Rêzehevpeyvînê Jina (15) – Vejîna Kurd

Eger em bala xwe bidin wêjeya kurdî, em ê bibînin ku berî wêjeya nivîskî, jinê barekî mezin dabû ser milên xwe û kanîbû roleke berçav di parastina wêjeya devkî de bilîsta, nemaze di warê çîrok, serpêhatî, kilam û lorîkan de.

vejîna kurd – ÇandName1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Ez Vejîna Kurd im. Ji herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê. Li sala 1975an ji dayik bum. Min xwendina xwe li Efrînê û li Helebê kuta kiriye û karê mamostetiyê niha dikim.

 

2 – Te kengê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

Li sala 2012an, li saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Efrînê ez fêrî rêzimanên Kurdî bûm. Piştre ez bûm endama wê saziyê û min gelek korsên zimên jî fêrkirin. Bi fêrkirin û hînkirina wan tîpên latînî eşqa zimên di dilê min de peyda bû û ji hîngê ve ez bûm dildara zimanê Kurdî.

Di heman salê de jî, min û çend jinên zîrek komela Rewşen Bedirxan a Jinên Kurd li Efrînê damezirandibû û me karê xwe bi coş dikir. Di kongira komelê ya yekemîn de me biryar stand ku belavokeke komelê hebe û divê ew bi zimanê kurdî be. Ez wek berpirsyara rojnamê hatim hilbijirandin.

Welatê me - Romana Vejîna Kurd «HAWARINE EFRÎNλ derketRojname me REWŞEN bi zimanê Kurdî û Erebî dihate weşandin. Ji wê demê de min dest bi nivîsandina gotaran kir, birastî me gelek astengî didîtin nemaze ku rojnama me taybetî bi jinê û pirsgirêkên wê bû û divabû piraniya pênûsên wê yên jinan bana.

Piştre min helbest û çîrok jî nivîsandin. Gotar û helbestên min di gelek rojname, kovar û malperên kurdî de hatin weşandin. Li sala 2016an komehelbesta min a yekem ronî dît û li Efrînê hate çapkirin. Pişt re min çend pirtûkên din jî çap kirin, ew jî ev in:

1- Xewnên Elendê, helbest, sala 2016an

  • Hawarine Efrînî, roman, sala 2018an

3- Gulistan Pîr Nabin, helbest, sala 2019an

4- Pencereyên Êşê, kurteçîrok, sala 2019an

5- Rûmet, roman, sala 2020an

Ez xwe wek dildara zimanê kurdî dibînim û heya ez hebim ez ê wan tîpên latînî li ser rûpelan bikenînim. Derd, êş, şahî, kul û keserên miletê xwe wergerînim nivîsandinê.

Calaméo - Vejîna Kurd, Xewnên Elendê, Helbest , Malxana Komcivîna Zanyarên Azad

3 – Rola jinê di çand u wejeya kurdî de çiye?

Eger em bala xwe bidin wêjeya kurdî, em ê bibînin ku berî wêjeya nivîskî, jinê barekî mezin dabû ser milên xwe û kanîbû roleke berçav di parastina wêjeya devkî de bilîsta, nemaze di warê çîrok, serpêhatî, kilam û lorîkan de. Wê kanî bi pev û hestên xwe yên nazik nasnameya civakê derxista holê û ji nifşekî bigihanda nifşê din. Ev jî bi serê xwe roleke sereke ye.

Di wêjeya nivîskî de jî jin bêpar nemaye. Jina kurd di baxçeya wêjeyê de kulîlkên herî xweşik çandine. Tevî ku hejmara nivîskarên jin ( li beramberî hejmara nivîskarên mêr) hinekî kêm e, lê dengê wê heye. Di baweriya me de giringiya hebûna jinê di wêjeyê de bi qasî giringiya rola wê di civakê de ye.  Lewre em bi hêvî ne ku di demên pêş de nivîskarên jin pirtir bibin.

 

4 – Naveroka roman, cirok u helbestên te zêdetir li ser çi ye?

Mirov perçeyek ji civakê ye. Şahî, êş, derd û pirsgirêkên wê bandoreke mezin li wî/ê dikin. Di berhemên xwe de, ez carina li deriyê evînê dixînim û xewn û sîberan vedijînim. Carina jina kurd bi bîr tînim û êşên wê li ser rûpelan radixînim. Gelek caran jî birînên gelê xwe vedikolînim.

Birastî êrîşa ku ji aliyê dewleta Tirk a faşist û hevalbendên wê bi ser Efrînê de hatiye bandoreke mezin li min kir. Di wê demê de ez li Efrînê dijiyam. Bombe mîna baranê bi ser me de dibariyan. Li her kêlîkekê em sed carî dihatin kuştin. Rewşeke pir dijwar bû, tevlî wê jî vîna me ji pola bû. Di wa rewşê de min romanek li ser wê êrîşa hovane dinivîsand.

Piştî ku Efrîn hate dagirkirin, ez û malbata xwe vegeriyan Efrînê. Me zilm, zor, destdirêjî û nemirovahiya dagirkeran bi çavên xwe dîtin, ez heft heyvan li wir mam piştre ez naçar bû ku ji wir koçber bibim. Min kurteçîrokek nivîsand, piraniya çîrokên wê ji jiyana gelê Efrînê yê bindest bûn.

Ango ez kanim bibêjim ku gelek berhemên min li ser Efrîna rengîn a ku bi hezaran derî û pencereyên êşê lê vebûne û hîn di nav mijê de tevna birînan dirêse ne.

Penҫereyên Ȇșê- Vejîna kurd – Kovareke Wêjeyî, çandî, Werzane ye

5 – Wek jineke niviskara kurd, astengiyên ku di warên nivîs û nivîskariyê de derdikevin pêşiya te, çi ne?

Wek min ji were xuya kiribû, min li destpêka xwe wek berpirsiyara Rojnama Rewşen kar kir. Birasî pirsgirêka herî mezin li pêş me kêmbûna pênûsên jinan bû. Vê yekê ez pir dêşandim û ez ji xwe dipirsiyam gelo çima nivîskarên jin kêm in.

Li sala 2020 min romana xwe RÛMET çapkir. Lehenga romanê jî jineke nivîskar e. Di wê romanê de min ev pirs hinekî ji hev şeland û pirsgirêkên jina nivîskar anîn ziman.

Civaka kurdî civakeke bindest e, welatê me peçekirî ye, zimanê me qedexe ye, dibistan û zanîngehên me tune ne, û hîn bi ser de adet û kevneşopên civakê jî li pêş jinê kelemên herî mezin in.

Ez kanim li ser xwe bibêjim ku ji bilî wan xalên ku min destnîşan kirine, dem pirsgirêka min ya herî mezin e. Nivîsandin bi xwe ustubariyeke mezin e. Tenêtî jê re divê da ku mirov hest û ramanê xwe baş biguvêşe û wergerîne nivîsandinê. Heya niha ti rojan merceên nivîsandineke weha rehet ji min re peyda nebûne, tevlî wê jî vîna min lawaz nebûye.

 

6 – Edebîyata/wêjeya kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Wêjeya kurdî ne kêmtirî wêjeya cîhanî ye. Berhemên kurdî wek yên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn û gelekên din di asta berhemên cîhanî de ne. Herweha dastana Mem û Zînê ne kêmtirî dastanên cîhanî ne. Wêjeya kurdî dewlemend û zengîn e.

 

7 – Tu roman, cirok u helbesta kurdî bi giştî çawa dinirxînî?

Edebiyata kurdî gulistaneke ku gulên rengereng tê de hene, her gulek reng û bihneke xwe ta taybet heye. Ew hemî hevdu tamam dikin û gulistana wêjeyê dixemilînin.

 

8 – Di dema niha de, tu roman, cirok u helbesta kurdî di çi astê de dibînî, roman, cirok u helbesta nûjen di çi warî de ye?

Çapkirina berhemekê nayê wateya ku ew berhem serkeftî ye. Gelek pirtûkên helbestan hene bihna helbestê jê nayê, hin çîrok jî hene bê çêj in. Hin jî hene bandoreke mezin li mirov dikin û dihêlin tu di heyama wê çîrokê de bijî. Belê, geşedaneke berçav di warê nivîsandinê de heye, ew jî bi xwe serkeftin e.

 

9 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Di dema niha de, ji hemû beşên wêjeyê bêhtir, helbest li pêş e.

 

10 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Di van rojan de nivîskarên kurd pir bûne, û rojane em dibînin ku li vir an li wir pirtûkeke kurdî tê çapkirin. Bi ya me be nivîsandin tenê ne bes e ku edebiyeta kurdî bi pêş keve. Nivîskarên me pir in lê mixabin rexnevanên me pir kêm in. Eger rexne tune be, nivîsandin bi pêş nakeve. Ji bilî rexneyê jî wergerandin di wêjeya kurdî de pêwîst e. Divê em pirtûkên xwe wergerînin hemû zimanan û dengê xwe bigihînin gelên cîhanê.

 

11 – Di edebiyata kurdî de rexnegirî heye, tune? Heger heye di çi radeyê de ye? Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Em nikanin bêjin rexne di edebiyata kurdî de tune ye. Eger em kovara Hawarê (1932 – 1942) bişopînin em ê bibînin ku hin nivîskarên kurd mijarên rexneyî tê de weşandibûn.

Rexne di edebiyata kurdî de ji zû ve heye, lê mixabin ew lawaz e. Bêguman gelek sedemên vê yekê jî hene, perçebûna civakê, nebûna zimanekî resen ku li her çar perçeyên Kurdistanê were bikaranîn û nebûna dibistan û zanîngehên kurdî sedemên sereke ne. Carina jî hiştengiya hin nivîskaran rê li ber rexnevan digre ku pirtûkeke wî nivîskarî rexne bike. Nivîskar dixeyide weke ku rexne li wî hatibe kirin ne li berhemê. Ango çanda rexneyê li ba hin nivîskarên kurd nehatiye qebûlkirin.

Em bi hewceyî rexneya zanistî ne ji ber ku geşbûna rexneyê pêşdeçûna wêje ye.

 

12 – Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Gelo dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn?

Ez bi xwe geşbînim. Ez dibêjim paşeroj a zimanê kurdî ye. Îro em dibînim li Rojavayê Kurdistanê zanîngehên kurdî çêbûne. Ev nifşê nû bi zimanê xwe dixwîne û fêr dibe. Ev jî bi xwe serkeftin e û bandoreke mezin li wêjeya kurdî jî dike. Em bi hêvî ne rexnevanên pispor di nav kurda de peyda bibin.

 

13 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî û xwe nêzîkê kîjan ekola wêjeyî dibînî?

Ji pirtûkên Viktor Hogo, Tşarlêz Dîkenz, Pawlo Koylo, Giyom Mîso û gelekên din hez dikim. Ez berhemên wan dixwînim lê nikanim bibêjim ku bandora wan li min heye.

 

14 – Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd, tirk, faris û arab hez dikî?

Divê mirov bi pir zimanan bixwîne. Divê haya wî/ê ji edebiyata cîhanî hebe. Bo min ez bi zimanê erebî û îngilîzî dixwînim, lê bêtir xwe di kurdî de  dibînim. Ji berhemên Şêrko Bêkes, Malayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û gelekên din hez dikim. 

Li destpêka nivîsandina min, mamoste Merwan Berekat hin pirtûkên xwe dan ber destê min ji bo lêveregê. Hîngê min her helbesteke wî du-sê caran xwendin. Birastî bandorek mezin li min kir û hîngê ez têgihîştim helbest çi ye û çawa tê ristin..

 

15  – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Ne şaşîtî ye ku nivîskar bi pir zimanan binivîse, lê giring e ku ew zimanê xwe yê resen sêwî nehêle.

Her berhemek dikeve xizmeta zimanê ku pê hatiye nivîsandin. Lewre ez dibînim ku Berhemên nivîskarên kurd ên ku berhemên xwe bi zimanê biyaniyan dinivîsin pirtûkxaneya kurdî dewlemend nakin.

 

16 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Me berê anî ziman ku rexne di edebiyata kurdî de pêwîst e. Nirxandina pirtûkekê quncikên mijokî di hindur wê de ronî dike û li ber destê xwêneran datîne. Bi ya min be ne tenê kovarek bi vê şêweyê, lê malper jî gerek in.

 

17 – Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye, kîjan?

Min bêtir gotarên we yên ku li ser malperan tên weşandin  xwendine. Pirtûkeke çîrokan jî min xwendiye. Em bi nivîskarên mîna we serbilind û bextewar in.

 

18 – Di pêşerojê de, dê kîjan berhema te bê weşandin?

Niha romanek li ber destê min e. Gelek helbest û çîrok jî min nivîsandine lê hîn ez ji bo çapê lê venegerîme. Gelo kîjan ji wan dê were weşandin, Em ê wê ji demê re bihêlin.

Pirsên min ev bûn. Tiştek ku tu bixwazî  bibêjî  heye gelo?

Spas ji bo bersîvên te.

Kar û xebata we cihê rêzgirtinê ne. Ji dil de spasiya we dikim û serkeftinê ji we re dixwazim.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply