re pir rehet hat. Loma min helbset bi kurmancîya herdu hereman nivisandin û dan çapê, çapkirin. Çi heyfe ku lêkolînên ku min kirin bi zimanên dagirkeran hatin çapkirin.

 Ez ku entellektuelek kurmancim, pêwîstîya serî ew bû ku bi zimanê dayîke binivsînim. Dagirkerîya çandî ku bi rîya dînî(olî) û sîyasî ser edebîyata-wejaya netevî sêwan vekiriye rakim, tilkim, dûr va bavêjim. Cemeda ku bi mêtron bilindbîye biqeşilînim, bihelînim. Tîrêjên tavê xwe bigêşînin devlimendîya(zengunîya) binî. Kulîlkên bin berfê werin xûya kirin.

Bi kurtî; rewşê ku qebul nekim. Helvestê ku bigirim. Gotin, raman û pratîga jîyana min hevidi temam, dorpêç dike. Qelişandina ku bi çanda dagirkerîyê hatiye avakirin, ezê teng bikim, parçikan li hev nêzikkim, bizeliqînim.

Demên borî de ez nav tekoşîna sîyasî, parastvanîya mafên merîyan, rojnemevanî û tengasîyên penaberîyê de ketibûm govendê. Salên min nav pevçunan de borîn. Sala du hezaran min kanîya hindik demê seba(bo) xwe veqetînim, rehet bifîkrim. Ez pêşîyêde, serîda seba neteva xwe dinivsînim. Dixwazim ronahîye bidim neteva xwe, bîyanî du da tên. Dixwazim bîyanîyan jî agahdar bikim. Heta ku seba pirsgirekên netevî çareserîye nebînim, nikarim netevên din re demê veqetînim. Ku weku hin kurmancan tenê bibêm, “Ez enternasyonalîstim. Pêşda netevên din, paşê netava min.” Ew helvest li berpirsîyarîye dur sekinandin e, rev e, bazdan e. Ye(a)ku neteva xwe re rast nebe, dil de girêdayî nebe, hezneke, li pêwîsîtan, berpirsîyarîyan bireve, hecetan peyda bike, civatên din re jî dostekî xas nîne.

Seba parastina netev û qiymetên netevî kurmancî nivisandin kara-şixulê yêkemîn e. Îro nivisandina gramera kurmancî de xeletîyên min hene. Armanca min bê xeletî, sedan sed gramatîk, gora zimanê me xwezayî nivisandine. Dema perverde ziman malbatê de, dibistanan de ney girtin encam dibe ev !

Zimanê min qedexe ye. Bi wê ve girêdayî weje jî qedexe ye. Loma bi nivîsandinê dixwazim ziman li tehlîka windabûyînê, jarbûyînê dûr bigirim. Biparêzim, dewlemend bikim, bixemlînim. Lêv û pênûs hacetên parastin û pêşvebirinê ne. Ziman nebe, weje nabe. Weku ro(tav) û ronahî hev ra girêdayîne.

Di serî de weje nav kurmancan de, nav netevên dora me de bi devikîye. Berhemdê(a)r bi pêydakirina tîpan dest bi nîvîsê dike û dinivîsîne. Di demên berê de hewa destanî ye. “Îlyada û Odyseîa” ya Homeros, “Bûyîna Xwedêyan” ya Hesîodos, destana “Aeneas” ya Vergîilius, “Dîwana Comedîa” ya Dantê, “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî, “Şahname” ya Fîrdewsî, têkilî û danûstandina navbera ziman û wejeyê, helbestê, ji aliyê dîrokî ve nîşan didin. Armanc çi dibe bila bibe, şerê navbera Rostemê Zal û kurê wî Suhrab tirajediya me Kurdan e. Ew destan bi rîya ziman herêm, herêm bilav bûye. 

Niviskarên, helbestvanên xwedî dewlet di rewşa me de nînin. Cudatî heye. Wek me êşên teybetî nakişînin. Niviskarê/a, helbestvanê/a Kurmanc mecbûr e şeyê herîye dayne. Çutan ku pîrikek bi ceribandinên salan heriye şe dike, li histiriyan, tiştên ku xwe pêvagirtine, ahengê xirab dikin vediqetîne, tenê herîya pakij deyle. Li ser hev datîne. Bi nîk û teşiya herî rehet dirise. Niviskar jî seba parastina ziman û wejeyê mecbure weku pîrikekê (jinepîrekê) merhelan yêki yêk pêkbîne. Bi komkirina gotinan, keliman kelkîtê dest xwe li tevna xwe bixîne. Ta(dezî) û xapik hevidi bigirin. Sistî nemîne. Tevna netevî de, çînîkên netevî bide ber çavên xandavanan, kesên eleqedar. Wejeya me bi xwezahîya xwe bide xandin, hezkirin. Bibe motora pêşva tandanê. Wejevanê/a Kurmanc serbixwe nîne. Ji kîjan parçey Kurdistanê girbiye gora wî parçey şekil girtiye. Sosyalizasyon amade bûye. Weku hespa zîn kiriye. Sosyalîzasyon sîyarê ser vê hespê ye. Zin û zengî bin kontrola vî dane. Kuva dikişîne wê hêlê va dajoy, dibe. Yane şexsîyet nikare serbixwe bibeze. Seba azad, serbixwe fikrandine li çolan, li çanda dagirkeran dûr ketin  pêwîstîya yekemîne. Min zîn û zengîya ku bi rîya dibistanan bibûn sîyarê canê min ferq kirin û bi zanabûn avitin. Rihê xwe azad kir. Vê azadîya ez mecburi nivisandina kurmancî kirim.

Ziman, weje, ol û xatuna(xanima) kurmanc;

Rastî ev e; dayika Kurmanc zimanê kurmancan diparêze û dide fêr (hîn) kirin. Ya ku gora ola İslamê bi şertên şerîayê, recmê (di bin barana keviran de) tê kuştin jina Kurmanc e. Yên ku leşkerên emrên tebaxa olîne, bi emran keviran tenê navên canê bê parastin. Davên neteva xatuna kurmanc, davên nirxên, devlimendîyên, zimanê, zaravayên neteva wê. Bi kuştina xatuna-jina Kurmanc, dewê şorkirî berdidin bin darê wejaya kurmancan. Bi vê berdanê dar hişk dikin. Rîçîkan li hev diqetînin. Rêçan jî naylin. Bi dew berdanê neteva me hişk dikin. Danûstandin namîne. 

Dayîka kurmanc wejeyê, ziman diparêze. Wekî çeper ber çandên dagirkeran de kozikan dikolîne, nayle ew nêzik bin. Xwe, komikuflet diparêze. Xwedî helwest e. Olên bi yêk Xadê(Xadêyên nêr!) agir berdan mala jina kurmanc. Jin û çand hev ra bindest bûn.

Sedemê wan olan wejeya netevî bi kelîmeyên bîyanî hêdî hêdî hat dagirkirin. Zimanê rojanê de gotinên zimanên bîyanî şun girtin. Ola Îslamê bi serdestiya çanda Faris û Ereban di nav civata me de xwe ba dike. Çanda wan neteweyan bi rêya olê-din dîroka neteweya me dagîr kir. Neqefilîya (newestîya) hêjî pêli me dike. Ser canê me de gavan davê. Pînên wê rêçên misimor deyle. Kurdan ji wejeya, zimanê wanê pîroz sar û dûr dike. Çanda dagirkeran qonaxa herî zexm de bûye xadî ode. Xwe bi berruya pîrozîyê dixemlîne, bi destê oldaran dide paçîkirin. Xanîyê sedsalan weku pag dide nîşan kirin.

Zeliqîyaye gevrîyan, çerm bernade. Mîna qirnîyê ye. Vîrisên nexwaşîyên ku merîyan ji kurmancî dûr davên diherikîne. Berhilistî (tirûş) puç dibe. Hiş, hişmendî nav ava şêli da gevz dide. Nav demê da dixendiqe. Kona bindestiyê nîvîyê mêjî da datîne.

Kurmancan berê, naha jî li hin hereman li şûnên pîroz bi zimanê, hevokên xwezayî, Xwedayên jin duayan (nîyazan) dikirin. Naha jî dikin. Bi sedsalane ew çand dom dike. Olên Xwedayên jin em wekî millet parastin. Tav (roj) Xweda ya milletê Kurmanc e, mê ye. Olên ku xwedî yek Xwedê ne, xwedayên nêr in, em ji netewa me dûr avitin, pijiqandin û sar kirin. Welat û netev dagirkirina cografî, aborî, fîzîkî, psîkolojîk re  amade kirin. Pêşîya hemberderketinan, qebûlnekirinan girtin. Mêjî, dest bi tirsa cehenemê kelepçe kirin. Dagirkirinê bê hember, bi rehetî hespê xwa bezand, gevizand!

Sedemê wan olan xatuna-xanima Kurdmanc her hêlêda bû hêsir, qevreş, xadim. Hêsîrtiya jina kurmanc nîşana, hêsirtiya netev, welat, çand û zimanê. Çandên bîyanî ku bi rîya olên bîyanî hatin, axu(jehrî) berdan nav malên me. Em, wejaye me nav malen me de hatin darizandin, qedexekirin, fetisandin. Tovên zimanê Erebî, Farisî, Tirkitatan ser rojingên, ocaxên mey pîroz da tal de, sî dan. Me sêrkirin, dîtin tev li hev kir. Em bûn kûrên bi çav.

Têkiliya navbera weje û ziman dîalektîk e. Çutan ku darê mazîyê paîze xezalan dueşîne. Neteva ku xwedî li wejaya xwe dernekeve weku mazîye rut, bê xemilandin dimîne. Ne sîye, ne ahenga bê û pelçiman, ne jî  nîşana jîyandinê nade. Bakirina şax û guliyan nînik e. Ziman û weje, weje û nînik parçeyên senfonîya me ne. Weje û ziman bi diyalektî li hev tên. Mazî çiqa vere birrîn weqes zêde çipilan dide. Weje, ziman dema hatin dagirkirin, bîrkirin. Seba çipil dayîne rîçik jî namînin. Himik anda dibe.

Netev, ziman, weje li hev dûrgirtinê, veqetandinê, bê xwadî mayîne ranagirin. Weku av, herd, tav hev re, biyêkitî berheman didin. Çîrokên ku bi rêçikên Kurdevarî tên dengkirin weku proteînan rihe zarîyên me xwedî dikin.  Cîhana wan ya xeyalî dixemlînin. Ziman, weje zarikan bi netevê ve girê didin. Xwa kurmanc hîs dikin. Zarok bi wejeya neteva xwe zimanê şîrîn hez, hû dike(fêr dibe). Loma min xwe mecbur dî ku bi zimanê netevî binivsînim.

Li her derê dinê, nivisandin, bi zimanê dayîke dibe nivisandin.  Çima? Navbera ziman û ramanê de girêdayîk, têkîlîk dîyalektîk heye.  Bê guman wejeya mey devikî berîya wejeya mey niviskîye. Zimanê nivisandinê, zimanê jîyanbûyîna ciwakîye.

Kurmanc, Zaratuştra û Ziman ; Sala 1862 de Prof.Jules Oppert, « Salnameyên Fîlozofîya Mesîhîyan/ Extrait Des Annales De Philosophie Chretienne » daye çapkirin. Seba mijara pirsê ezê behsa naveroka vê kîtabê bikim. Naverok ; ramanên Zaratuştra ne. Ku ew raman weku netev me pir zêde eleqedar dikin.

Pirsgireka demê ; cara yêkemin Zaratuştra prensîben felsefeya xezayî ya demê,  weku bê sînor « Zarvana akarana » şîrove dike, dide famkirin. Zaratuştravan vê kevneşopîyê vaha tênin ziman ; « Dem ; ne destpêkirin, ne serî ne jî davî, paşîye. Dem ; ronahîya ezman, ronahî bixwe xwa ye. Dem bê ronahî nabe. »

Yanê ronahî bixwe bê tixube. Gora min ziman û raman, demê da û cî de îmkana bê tixubîyê ne. Ku meri bizane bixebtîne (bide şixulandin) bê siniriyê didin, ava dikin. Pirsa min ew e ; qezî, raman çi ne ? Qezî û raman çutan tên ziman ? Qezî mi bereyê, nivis mi bere ye ?

Bo ku bersiv (cewab) bidim pirsan ezê Zaratuştra weku mînak bigirim. Zaratuştra ; qezîyen, gotinên ku viyanê-hemdê didinxuyandin « z’afranâm vairyanâm » (vend.frag.39) pênc beşan de tênî ziman.

1-yathâ ahû vairyô, 

2-athâ ratus asâd  cid haca, 

3-vanheus dazdâ mananhô skyaotthnanâm,

4-anheus  mazdaâi ksathremca ahurâi, 

5- A  yim  daregubyô  dadhat  vâçtârem (Yaçna 71, Vend. 17)

Vir de dixwazim hin tiştan  vekim. Yêkemin qezîya dazdâ bi binyata dhâ afirandin tê. Ew qezî « pazdâ, mazdâ, azdâ, nazdâ » kurmancîya îro da jî hene û tên xebitandin. Loma dazdâ afirandine. Vanhêus ; rindî-qencî, mananhô ; raman e. Zaratuştra têkilîya ramanê bi van qezîyan tênî ziman. « Asem, vôhû, vahistem, açti, ustâ, açti, ustâ, ahmâi, hyad, asâi, vahistâi, asem » yanê rastî rindîye-qencîye. Hebunê da ya herî rind-qenc bûyîne. Hebûn, ya herî rind û seba heqîqatê.

Euclides xelkê Mêgara ye. Bin bandrola Zaratuştra de dimîne. Ew dibê « Agaton to en/ rastîya rindî-qenc heye.»

Xênophanes xelkê Colophon e. Ew jî bin bandrola Zaratuştra de dimîne. Dibê « En to theion/pîrozî yêke » Afirandin demek bê tixub-bêsinir mi daye ?

Pirsa ku Zaratuştra lı Ahuramazda dike ; « Ey ramana ezîz. Çêkerê dinyayên ku hene. Min re bibê ya Ahuramazda qezî-gotin berîya ezman mi bû ? Berîya avê mi bû ? Berîya xalîyê-erdê mi bû ? Berîya mange-çêlek û dar mi bû ? Berîya agir, berîya lawê Ahuramazda û meri-mirov mi bû ?  Berîya rastîyê û toximên rindiyê ku Mazda afirandine mi bû ? »

Bersiva Ahuramzada ew e ; « Ey Ezîz Zaratuştra ; ew hemî (himik-gîştî) qezîya afirandinê ne(ahunavairya). Ezê te re bibêm ; qezî berîya ezmane. Berîya avê ye. Berîya xalîyê (axê) ye. Berîya mangê (çêlekê) ye. Berîya dar e. Berîya agir e. Berîya lawê (kurê) Ahuramazda ye. Berîya meri (mirov)e. Berîya her tiştên kainatê(gerdûnê)ye. Berîya rindîya (qencîya) ku Ahuramazda afirandîye. Berîya toxime rindîyê ye. »

Niviskarê/a kurmanc mîtolojîya, felsefeya, çanda, dîroka xwe dizane, yan na ? Ku nizane wê demê pêwîste berê xwe bide çavikên, çavkanîyên nivisên ku hela Zaratuştra bi zimanê Medan (zend) hatine nivisandin.  Berhemên Zaratuştra ew in ; Vendidad-Sadê, Yesht-Sadê, Boun-dehesh. 21 naçkas (nusa), her yêk 7 beş in.  Anquetil du Perron, çergera xwe dide J.Mohl. J.Mohl verdigerîne farsî.

1-Zend Çtaotayastinaçka ; Kîtaba Bangê. Li 33 sernavan pêk tê.

2-Zend Çtaotagarunaçka ; Kilamên pîroz. Li 22 sernavan pêk tê.

3-Zend Vahistamantranaçka ; Kîtaba qezîyên herî rind, pîroz. Li 22 sernavan pêk tê.

4-Zend Baganaçka ; Kîtaba bawerê. Li 22 sernavan pêk tê.

5-Zend Dvadaçahamâçtanaçka ; Kîtaba nifiran hember dêvan, xirabîyan, tarîya Ahreman. Li 32 sernavan pêk tê. Ew, beşên 61, 72 yên Yaçna ye. Ew kîtab bi navê Zend Dâmadâtanaçka jî tê navkirin. Yanê nîzama afirênderan. Tiştên, hebûnên xwezayê de, nîzama-edeleta navbera rindî û xirabîyan dikolîne.

6-Zend Anâthranaçka. Li 35 sernavan pêk tê. Mijar zanîna astrolojî ye.

7-Zend Paçcimanaçka. Kîtaba davî-paşî ya Zend-Avesta ye. Li 22 sernavan pêk tê. Mijar heywan in.

8-Zend Rathaestanaçka. Kîtaba şervanan. Şerên Aryanan dema duemin tênî ziman. Li 50 sernavan pêk tê.  Tenê 10 sernav mane. Du, paş dagirkirina Îskender-Alexandre a Îranê de 10 sernav tên dîtin.

9-Ztend Barsanaçka. Kîtaba zanîna polîtîkayê ye. Li 60 sernavan pêk tê. Du dagirkirina Mekodonan de 12  sernav tên dîtin.

10-Zend Kavi Uçravanaçka.Kîtaba Kêyxusrov. Li 60 sernavan pêk tê. Tenê 15 sernav mane. Mijar revebirî, polîtîka û zanîne.

11-Zend Nidhatamanaçka. Kîtaba aborîyê ye û felsefê-fîlozofîyê ye. Li 54 sernavan pêk tê.

Min hemî-gîştî negirtin vira. Çi heyfe niviskarên me li wan berheman bê xeberin. Naverok nexandine. Mijaran nizanin. Niviskar bi zimanê kurmancî jî binivsîne, ku li wan berheman bê xeber be nikarê berhemên netevî bi kokikocek binivsîne. Rîçik kur va narin. Ru herde da dimînin. Loma ewên ku kokkurmancin û ne bi zimanê netevî, bi yê dagirkeran dinivîsînin, bi rastî nabin nivîskarên kurmancan. Yên zimanê dagirkerîyê ne. Ne bi kurmancî, bi zimanê din difikrin, xwe tênin ziman, dinivsînin!

A-Ewên ku zimanê dagirkeran wan re biye serêşîr-tov mêjîyên wan kesan hatiye dagirkirin. Girtîne. Azad ninin. Ramanê de, jîyanê de, tekilîyên rojane de bindestin. Ew nivisandin nîşanên bindestîyê ye. Xwe kurmanc nabînin. Bîyanîne ! Xizmetkarên desthilatîya, çanda bîyanî, dagirkerîyê ne.

Ez dikanim bîyaniyan jî weku mînak bidim. Senghor’a bi zimanê dagirkeran difikrîya, dinivisand. Wî kesî digot “ Franzisî difikrim. Dikanim xwe bi vî zimanî rehettir, rindtir îfade bikim, bînim ziman.” (5 Revue  L’Esprit N°3111, 1962, p.840)

Léopold Sédar Senghor; 9.10.1906’da li Joal’ê tê dinê.  Zarikîya xwe li  Djilor diborîne. Li Fransa dixwîne. 1935’de li Fransa weku çerm reşê yekemîne ku  bi eslê xwe Efrîkîye diplomaya herî bilind digire. Ne zimanê dayîkê, fransizî dibe herda Efrîka. Helbestan bi zimanê fransizî dinivsîne. 1955’da dibe parlamenterê parlamentoya dagirkeran ya Senegalê. Dibe parlamentere Senegalê ya Parlamentoya Fransa. Senegal hêla Fransayê va hatiye dagirkirin.  Léopold Sédar Senghor 1980’de devli serok devletiya Senghorê berdide, diterikîne û li 20-12-2001’an li Fransa dimire.

B- Komek kes hene ku ziman rind dizanin. Ku zorê bidin xwe ewê rindtir binivsînin. Ew kes hesabên qicik-piçuk dikin. Berjevendîyên şexsî, komikuflet didin ber  berjevendîyên netevî. Bi hêsaban dinivsînin. Naxazin navbera wan û rejîma dagirker xwirab be. Naxazin berdêlan bidin.

Berdêl ; mirin, girtîgeh, penaberî, feqîrî ye. Medya dagirkeran de cîh nedîtin, negirtin, bê sansasyon, rêklam mayîn e. Sansur kirina, qedexe kirina, berhevkirina berheman e.  Nehîştina firituna kîtaban e. Bi qelemê, pênusê pere karnekirin e. Hêla aborî da nav tunebûnê da mayîne.

Niviskarê(a), helbestnavê(a), lekolînvanê(a) kurmanc mecbure pênusa xwe seba hîm dayînê, temel bilinkirina wejaya-edebîyata netevî bilivîne, bi xwastin bigerîne. Kuçên temelê li hev bîne. Bi zanîn ber çanda dagirkeran de bike çeper. Neyle ku bîyanî avîna xirabkirinê bavên nav wejeya me. Berdêl dayînêra amade be. Toximên bîyanî ku zîldane rutke, hilke, tilke, neylê kokê xurtkin.

Lorca; pir cûda ye. Pirsên xwe bi helbestvani, helbestî dinivsîne. Sosyolîzasyona, psikolojîya, lêgervanîya meriyan waha dide ber çavan; “ Çima hesp hevl dide, dixaze bibe kutî(sa)? Çima kutî(sa) hevl dide bibe çuçika borik? Çima çuçika borik hevl dide, dixwaze bibe mêşa hungiv? Çima meri(mirov) hevldide, dixwaze bibe Xwadê? Çima Xwadê  hevl dide, dixwaze bibe meri(mirov)?

Ew pirs, bersivên van pirsan rewşên niviskarên, helbestvanên me eşkere dikin.

C- Komek din heye ku xwe kurmanc dibînin. Xwe kurmanc hîs dikin. Bi nirxên netevî hatine xemilandin. Çi heyfe ku ziman nizanin. Mecbur dimînin ku bi zimanên dizanin, yan jî bi yên dagirkeran binivsînin. Çareserî tunne (nîne). Bila binivsînin. Wergerên gêhêştî, bispor, xwedî zanîn dikarin berhemên wan kesan bi layîqî wergerînin kurmancî.  Ew kesên ku bi zimanên ku deng dikin, bi zimanên ku dibistanan de perverde bûne nenivsînin ewê teng bibin, paşva herin. Mijarê de pêşveçuyîn, bisporî çênabe. Loma bi zimanê dagirkeran nivisandin jî dibe çareserîk.

Dîtîna min ew e ; ew kes dikarin hin tengasîyan bigirin ser pîlên xwe. Serî de bîryar bigirin û dest bi hûnkirina kurmancî bikin. Îro bi rîya teknolojîye hemu qedexe tên rakirin. Firsend heye ku bi rîya enternetê ziman hûbikin (fêrbibin). Kesên bi dil, bi xwastek ewê armancêde bi serbikevin. Ziman jî hûbikin, bi zimanê netevî berheman jî bidin.

Ez vê mijarê de mînakim. Dema çum herema Bohtan min nedikanîya xwe bînim ziman, bidim famkirin. Kurmancên heremê bi hevokên, qezîyên, dengkirina min dikenîyan. Îro tengasîya min nemaye. Zimanê xwe deng dikim. Min dest bi nivisandinê kir. Nivisandin jî pêşva çû.

Programên ku bi teybetî li dibistanan, zanîngahan, rêxistinan tên bi karhanîn, li welat dûr jîyandin, li netevê dûr mayîn encaman derdixine holê. Dagirkeran mêjîyê min dagirkiribûn. Min pir tişt bîrkiribûn. Qezî nedihatin bîra min. Dûr ketibûm. Kurmancî nedifikrîyam. Min bi zanabûn bîryar girt û vegerîm çanda netevî. Nû ve kurmancî fikrandin hûkir. Dema ketim tengasîyan, li bersivan gerîyam. Paşê dest bi nivisandinê kir. Kemasîyên xwe pir vekirî dîn. Bîrînên ku bi rîya dagirkerîye peyda bûbin  derman kirin.  Îcrana ku canê min de hatibû peydakirin, bi ramana sîyasî-netevî zahakir. Lê xelasbûm. Ew xwe ra şunê nabîne ku çêbe, bigere, çavikan dagirke.

Dema min dest bi nivisandinê kir, weku kurmancek xwast gotinên herema xwe binivsînim. Bi zimanê tirki ne mimkin bû ku hevokan amade bikim. Tamê bidim. Min gotin xwaş, aheng bi zimanê xwe nivisandin.  Çutan hevok devan de derdiketin, wer jî ser xetê rêz dibûn. Bi zimanê bîyanî ne mimkinê manê, ahengê nikarim bibînim, bidim.

Niviskarên ku li welatin tengasîyan re ru bi ru ne. Herdem cezay girtigehê weku gûzana herî tûj li ber gevrîya wane. Ku berdêl dayînê re amade bin, ew ê bi zaravayên kurmancî binivsînin. Yên ku dervayî welatin. Nikarin hêcetan peyda bikin. Bi rehetî, bê tirs dikarin binivsînin. Zanîn, xwastin, bi zanabûn bîryargirtin pêwîste.

Dagirkeran seba tunnekirina wejeya, çanda me programên teybetî amade kirine, qedexe daynane. Bi zimanê wan nivisandin, niviskar dike xizmetkarê/a wan. Bi nivisandina zimanê dagirkeran, em, karê (şixulê) wan dagirkerên ku hemî tiştên me qedexe kirine, projeyên asîmîlasyonê amede kirine, siviktir dikinê. Wan, armanca wan de hêla serkeftinên projeyên teybet ve tandidinê. Ew kesên ku nahîlin em li welatê xwe biminîn, bijîn, zêdebin, bi alîkarîya me projeya tunnekirina me de serdikevin.

Dema ku em bi zimanê dagirkeran binivsînin, nexwaşîyen xway civatî jî bi vê rê derdixinîn rûyê avê. Hêla din va tê wê manê ku ; mêjîyên me jî hatine dagirkirin. Em li nirxên netevî pir dûr in. Girtigehên ku nav mêjîyên me de hatine amedekirin zeng girtine. Em jî nav wan girtigehan de girtîne, tezîne. Li halê xwa razîne.

Bi zimanê netevî nivisandin niviskar û ziman rû bi rû dike. Wan dide ber hevidu. Niviskar dest pê dike bi zimanê netevî difikre. Raman pêş ve tere. Hîndibe bi zimanê  netevî bifikre. Hevokan bimune. Ki niviskar fêrbû (hinbû) zimanê netevî, alê (beşên) dîrok, huner, weje, fîlozofîyê de gora zanîna xwe şîrovan dike. Ku çi avitiye turikê piştê xwe, wan dikare bike rêzê, bajoy. Nivisandin, gora giranîya turikê piştê ser xetê(kaxizê)de şunê, mişarê dagir dikin. Ceribandin, davîyê de çixira bîryarê vedikin. Kesayetî kîjan beşê de dikare çêtir berheman bide, wê hêlê da gavan davê û dest bi nivisandinê dike.

Zimanên ku li dinê tên deng kirin gora civata 21 Gicug’a 2007’an ya UNESCO 6000’ın. Li wan zimanan % 96 ber bi wendabûne va ne. Zimanê ku li dinê hene li wan tenê % 4 tên dengkirin. Her sal bi dehan ziman anda dibin. Seba ku zimanek anda nebe pêwîste 100.000 kes bi wî zimanî deng bikin. Çima ziman anda dibin?  Bi teknolojîya nû meri dikare zimanan bide jîyandin, yan na? UNESCO dikare wan zimanan xelas bike, yan na ? Devletên dagirker çutan seba mirina zimanan tirban ava dikin? Çima dixwazin zimanan tunnebikin? Armanç çine? Loma em weku netevek kumên xwe daynin ber xwe û bifikrin. Çutan dikarinê teknolojîya îro seba parastina, devlimendkirina zimanê xwe bi karbîninê(bişuxulînînê), wejeyê xwe dinê de bidinê nasandin.

Lokman Polat; Tu digel nivîsîna helbestan, kurteçîrok û roman jî dinivîsî yan na? Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?

Evîn Çîçek;

Min çîrokên herema Koçgîrîyê topkirin. Çapê ra amadene. Kurteçîrokan nanîvsînim. Armancek min ; nivisandina romana bi zimanê kurmancî, rêzêdaye. Serî de weku jinek kurmanc ezê jîyana xwe binivsînim. Bê sansur, eşkere. Weku kurmanc, weku jin, weku dayik, weku entellektuel, weku welatparêz, weku sîyasetvan, weku penaber. Min pir tengasî dîn, zehmetî kişandin. Dagirkeran zilm li min kirin. Fîzîkî, rihî, aborî….Ne xem bû ! Min zilm ne tenê li dagirkeran, li sîyasîyên (!) kurmanc jî dî. Ya zor, ya herî giran ya kurmancan bû. Dagirker bê minnetbûn. Yaku ser navê şoreşgerîya puç, bêesil, welatparêzîya bê binyate, sexte hêla endamên partîya sîyasî va hatin kirin canê min da kon daynan. Derd pêyda kirin. Rêçên wan anda nabin. Loma ez veku temaşevanek, veku şahîdek, veku gorîyek, berdêlvanek, berxwevandanek, serîhildanvanek, teslîmnebûyenek mecburim binivsînim. Rastîyan bidim ber çavên xandevanan, eleqedaran.

Ew ê romanê de rewşa sosyolojîk ya xanima-xatuna kurmanc, rewşa dîroka sîyasî, tekoşîn, encamên, tesîrên wan li ser jîyana şexsî, berdêl, awazên serpêhatîyên xatunên kurmanc cî bigirin. 

Lokman Polat; Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e.  Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Evîn Çîçek;

Hun ku rastîyê dixwazin em bi feretî, kuranî sedsalên borî nizaninê. Arkeologên Kurmanc çiwextê bin ala kurmancan de, ji bandora olên yêk xadêyan(mêr) dûr, weku entellektuelên rojane dest bi kolandinê kirin, dîroka ku bin herdê de vêşartî maye derxistin, xandin, bê alîgir nivisandin emê vê demê rastîyan hûkin.

Hêla din va arşîvên dugelên ku  welatê me re eleqedarbûne, eleqedarin pir zengunin(devlimendin)! Hemwelatîyên wan welan yên ku bi Kurdistanê re eleqedarin li welatê me çi dîne topkirine, daneberhev, bê misade, bê pirs birine welatên xwe. Kîtabên ku em li wan, navarokên wan bê xeber in, li arşîvên wan welatandane. Weje, çand, dîroka, zimanê Kurdistanê di wan arşîvan de, hevîya lekolînvanên kurmanc maye. Çi heyfe ku kurmanc li wan nagerin, nabînin, naxûnin.

Weku mînak; “Gotinên li ser Zanayên Zaratuşra ramanên bi mantiqî / Magika Logia Ton Apo Tuü Zoroastrou Magon / Zoroastris seu Magorum qui a Zoroastre prodierunt Oracula heroica latinis versibus” hêla Morel Fédéric ve (1522-1630) hatiye vergerandin. Ew kîtab li bibloteka netevî ya Fransa li bajarê Parîsê ye. Dema min ev kîtab dî li hêlêcanê destên min lerzîyan.

M.Joachim Menant, sala 1857 de, heqqê fîlozofîya Zaratuşra de lêkolîn kiriye. Wî niviskar-lêkolînerî kîtaba “Êzdî” jî nivisandiye û 1898 de daye çapê. Kîtabên ku navên wan Avesta û Zend-Avesta’na behsa wan kîtaban dike. Dibê Zarahustro “Zêrêthostro” bi zendî ye. Yane bi meda kevne û li du keliman ava dibe. “Zend”, “Êşta (agir)”, Zend-avesta tê mana “ocax (lojin) û agir” Ew kîtab bi zimanê Medan, yanê bi zendî hatine nivisandin. Gora Herbelot (Bibliot.Orient.V.Zend); zimanê zend, zimanekî pîroze.

Gora Menan; zimanê-elfebeya Zend li 48 tipan (karakter) avadibe. 16 bi dengin, 32 bê dengin. (Zoroastre, Essai sur la Philosophie religieuse de la Perse par M.Joachim Ménant, VIII, 2ième edition, Derache, Paris, 1857)

Disan gora Ménan, “Zimanê Zendan hêla nijada-soya Zoradostra va hatiye xebitandin û ew îro  jî dixebtînin. Bawermendên, alîgirên Zoradostra, kîtaba xway zoradaîzm vêşartin, parastin. Demek direj li herema rojwelatê gola Xezarê(Daeti) ew ziman tenê hat qezîkirin. Disan ew ziman bu binyata pir zaravayan. Bi teybetî “pazend, pehlevî û farsî li vî zimanî peydabûn. Li vî zimanî binyatê digirin. Raborîya vî zimanî heta berîya zayîna Îsa 2.000 an jî tere.”

Ez dixwazim li vira tillîyê bidim ser rastîkê; weku min li jur jî nivisand zimanê Zend de 48 tîp, herf hene. Kurmancî bi wan tîpan bi rehetî, bê tengasî, bê kemasî, çutan tê dengkirin ver jî tê nivisandin. Zimanê ku li vî zimanî peydabûye, zimanê persan de 24 tîp-herf hene. Persan bixwe zimanê Zendan, çanda Medan qedexe kirine. Nehîştine were deng kirin.

Prof.Qanatê Kurdo mijara Kurmancî de lêkolînek kiriye. Tîpên-herfên ku ew nemir jî qebul dike 48 in. Kurdên ku elfebeya Ereb û Persan dişuxlînin nikarin bi wan tîpan kurmancî weku tê qezîkirin, bi rastî, xezayî binivsînin. Wan kesan elfebeya xwey xezeyî-natur li xwe dûr girtine. Qebul nekirine! Xezaya kurmancî xwira kirine. Bi rîya ola Îslamê Kurmancî bin dagirkerîya çanda ereb û persande maye. Kurmancên mizilman tîpên elfeba ereban bikarhanîne. Bi xeletîyan ve yêk hevok risandine. Weku mînak nivisandina kurmancî ya herema Bohtan û ya Koçgîrî’yê yêk nîne. Koçgîrî’yê ziman xwe diparêze. Pake(pakişe). Gotinên erebî nav de şun negirtine. Bi 48 tîpan bi xaşikîya xwe tê nivisandin. Herema Bohtan bi elfeba koma zimanê cûda (samî) gotin û nivisandin hevidi nagirin.

Prof. Pierre Leqoc nivisandinên abîdeyên Bizutunê verdigerine zimanê fransizî. Wan abîdan de bi sê zimanan nivisandin hene; Med, Babîl, Elam. Ew kes dema xebata xwe de, vergerê de fêmnake ku ji wan zimanan zimanek zimanê Medane. Tîpên ku Med bikartînin, gotinên Medan ser abîdan de, hember wî kesî dibirqin. Pêzanîna wî kesî bi têrê nake. Ne bese. Ew lêkolîner, werger rastîya hember xwe fêmnake. Nabê “nizanim”. Li heddê xwe derbaz dibe.

1-P.Leqoc zimanê Medan weku farsîya kevn şîrove dike û dinivsîne.

2-Kîtaba xwe de dibê “Zimanê, elfebeya Medan tunne(nîne). Li zimanê Medan tiştek tunne-nemaye.

Heqqê kîtaba Zaratuşra de dora sala 1718 de agahî (pêzanî) digêşe Ewrupa. Gora Ménant “M.Fruzer, xelke aqilmendê Skoçya ye. Li  Bombay dest bi kar dike. Li Zend-Avesta digere. Çend perçeyên Zend-Avesta dibîne. Lê belê Faris naxwazin ew kes hînbe(fêr be). Zendî hûbike.”(X)

Rastîk din; du wan xebatan de Anquetil du Perron tere Hîndîstanê. Dema vedigere 64 nusha-edet zend-avesta ku bi destan hatine nivisandin xwe re dibe. Raporekê amade dike û dide Akademîya Zanîstê ya Fransa. Dibê ku “Pêxamber Zaratuşra  hêla tirkan ve tê kuştin. Niştecîyên, bawermendên Kurdistana rojwelat (Xorasan, Gîlan, Kermanşax) terin Hîndîstanê. Kîtaba pîroz xwe re diben wî welatî. Li wê derê kîtabê verdigerînin Sankirîtî.” ( Du Perron, dans les mém. De l’Acad. Des Belles-Lettres, T.XXXI.)

Rastîyek din; Sankirîtî li zimanê Zendan 400 sal paşê pêyda dibe, tê dengkirin.

Yên ku îro dixwazin zimanê Kurmancan standard bikin, pêwîste serî de zimanê zendi bigirin ber çavên xwe. Rind-baş fam bikin. Teybetîyan fêrbin. Ew kes ku xebatên ku bi teybetî heqqê zaravayên Kurdistana rojwelat de hatine kirin, tiştên hatine nivisandin fam nekin, ewê bikevin tengasîyan. Nikarin standartîya ziman jî avabikin. Xeletîya herî xirab ewe ku, tenê zimanê dagirkeran digirin ber çavan û gora zimanê dagirkeran dixwazin kurmancî eyar bikin. Tîpan digirin û davêjin. Teybetîya zimanê me tîpên me peyda kirine. Zimanê me tîpên ku xezayî nebin qebûl nake. Dema ku edebiyata kurdî ya nivîskî bi tîpên meyên xwezayî hat xemilandin pirsgirek namîne.

Îro alê wejayê da li dîospora pêşvaçuyîn heye.  Teknolojîyê qedexe puç kirin. Ewê li nav wan puçîyan da toximên bê nexaşî, puçnebûyî xwe hêla tîrêjên tavê re biçerixînin. Qaşiqan biqelişînin, zîlbidin, çîçegan vekin. Ewê Kurmanc bi zanîn berhemên herî rind, herî bi tesîr giran binivsinin.

Ez bawerim li welat, li dervayî welat her ku hêla psîkolojîk de xurtbûyîn çêbibe ewê serkeftin, berhemên xwadî naverok duda werin. Amatorî mecbure şuna xwe teslîmi profesyonelîyê bike. Wejaya me her demê kevir qelişandin. Navberan da zîl da ku ronahîyê bibîne. Xwe xwadîke. Dema hat ferx kirin, cîda hat peliqandin. Îro qelişandînê keviran pir ferehtir bûne. Pelixandin, serî jêkirin weku berê rehet nîne. Encamên negatîf nade. Toxim, bi fera xwe bixwe, xwe xwadî dikin. Bin sîyan de, bê reng namînin. Germîya tîrêjan digirin, rengan ava dikin. Loma ez bi hêvî me. Guman nemane. Seba devlimendkirina, parastina ziman bi 48 tîpan nivisandin weku karek ber me hemîyan sekinîye. Em mecburin xwe nû bikin. Em mecburin qezîyên ku bî rîya olan ketine zimanê me hilçînin, li wejaya xwe dûr bikin, bikarneynin (nexebtînin). Bi destê xwe xezaya wejeya xwe xirab nekin.

Lokman Polat; Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Evîn Çîçek; Li navçeyên welat helbest, çîrok û şano li pêş û devlemendin. Malên mezin, yên ku halên wan hêla aborîda rind(baş)bûn çîrokvan,destanvan xadî dikirin. Zarîyên wan malan bi saya wan kesan ji wejeya neteva xwe agahdar dibûn. Her kurdek zariktîya xwe de gudarîya kal i pîrên malê, çîrokvanan dike. Êşên hezkirinê, şînê, buyerên ciwakî, sosyal bi kilaman, bi helbestan tên ziman.

Heremên ku niştecî misilman nînin mûzîk qedexe nîne. Hacet bi nînîkan helbestan, kilaman xwurtir, xwaştir dikin. Herema min de helbest, kilam bi dengê dûllî(bilur) û sazê va yêk tên xandin, gotin. Bi rastî devlimendîke û lêkolînê heq dike.

Rojên teybette şano amade dibin. Herema min de “Kalê Gaxandê” lîstikek teybetî ye. Lîstikên bûyanda(dawetanda) gora her heremê tên guhertin. Ev rastî nîşan dide ku şano nav ciwata me de şuna xwe girtiye.


Didome…

Berdewama wê di beşa 2  de ye.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply