Rêzehevpeyvînê Jina (14) – Dilşa Yûsûf

Dema nivîskar hebin, lê xwendevan tunebin, wêje li pêşnakeve.

1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Helbestvan û rojnamevan û wergêr Dilşa Yûsûf, di  10 ê Huzêrana 1968 de  li gundê Çetelê ser bi bajarê Dirbêsiyê  li Başûr Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Derçûya Peymangeha Çandinê ye- Heseke.

– Endama Yekîtiya Nivîskar  û Wergervanên Siwêdiye, wek wêjevan û wergêr.

– Endama Komîta Birêvbiriya Giştî ya Navenda PEN a Kurd e.

-Seroka Komîta  Nivîskarên Jin  ya Navenda PEN a Kurd e.

-Endama  Navenda PEN a Navneteweyî ye.

– Endama Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê.

– Endama Sendîka Rojnamevanên Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê.

– Endama Sendîka Rojnamevanên Cîhanî ye.

– Seroka Rêkxirawa Harîkariya Zarokên Penaber e.

– Di gelek fîstîval û kongre û civatên wêjeyî û rojnamevanî û bernamên telefizyonî de beşdarî kirîye.

– Bi sedan gotarên siyasî û wêjeyî û civakî nivîsiye.

– Berhemên wê yên wêjeyî hatine wergerandin ser çend zimanên biyanî û di gelek govar û rojnaman de hatine weşandin.

– Çalakvane di warê doza civakê û jinê de, bawernameya perwerdekariya di warê (Cender) de ji rêxstina Firyaguzariya  Millî ya Nerwîcî li Suleymanî bi destxistye( 2004).

-Bawernameya (Case Management) ji rêkxirawa UNICEF ya cîhanî wergirtiye.

– Wergerê ji çar zimana dike ( Kurdî – Turkî- Erebî û Swêdî).

– Di gel helbestvan u rexnegirê wêjeyî (Luqman Mehmûd) jiyana hevseriyê pêkaniye.

– Niha li welatê Siwêd- Eskilstuna  nişteciye.

 

Xelatkirin:

– Di sala 2011 de xelata rêzgrtinê ji  Yekîtiya Nivîskarên  Kurd li Herêma Kurdistana Iraqê wergirtiye.

-Di sala 2014 an de xelata rêzgirtinê ji Dezgeha Mîdya ya Raman û Rewşenbîrî li Bexdad wergirtiye.

– Di sala ( 2015) an de xelata rêzgirtinê ji bo berhemên  xwe yên wêjeyî ji her dû rêkxirawên ( Navenda Reweşenbîrî ya Şarbajêr) û ( Henaseyên Niştiman) li Sulêmanî wergirtiye.

– bi dehan xelatên  rêzgirtinê  yê din wergirtye ji festîvalên wêjeyî û rewşenbîrî.

 

Sernivîskarî û rêveberiya çend rojname û kovar û radyo yan kiriye wek mînak: 

– Sernivîskara Kovara  (Mîdya), Silêmanî( 1993 ).

– Sernivîskara rojnama( Jiyana Azad) ya taybet bi jinan, Silêmanî( 1997).

– Birêvebiriya radyo ya (Dengê Kurdsitana Serbixwe) (1998).

– Sernivîskara Kovara ( Sorgul) Lubnan, Beyrût (2000-2002).

– Nûçegihana Ajansa Mezopotamya ya Nûçeyan, Bexdad (2003).

– Stûnek siyasî û civakî heftane ji bo rojnama (Aso) ku ji hêla dezgeha Xendan bo Raghandin û Çapemeniyê tê weşandn nivîsiye bi navnîşana ( li vir û li wir) 2006-2007.

– Stûnek heftane( siyasî) ji bo rojnama Rûdaw nivîsiye (2012-2013)- Hewlêr.

-Stûnek heftane bo rojnama War nivîsiye- Dihok.2012-2014

– Edîtorî di rojnama Kurdistanê Niwê-Suleymanî, beşê kurmanciya jorî.

– Stûnek heftane ji bo rojnama Kurdstanê Niwê, beşê kurmanciya xwarê (soranî) nivîsiye 2005-2014.

– Endma desteya nîvîskariyê di Kovara (Işraqat Kurdiya) ya bi erebî dihate weşandin li  Misir-Qahîra

– (Înya Rojava) bernameyekî heftane – Radyo Newa (Silêmanî).

-Karê wergera zimanê Turkî di Ofîsa Yekîtiya Nîştamaniya Kurdistan, her weha di Kenala Gelê Kurdistan GK.TV  de kiriye.

 

Ji berhemên çapkirî:

1- (Zenglên Hevgihînê),  Berhevoka helbestan, weşanxana Amêrda, Beyrût

( 2002).

2- ( Bakurê Dil), Berhevoka helbestan, Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Dihok( 2006).

* (4) Berhevokên helbestan yên jinên kurd ji zarava kurmanciya xwarê(soranî) wergerandiye bo kurmanciya  jorî bi tîpên latînî, û ji hêla weşanxana Avêsta li Istenbûl di sala (2006-2007) de hatin weşandn, di nav  rêza pirtûkên helbestên jinan de ya bi navê ( Şahê Maran) ku ji wana:

3 – (Mirina Rojê) Jîla Huseynî.

4- ( Qehweyek di Gel Wî  ) Kejal Ehmed.

 5-( Gunehên Ciwan) Vînos Fayiq.

 6-( Pêkek di Gel Şeytan  )Nahid Huseynî.

7- ( Rola Malbata Cemîl Paşayê Diyarbekrî di Tevgera Rêzgariya Kurdî de) Profîsor. D. Malmîsanij.Wergerandin ji zimanê tirkî bo zimanê erebî, ji weşanên Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ( 2007).

8- ( Bi Pê Şopa Azadiya xwe dikevim)- werger ji zimanê Erebî bo Kurdî. Berhevoka Helbestan, Luqman Mehmûd, ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên kurd- Dihok( 2013).

9- ( Ji Leylanê bo Avê) werger ji zmanê Erebî bo kurdî, Berhevoka helbestan-Luqman Mehmûd, ji weşanên Navenda Margirît ya Kurlturî -Silêmanî ( 2013).

10- ( Jana Gel) Roman- Ibrahîm Ehmed- werger ji zarava Kurmanciya xwarê( Soranî) ji bo kurmanciya jorî , ji weşanên dezgeha Cemal Irfan ya Rewşenbîrî-Silêmanî( 2015).

11- (Qîzên Enfal), lêkolîn “Lêkolînek li ser Keçên Enfal yên Hatine Firoştin”- Mihemmed Re,ûf- werger ji zarava Kurmanciya xwarê( Soranî) ji bo kurmanciya jorî , ji weşanên dezgeha Cemal Irfan ya Rewşenbîrî-Silêmanî( 2015).

12- ( Cînosîd- Kurd wek Nimûne), lêkolîn. Ji nivîsîna Dr. Salar Basîre, werger ji zarava Kurmanciya xwarê( Soranî) ji bo kurmanciya jorî , ji weşanên dezgeha Cemal Irfan ya Rewşenbîrî-Silêmanî(2015).

Bo pêwendîkirinê:

dilshayusuf@yahoo.com

0046 72 936 21 41

skype: dilsha yusuf

 

2 – Te kengê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

Min ji temenê 15 salî ve dest bi nivîsîna bi zimanê kurdî kir. Wê demê li Rojavayê Kurdistanê kesên ku bi zimanê kurdî dixwendin û dinivîsandin li ser tiliyan dihatin hejmartin. Bi piranî jî zilambûn. Lê ji ber ku malbata min malbeteke kurdperwer bû û bi alîkariya birayên xwe min karî hin pirtûk û kovarên kurdî bi destbixim, di gel alfabêteke kurdî, ku bûn seretayeke pîroz û min ew şanaziya bi destxist ku wek jinekê yekemîn bim li tevayî navça  me, ku waneyên kurdî bidim zarok û gêncan li gundê xwe, her weha helbestan û gotaran jî bi zimanê kurdî binivîsim. Li derdora min gelek kes hebûn ku kurdbûn lê bi zimanê erebî dinivîsandin. Lê min bi birayr û huşmendiyeke bilind bermaber hebûna xwe wek kurdekê biryar da ku helbestê tenê bi zimanê kurdî binivîsim. Tevayî ku nivîsandina bi kurdî û weşandin gelek zehmet û qedexebûn, lê min bazinê tirsê şikand û min ji xwere zimanê kurdî ji xwere kir doz û armanc.

 

3 – Rola jinê di çand u wejeya kurdî de çiye?

Rola jina kurd gelek giringe di parastin û veguhezîna kelpor, çand û zimanê kurdî de ji nivşekî ji bo nivşekî din. Li himber planên asîmlasyona dagêrkariyê ya dijwar, jinên kurd dergevanên suruştî û bihêzbûn ji bo parastina gencîneya( xezîneya) kelepor û zimanê kurdî. Ez dikarim bi kurtî bêjim ku jinên kurd mimoriya çand û zimanê kurdî bûne heta roja îro.

 

4 – Naveroka roman, cirok u helbestên te zêdetir li ser çi ye?

Helbestên min eynika hest û ramanên minin. Ji bo netew, welat, azadî, mirovbûn, evîn, jîn û jinê dinivîsim.

 

5 – Wek jineke niviskara kurd, astengiyên ku di warên nivîs û nivîskariyê de derdikevin pêşiya te, çi ne?

Wek jinekê ku gelekî li ser xwe westiyayî û xwe azadkiriye ji hêlên civakî û aborî, ez tu berbest û astengiyan nabînim ji bo nivîsnadinê. Tenê berbestek ku derketiye pêş min niha ew jî cihguhertine. Ji ber sedemên zordariya siyasî û qedexebûna ku li ser kurdan heye û bi sedema ku ez di nav malbatek niştimanperewer de mezin bûm, hemî gava em bi malbatî rastî gelek zordestiyê hatin, ji ber van sedeman min gelek cih guhertin, û ji bo cara dawî jî berî 5 salan naçarbûm careke din cih bugherim û koçberî welatê Swêdê bicihbibim. Bi rastî koçberiyê gelek karîgeriyeke xerab li ser berhemdayina min kiriye. Her carekê ez koçber dibim demek dirêj dixwaze heta ez careke din xwe li ser piyan bigrim.  

 

6 – Edebîyata/wêjeya kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Ez wêjeya nivîskî ya kurdî ne tenê bi kurmanciya jorî dinirxînim, belê wek hemî zaravên kurdî bi giştî dê binirxînim. Pirosêsa pêketina ziman û nivîsandin pê bi hevre girêdayî ye. Wata di van heyamên dawiyê de ku gelek weşanxane peyda bûn li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, û bi sedema haydariya kurdan ji hev bi riya sosyal medya û ragihandinê, karîgeriyek erênî kiriye li ser berhemên wêjeyî bi hemî cûreyên xwe. Pirbûna berhemên wêjeyê ji nirxê wan danaxe, belko zengîniyê û hemerengiyê lê zêde dike. Tevgera wergerê anko veguhezînê di navbera zaravan de jî ez gelek baş dibînim. Ji ber ku gelek girig bû di pêşxistina wêjeya kurdî de. 

 

7 – Tu roman, çirok û helbesta kurdî bi giştî çawa dinirxînî?

Di hêla helbestê de, wêjeya kurdî zengîne û di astek bilind de gelek nivşên wê derketin holê ku karîn berhemên baş derxin. Lê belê roman û çîrok hîna dem ji wan re divê ku pêşkevin û nivşên xwe durust bikin. Ji hêla kuwalitiyê jî gelek kar divê li ser wan bê kirin. Bi nerîna kêm roman û çîrokên kurdî hene ku bala xwendevanên kurd dikîşîne.

 

8 – Di dema niha de, tu roman, çirok u helbesta kurdî di çi astê de dibînî, roman, cirok u helbesta nûjen di çi warî de ye?

9 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

 

10 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Dema nivîskar hebin, lê xwendevan tunebin, wêje li pêşnakeve. Sedema ku helbesta kurdî li pêşket ew bû ku helbest di gelek bone û komcivata de bi asanî kare bê xwendin û kesên guhdarvan jî dikarin peyama di wan helbestan de bi asanî wergirin. Ta radeyekê şano jî wek helbestê ye, eger dîrekt bê lîstin dikare peyama xwe bighîne yê temaşevan. Lê roman û çîrok tersî wan cureyên dinin ku me behskir, pêwîste bên xwendin. Astengiya mezin li pêş nexwendina roman û çîrok û gotaran ne kêm daxwazî yan jî kêmbaldariya kurdane ji van cureyan re, belko ne zanîna wan ji zimanê kurdî re ye. Wata piraniya kurdan li Rojhilat û Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi sedema qedexeya li ser ziman nikarin hînî kurdî bibin. Lewma zimanê kurdî di asta elîteyekî kêm de tê xwendin û têgihiştin, û veya karigeriyeke gelek mezin û xerab durust dike û mabênek fireh di navbera nivîskar û xwendevan de vala dihêle ku dibe sedem berhemên wêjeyî neyin xwendin. Lewma ez tekeziyê li ser berbelavbûna perwerdehya bi zimanê kurdî dikim, ku wê bê guman rê li pêş durustkirina xwendevanên zîrek veke ku ew bi xwe dikarin hilbijêrin ka kîjan berhem hêjayî xwendinê ne.

 

11 – Di edebiyata kurdî de rexnegirî heye, tune? Heger heye di çi radeyê de ye? Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Mixabin em nikarin besa rexnegiryek wêjeyî ya durust bikin di nav kurdan de. Ta niha min çend pirtûkên rexneyî yên giring xwendine, lê piraniya wan bi zimanên biyanî hatine nivîsîn. Wata bi zimanê erebî yan tirkî li ser wêjeya kurdî ya wergerandî hatine nivîsîn. Sedema vê yekê vedigerînim ji nebûna zimanê kurdî yê standard re, her weha ji hejariya zimanê kurdî re. Mebesta min ji hejariya zimanê kurdî ne wek ferheng, na, belko wek wêje, wek xwendin û lêkolîn û beramberkirin bi wêjeya biyanî re.

Dema ku xwendevanî bi zimanê kurdî bi awayekî akademîk ji berhemên kurdî yên wêjeyî re durust nebe, em nikarin behsa rexneya wêjeyî ya durust bikin.

 

12 – Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Gelo dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn?

Min li jor behsa girigiya bi akademîbûn û berdestkirina ziman û wêjeya kurdî kir da ku rexnegiriyeke mukum û durust derkeve holê. Heta ku gelê kurd hejemoniya xwe li ser zimanê xwe neke, dê nikaribe ne bixwîne, ne jî rexne bigre û ne binirxîne jî.

Pêş hemî tiştî divê bi her awayî kurd xwe fêrî zimanê kurdî bikin û pê bixwînin. Piştre wê her tişt ji xweber li pêşbikevin.

 

13 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî û xwe nêzîkê kîjan ekola wêjeyî dibînî?

Ez tucaran ji xwere ekolan çênakim, belkî di dema gênciya min de hindek baweriya min bi ekolan dihat. Lê piştre dema zexîra min ya xwendin û nivîsîn û bîrkirinê firehtir û bi hêztir bû, ez li ber tu ezmûn û tu kesan ranwestim. Baweriya min bi herikbariyê tê, çi di warên wêjeyî, ramanî û bîrdoziyê û felsefî de jî. Ez wek perperîkekê me ku buhara wê bê dawiye û her gav li gulên hîna bi şewqtir û bi bêhintir digerim hem di jiyanê de hem jî di wêjeyê de.

 

14 – Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd, tirk, faris û arab hez dikî?

Nivîskarên ku min doh ji wan hezdikir, îroj dikarim li wan rexnebigrim, lewma pirsa ez ji kê ji wan hezdikim min mijûlnake, buqasî ku ka çi dinivîsin û çi diguherin û çend bala min dikîşînin.

 

15  – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Ez dibêjim ku nivîskarên kurd yên bi zimanên din, yan jî bi zimanên dewletên serdest dinivîsin, gelek zulm li wan hatiye kirin. Bi nerîna min ji bo ez kurdekî başbim, ne şerte ku ez bi kurdî baş zanibim û xwe bi kurdî derbibirim. Pirsa ku ji ber şert û mercên dagêrkariyê kurd nikarin bi zimanên xwe bizanin û binivîsin ne sûcê kurdane. Ev yek encama zordestî û pişaftinê ye. Lewma ez nikarim ji wêjevanekî kurd re bêjim, ji ber ku tu baş xwe bi zimanê kurdî dernabirî, wê demê bi zimanên din yên biyanî jî nenivîse. Wata bi awyekî hîna vekirî û eşkere ez tu girêdaneke mukum di navbera nasnama neteweyî û ziman de nabînim. Ji ber wê ez bawerdikim ku ev neheqiya ku li wan nivîskarên kurd yên bi zimanên biyanî nivîsîne, yan jî dinivîsin, divê bê rawestandin û rûmeta dûbare wan li wan vegere. Ez nikarim li kurdayetiya Yaşar Kemal, Selîm Berkat, Luqman Mehmûd û bi sedan nivîskarên nirxdar ku bi zimanên biyanî nivîsne bikevim gumanê. Wê demê divê em nerîn û zanîna xwe di vê derbarê de bixin bin mercekê de û li xwe vegerin û ji ser û nûve rûmeta wan li wan vegerînin.

 

16 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Bi nerîna min ev yek gelekî pêwîste û mijara rojevê ye. Ne kovarek, belko hemî torên civakî û sayt û mesmediya bi giştî gereke pîte bidin vê mijarê. Ji ber ku eger danasîna pirtûkan neye kirin emê çawa haydarî derçûna pirtûkên nuh û naveroka wan bibin. Di vê rewşa qedexeya li ser ziman û berhemên kurdî ku li sê perçeyên welatê me heye, û di bin sîbera zehmetî bi destveanîna pirtûkan, giringe em hemî hêza xwe ya mesmediya bixin ger ji bo em bazara pirtûkan geşbikin.  Ev kara wê rê xweşbike li pêş berbelavbûn û berdestkirin û nirxandina berhemên wêjeyî.

Ez wek nivîskarekî pêwîstiya min bi nasîn û xwendina berhemên wêjeya kurdî heye da ez xwe nasbikim û bizanim ez xwe beramber bikim bi nivîskarên din re û her weha xwe bi wanre. Lê mixabin sekoyên me kêmin. Baldarbû bo min vê dawiyê bi sedema berbelavbûna nexweşiya Covid-19 gelek pirogram durustdibin bi riya torên civakî. Di vê encamê de min karî bi sedan nivîskar û wêjevnên kurd yên nû nasbikim ji her devereke cîhanê, û xwe bighînim wan.

 

17 – Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye, kîjan?

Mixabin ku min nexwendine. Bi hêviya ku ez wan bi destbixim û bixwînim.

 

18 – Di pêşerojê de, dê kîjan berhema te bê weşandin?

Ji ber rewşa penaberiyê, ev pênc salin ku ez li Siwêd jiyandikim û ta nuha min tu berhemên nuh çapnekirine. Ez nuha mijûlî kar û xwendinê me. Lê ez xwe amadeyê hilpişkîneke nû dikim, bi hêviya ku rojên pêşde nêdarbin bi xebatên giring.

 

Pirsên min ev bûn. Tiştek ku tu bixwazî  bibêjî  heye gelo?

Dest xweşbe ji bo vê xebata giranbuha. Serkeftin û berdewambûnê hêvî dikim ji bo te.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply